Mûrad Karayilan: Me bi DAIŞ’ê ku her kes jê ditirsiya re şer kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan: DAIŞ û rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê dijî gelên Rojavayê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Suriyeyê êriş dan destpêkirin. Ji xwe di warê îdeolojîk de têkiliya AKP’ê û DAIŞ’ê bi hev re heye. Gelek dane û belge hene ku Tirkiye bi wan re hevkariyê dike. Li konsolxaneya Musilê ev têkilî hate dîtin. Ji Şengalê 120 hezar kes derbasî Rojava hatin kirin, ev yek bi fikrê fermandarek weke Egîd Civyan pêkhat, dewlet jî bi hêsanî nikare vê yekê bike. Me bi DAIŞ’a ku her kes jê ditirsiya re, şer kir.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel a Kurdistanê û Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê, Mûrat Karayilan pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê bersivand.

Berfirehiya hevpeyvîna bi Mûrad Karayilan re wiha ye:

Feraseta ku Rojhilata Navîn kir gola xwînê û hêza vî tiştî ya rêveber DAIŞ çi bû? Kesên ku dixwestin bibin Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê çawa bûn dijminên Kurdan û mirovayetiyê, çima vî şerê herî giran gihişt Kurdistanê?

Li hemberî vî şerê ku birayên îdeolojîk ên rejîma Erdogan dan destpêkirin, PKK’ê çawa dest bi berxwedanê kir? Kantonên Rojava yên ku aliyekî wan ji aliyê Tirkiyeyê û her sê aliyên din ji aliyê DAIŞ’ê hatibûn girtin, çawa li ber xwe dan? Helwesta DYE, Tirkiye, PDK û YNK’ê çi bû? PKK li ser xeta şer û hevdîtinê çawa bi pêş ve çû, bi van hêzan re li ser çi nîqaş kirin?

Em ketin sala 8’emîn ku Kobanê ji dagirkeriya DAIŞ’ê hate rizgarkirin. DAIŞ a ku hê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, ez dixwazim qala avabûna wê bikin. DAIŞ çawa derket holê, li ser kîjan zemînê ava bû û derbarê qonaxên pêşveçûnê hûn dixwazin bibêjin çi?

Beriya ku ez pirsa we bibersivînim ez hemû şehîd, berxwedêrên ku di êrişa li dijî Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûne, bi hurmetdarî bi bîr tînim. Bi saya fedakarî û qehremantiya wan, mirovayetî ji belayeke mezin rizgar bû. Berxwedana wan ne bi nteê ji bo gelên Kurd, Ereb, Asûr û Siryan, ji bo hemû mirovayetiyê wateyeke xwe ya mezin heye. Em dikevin salvegera rizgariya navenda bajarê Kobanê. Bi vê wesîleyê ez hemû şehîdên berxwedana qehremanî ya Kobanê, di şexsê Gelhat û Arîn Mîrkan de bi rêz bi bîr tînim û soza girêdayîna bîranîna wan didim.

Di heman demê de 20’ê Çileyê dibe salvegera çaremîn ku hêzên dagirker ên dewleta Tirk li dijî Efrînê dabûn destpêkirin. Gelê me daket kolanan û ev rewş protesto kir. Ez hemû qehremanên di berxwedana mezin a Efrînê de şehîd bûne, di şexsê Karker û Avesta Xabûr de bi hurmetdarî bi bîr tînim û balê dikişînim ser vî tiştî ku wê bîranîna wan di têkoşîna rizgarkirina Efrînê de bijî.

Îro li pêş çavê dinyayê hêzên mêtinger û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên faşîst ên bi wan re li Efrînê paqijiya etnîk, êşkence, qetlîam, desteserkirina mal û milkan, revandina mirovan, fîdyeyê dike, ev ji hemû mirovayetiyê rûreşî ye. Pratîka ku dewleta Tirk îro li Efrînê dike, ne kêmî Qetlîama Srebrenîtsa ya li  Bosna Hersekê ye. Li Efrînê hovîtiyeke mezin heye. A rast tê xwestin Kurd ji Efrînê werin derxistin û ew der tevlî Tirkiyeyê were kirin. Jibîrkirina dagirkeriya Efrînê îxanet e. Divê tu Kurd dagirkeriya li ser Efrînê ji bîra xwe dernexîne. Navekî din ê Efrînê jî Çiyayê Kurmanc e. Ji bo ku wekî warekî ku Kurd lê dijîn bimîne, divê têkoşîn were kirin û ev jî şertekî mirovbûnê ye. Li ser vî esasî ez berxwedana gelê Efrînê ya li Şehbayê û ya li navenda Efrînê, berxwedana hêzên HRE silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.

Di sala 2011’an de ji tevgera ku li Tûnûsê dest pê kir û li Rojhilata Navîn û hemû welatên Ereban re belav bû re, gotin ‘Bihara Ereban’.  Lê hêzên hegemonîk ên navneteweyî û hêzên herêmî yên ku hevalbendên wan in, ev pêvajo berevajî kirin.Vê pêvajoya ku di sala 2011’an de dest pê kir, ji dêvila ‘Bihara Ereban’ bû ‘Zivistana xedar a Ereban’. Texrîbat û hilweşandinên mezin pêk hat. Vê pêvajoyê li Sûriyeyê trajediyên mezin da destpêkirin. Rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst û qirker mudaxeleyî vê pêvajoyê kir û bû sedem ku ev trajedî kûrtir bibe û heta îroj bidome. Gelek rêxistinên Îslamî yên wekî El Nusra, Artêşa Azad a Sûriyeyê, Îhvan-i Muslim û El Kaîde yên ku ji xwe re digotin em selefî ne, lê di pratîkê de tiştên hovane kirin, li her derê belav bûn. Em nikarin bibêjin ku ev hemû wekî geşedana pêvajoyê û wekî lêgerîneke xwezayî derketine holê.  Ev wekî projeyekê di encama stratejiya li ser gelên herêmê tê ferzkirin derket holê.

DAIŞ di nav van rêxistinan de rêxistineke normal bû lê ji nişka ve hate mezinkirin û pêşiya wê hate vekirin.  Heke ev qasî alîkariya maddî û çek tunebûna, rêxistinên wisa dernediketin holê û avadaniyên wekî DAIŞ’ê wisa xurt nedibûn û wê nikaribûn bixwestina ku li Rojhilata Navîn serwer bibin. Hinek kes piştgiriya wan dikin. Piştî serê sala 2014’an DAIŞ li hinek derên Sûriyeyê çû desthilatdariya wan deran ji rêxistinên din stend, ev jî projeyek bû. Ew rêxistinên ku digotin em mûxalefeta Sûriyeyê ne, Reqa rizgar kirine yan jî li wir bûne desthilatdar lê çawa hema dewrî DAIŞ’ê dikin. Lê DAIŞ ne bi tenê li Reqayê, bi vî awayî li hemû qadan bûye hêza serwer. Ev jî diyar dike ku ev plan e.

Rewşa Rojhilata Navîn û li herêmê aloziya di navbera hêzên hegemonîk jî dibe ku bibin zemîn da ku tiştên wisa pêk werin.

Rewşa jeo-stratejîk a Rojhilata Navîn, petrol, gaza xwezayî, av û madenên wê , wê dikin cihekî dilkêş. Çanda wê ya dewlemend, qada ku jiyana xwezayî lê ava bûye, çanda civakiyê lê zêde bûye û sê dînên semawî li vir ava bûne. Ev jî girîngiya herêmê zêde dikin. Em qala herêmeke wisa dikin ku xwe dispêre bingeheke dîrokî û xwedî potansiyeleke mezin e. Ev hêzên serwer û emperyalîst, her dem xwestine serwerî Rojhilata Navîn bibin.

Niha jî heman tişt heye. Hêzên global û herêmî hene ku li ser herêmê têkoşîna serweriyê dimeşînin. Ev rastî, di encama taktîk û stratejiyên vekirî û veşartî yên ku zemîna van avadaniyan ava dikin, derketiye holê. DAIŞ jî li ser zemîneke wisa ava bûye. Di 11’ê Hezîrana 2014’an de bi operasyona rojekê Mûsûl desteser kir. Mûsûl ji aliyê 33 hezar hêzên çekdar pêk dihat. Mûsûl ji aliyê DAIŞ’ê ve di nava demeke kurt de hate desteserkirin û ev jî geşedana herî balkêş a pêvajoyê bû. Jixwe dem aku Mûsûl desteser kirin, DAIŞ jî derket pêş. Li mizgeftekê peyam da. Diyar kirin ku wê Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê ava bibe û bi pêş ve biçe. Artêşa Iraqê li hemberî van têk çû. Bi hezaran leşkerên Iraqî dîl girtin û kuştin. Leşkerên Şîî hilbijartin û gule li wan reşandin, serê wan jêkirin. DAIŞ diçû ku derê, hovîtî dikir, qetlîam dikir û dixwest wisa li ser mirovan serwer bibe. Bûbûn kabûsa hemû kesan. Ne bi tenê li Rojhilata Navîn li Ewropayê jî wisa bû. Li bajarên wekî Parîs û Amsterdamê DAIŞ bi komên 15-20 kesî diçûn balefirgehan, bi rihetî li balefiran siwar dibûn diçûn Stenbolê. Ji Stenbolê jî bi otobus an jî wesayîtên ku ji bo wan hatibûn diyarkirin bi awayekî transît diçûn Reqayê. Rêyeke mezin li ber wan hatibû vekirin.

Saziyên polîsan ma nedizanîn ku ev kesên bi komî tevdigerin DAIŞ’î ne?

Dizanibûn lê dest nedidan wan. Digotin ‘Bila dûrî me bin, jixwe diçin, em dest wan nedin’. Heke li nasname û pasaportên wan bipirsiyane, wê bidîtina ku ya piraniyan sixte ye. Lê çavê xwe ji vî tiştî re girtin. Welatên Ewropayê jî çavê xwe ji vî tiştî re girtin. Gotin ‘Bila biçin Iraq û Sûriyeyê, bila dûrî me bin’ û dest wan nedan. Ji wan ditirsiyan.

Fikra we ya derbarê têkiliya di navbera rejîma AKP û DAIŞ’ê çi ye?

Jixwe di warê îdeolojîk de têkiliya AKP’ê bi wan re heye. Heke têkiliya wan tunebe wê çawa ji Ewropayê werin Stenbol û Enqereyê û bi rihetî bi konvoyan ji ser deriyê sînor ê Akçakale û Tel Ebyadê biçin Reqayê. Gelek belge hene ku Tirkiyeyê bi wan re bazirganî û şirîkatî kirine. Xebatkarên Konsolosxaneya Mûsûlê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn girtin û piştre mirov bi selamtî vegeriyan Tirkiyeyê. Gelek dane û belge hene ku Tirkiye bi DAIŞ’ê re hevdîtin dikir û nêzî hev bûn.

DAIŞ li gorî stratejiyeke çawa tevdigeriya. Dema ku li ser axa Sûriye û Iraqê bûn, gelo çi pêk hat ku berê xwe dan Kurdistanê?

Dema ku DAIŞ’ê piştî Reqayê Mûsûl dagir kir, ev tişt wekî maketa xelîfetiya wê bû. Ji ber vê jî berfirehbûn û mezinkirin ji xwe re kir armanc. Lê DAIŞ’ê di vir de di warê stratejiya xwe de şaşiyeke mezin kir, li dewleta Tirk guhdarî kir, bi beralîkirina dewleta Tirk re plana xwe ya li ser Şam û Bexdayê guherand û berê xwe da Kurdan. Ev tişt di nivîsên di navbera DAIŞ’ê de jî wekî belge derketibûn holê. Ji ber daxwaza dewleta Tirk DAIŞ’ê berê xwe da Kobanê. Ne Şam lê Kobanê ji xwe re kirin hedef. Ne bi tenê Kobanê êrişên li ser Şengal, Mexmûr, Hewlerê û Kerkûkê jî li ser heman çarçoveyê pêk hat.

We xetereya li ser Başûrê Kurdistanê cara pêşîn çawa dît û di vî warî de we çi kir?

Cara pêşîn Rêber Apo bal kişand ser vê xetereyê. Perspektîfeke wî hebû ku li Şengalê li ser gelê me yê Êzidî gefeke mezin heye, divê em wan biparêzin. Ev ji bo me wekî talîmatekê bû. Şengal di bin kontrola hêzên Iraq û Başûrê Kurdistanê de bû. Mexmûr û Kerkûk jî wisa. Wê demê hin têkiliyên me bi hêzên Başûrê Kurdistanê re hebû. Me pêşniyaz li PDK û YNK’ê kir û ev tişt got “DAIŞ’ê Mûsûl desteser kiriye, li ser Başûrê Kurdistanê jî û li ser Şengalê jî xetereyeke mezin heye. Em dixwazin tevî hêza xwe li wir tevlî pergala parastinê bibin. Em dixwazin ji bo Şengalê hêzekê bişînin. Ji bo vê jî em dixwazin hûn rê vekin. Her du rêxistinan jî ev qebûl nekirin. PDK’ê got “Pêdivî bi tiştekî wisa tune, li Şengalê bi hezaran pêşmerge bi çekên giran tevdîra hewce stendine. Li ser Şengalê tu xetere tune, heke xetere hebe jî hêzên me yên parastinê bes in, wê bersiva pêwist bidin’ YNK’ê jî ji me re got “Niha pêdivî pê tune, dema çêbû em ê we agahdar bikin’. Bi tarzekî narîn pêşniyaza me red kirin.

Baş e we çi kir?

Lê belê em PKK, dema ku mijar parastina gel be, em ti carî xwe li gorî destûra hêzên li derveyî xwe xwe eyar nakin. Em her tim xwe dispêrin hêza xwe, li gorî derfetên xwe karê xwe plan dikin û dimeşînin. Ev ji bo me pîvaneke. Lewma tevî ku têkiliyên me hingî baş jî bû, ji bo karibin dest li rewşeke nebaş a li wir werde, bêyî destûra hêzên Başûrî jî me me komek ji hevalên xwe yên bi tecrûbe yên di asta fermandariyê de amade kir û şand. 12 hevalên xwedî tecrûbe ku berê gelekî di çapemeniyê de hate weşandin, bi berprisyariya fermandarê leheng hevalê Dilşêr herekol me şand Şengalê. Her wiha komeke ji 8 hevalan a ji asta fermandariya me bi berpirsyariya fermandarê leheng hevalê Têkoşer ku di têkoşîna me de keda xwe mezin e, şand Kampa Mexmûrê. Bİ heman rengî me komek şand Kerkûkê.

Bêguman hevalên me yên ku çûn dest bi amadekariyan kirin. Ji bo keşifkirina herêmê, naskirina qadê, perwerdekirina hin komên karibin li ber xwe bidin û amadekirina wan ji şer re, dest bi kar kirin. Li Mexmûrê ji xwe heta astekê bingeh hebû. Di vê navberê de me ji bazara Başûr çek kirîn û li Mexmûr, Kerkûk û deverên cuda amade kir.

Hevalên çûn Şengalê komek ji ciwanan a ji 9-10 kesan baş perwerde kirin. Hevalan herêm nas kiribûn. Lê belê ji hevalan 3 kes ji aliyê hêzên PDK’ê yên li Şengalê ve hatibûn girtin. Ya rast, yek ji wan ji bo karê civakê li wir bû. 2 jî ji koma ku me şandibû. Lê belê yên mayî, tevî çend hevalên li qada karên civakî heta astekê bi mirovên welatparêz re xebitîn. Di vê mijarê de roleke girîng a Şehîd Seîd Hesen hebû. Bİ taybetî hem bi xwe, hem jî malbat û eşîra wî di xwedîderketina li vê komê, veşartina wan, rênîşandana wan de karên gelekî hêja kir. Lewma Seîd Hesen di wê destwerdanê de xwedî ked û roleke gelekî girîng bû.

Dema ku DAIŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an êriş bir ser Şengalê, atmosfereke çawa hebû?

Wê demê DAIŞ’ê bi moral û motîvasyoneke mezin dest li her derê werdida û ti hêz nikarîbû li ber bisekine. Ne artêşa Sûriyeyê, ne ya Iraqê, ne pêşmerge ne jî gelek rêxistinên din ên li Sûriyeyê; ti ji wan nikarîbûn li ber DAIŞ’ê bisekinin. Hêzên pêşmerge nikarîbû zêde li ber êrişa li ser Şengalê bisekinin. Lewma bi lez dest bi terikandina Şengalê kirin. Dema ku em vê dibêjin, mebesta me ne teşhîrkirina hin kesan e. Ev rastiyek bû. DAIŞ ji aliyê psîkolojîk ve xwedî serweriyekê bû. Beriya ku biçe cihekî, ji bo tirsê bixe nava wê derê, destpêkê hin kom digirt, bi rengekî hovane serê wan jê dikir; bi vî rengî beriya ku bigihêje cihê dixwaze mirov ji wir direviyan. Hatibû radeyeke welê ku DAIŞ ji bo bajarên dixwaze bi dest bixe, berî biçe demek jê re diyar dikir. Heta wê demê yên ji wir direviyan ji xw edireviyan, yên diman jî gotin di cih de be; mifteya bajêr teslîmî DAIŞ’ê dikirin. Hêzên ku xwe vekişandin jî bêyî ku li hemberî DAIŞ’ê şer bikin yekser xwe vekişandin. Ji Mûsilê heta Mexmûrê 22 jîngeh hene û li hemûyan jî hêzên leşkerî yên Iraqê hebûn. Li van deveran fîşekek jî nehat teqandin û hêzên DAIŞ’ê xwe gihandin Mexmûrê. Li Kampa Penaberan a Mexmûrê li hemberî wan berxwedan hate nîşandan û hatin rawestandin. Yanî hêzên herî mezin jî xwe ji ber hêzeke bi vî rengî ya hov a DAIŞ’ê vedikişandin. Dewletên li Ewropayê jî nedixwestin ku li wan rast bên; digotin ‘bela ne, em nekevin belayê’. Hêzên li herêmê ji xwe nikarîbûn li ber bisekinin.

Êrişa li ser Şengalê çawa çêbû?

3’ê Tebaxê derdora saet 9’an fermandarê hêja Dilşêr Herekol xwe gihand me û ev rewşa metirsîdar ji me re ragihand. Me jî jê re got, ‘Eger em bi tabûran dest lê werdin, hûn ê karibin pêşengiyê jê re bikin? Hûn bi têrkerî qadê nas dikin? Hûn çiqasî lê serwer in? Di vê mijarê de rewşeke metirsîdar rû bide wê di kîjan astê de be, rêjeya windahiyan wê çawa be?’ Me jê pirsîn. Heval jî yekser bersiv da, got ‘Em amade ne; me herêm nas kir, heta astekê em lê serer in, ji dema ku hatine û vir ve em bi xurtî xebitîn’. Min jê pirsî ‘Li qada xwecihî kesekî bi we re dixebite heye?’ Hevalê Dilşêr got, “Ji bilî 9 ciwanên ku me li vir perwerde kir, kes nîne.” Ji me re got ku hevalê Memo tevî komek ji hevalan li Şengalê li cihekî dixebite, ew jî li Sinûnê ye. Piştre me fêhm kir ku dema bi me re diaxivî DAIŞ nêzî wî bû û di şer de ew axaftin bi me re dikir.

Bi kurtasî piştî ku got, “Eger hêz bê, ew ê karibe pêşengiyê ji hêzê re bike”, me jî got, “Temam, em vê êvarê tabûran bi rê dikin; tabûreke me amade ye, hûn ê vê êvarê pêşwazî bikin.” Ji ber ku hêzeke me ya tabûrekê bi rastî jî li ser xeta Rojava amade bû. Bi vî rengî me biryara destwerdanê dan. Bêguman danê nîvro me ev biryara xwe ji Hevserokatiya KCK’ê re ragihand; hevalan jî weke bersiv goti, “Di cih de ye; ya pêwîst çi be wê bikin.” Lİ ser vê yekê hêzên me ji bo dest li Şengalê werbidin, bi rê ket. Ew destwerdana li Şengalê ya tê zanîn bi vî rengî pêk hat. Çi sivîl çi jî leşkerî her kesî wê demê hewl dida ji Şengalê bireve, lê hêzên me ber bi Şengalê ve diçûn. Hevalên me bi pêşengiya hevalê Memo yê leheng ji bo xwe bigihîne koma hevalan a ji 4-5 kesan ku di şer de bûn, bi lez û bez, ber bi çiyayê Şengalê ve çûn. Her wiha hinekan diçûn heval hişyar dikirin digotin, ‘DAIŞ heye, hûn bi ku ve diçin?” Lê belê hevalan guh nedan kesî û bi lez xwe gihandin hevalên li Şengalê.

Di dema vê destwerdanê de planeke we ya çawa hebû?

Plana me beriya her tiştî ewlekirina Çiyayê Şengalê bû. Ji ber ku derdora wê deşt bû û di destê DAIŞ’ê de tank û wesayitên zirxî hebûn. Di destê me de ewqas derfet tune bûn. Lewma me plan kir ku ne deştê, lê çiyê biparêzin. Li gorî vê yekê me hêzên xwe xistin nava liv û tevgerê. Hêzên me jî dema ku gihîştin qadê dest bi ewlekirina çiyê kirin. Bêguman DAIŞ’ê jî dixwest çiyê bi dest bixe, gelek caran hewl dan, lê belê hevalan li wan dan û nehiştin. Ji xwe piştre 3 mehan ji bo çiyê kontrol bikin êriş kirin. Lê belê hunera hêzên me ya şer a li qadê ji ya DAIŞ’ê zêdetir bû. Di wî warî de zêde tecrûbeya wan tune bû. Lewma di şerê li çiyê de DAIŞ’ê fêhm kir ku li hemberî me nikare tiştekî bike. dawiya dawî wan li bajêr û deştê, me jî li çiyê serweriya xwe pêk anîn.

Hêzên YPG’ê bi çi rengî tevlî bûn? Destwerdana YPG’ê jî di vê astê de pêk hat?

Dema ku hêzên me li çiyê serwer bû, beriya her tiştî peyam ji xelkê Şengalê re hate dayin ku xwe bigihînin Çiyayê Şengalê. Her kesî berê xwe da çiyê. Bi taybetî xelkên li gundên deştê û bajêr berê xwe dan çiyê. Lê vê carê jî bi deh hezaran mirov li çiyê kom bûn; pirsgirêka xwarin û avê hebû. Ji bo vê jî me bang kirin. Lê belê piştgiriyeke cidî nehat. Hin helîkopter hatin ji hewayê av avêtin, lê belê vê avê têrê nekir, her wiha balyeyên avê bi ser mirovan ket û ji ber vê yekê 2 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Hindik mabû ku trajediyeke mezin a mirovî rû bide. Ji ber tîbûnê zarok û extiyaran jiyana xwe ji dest dan.

Li ser vê yekê me serî li Fermandariya YPG’ê ya li Rojava dan. Ew ji xwe di pêvajoya şopandinê de bûn; hevalên me şandin destpêkê derbasî Rojava dibûn, ji wir derbasî Şengalê dibûn. Me pêşniyar li wan kir ku piştgiriyê bidin, di navbera Şengalê û nehiya Rojava ya Cezaayê de korîdorekê vekin. Wan jî gotin, ‘temam’ û hêzên xwe xistin dewrê. Li wê derê kelehek hebû ku berê di destê Saddam de bû; DAIŞ’ê ew der bi dest xistibû. Hevalên li hundir gotin, eger ew der bê kontrolkirin wê korîdor pêk were. Êriş li ser wê derê hate kirin û hate bidestxstin. Hêzên YPG’ê li wir bi cih bûn û li seranserê xetê cihên pêwîst hatin kontrolkirin, bi vî rengî korîdor hate ewlekirin. Bi vî rengî korîdor pêk hat. Di encamê de jî mirovên ku berê hewl didan bi peyatî ji Şengalê derkevin, bi korîdorê re bûn xwedî derfet ku karibin êdî bi wesayitan derkevin.

Bawerim ji bo derketinê li Şengalê derfetên wesayitan tune bû…

Belê. Di vê mijarê de rêveberiya Rojava û xelkê Rojava qemyon, otobus, her kesên ku wesayitên xwe bûn, ji bo rizgarkirina xelkê Şengalê xistin dewrê. Bi vê bangê re bi rastî jî bi hezaran wesayit ketin dewrê. Bi vî rengî mirovên li Şengalê tî û birçî mabûn karîbûn derbasî Rojava bibin. Bêguman her wesayitê bi xwe re erzaq û av dianî. Ji 8’ê Tebaê heta 18’ê Tebaxê di nava 10 rojan de bi giştî 120 hezar mirov ji Çiyayê Şengalê debasî Rojava hatin kirin. Piştre jî dewam kir. Ev operasyoneke veguhastinê ya mirovî ya mezin bû ku dewleteke ji rêzê nikarîbû bi hêsanî bikira. Lê belê hêza gel, hestiyarî û derfetên xelkê me yê Rojava; her wiha parastina korîdorê ji aliyê YPG’ê ve, ewlekiirina Çiyayê Şengalê ji aliyê hêzên HPG’ê ve û koordînasyona fermandarekî zîrek mîna Egîd Civyan kir ku ev veguhastina mezin pêk were.

Wê demê hin mirov man ku ji korîdorê neçûn, li Çiyayê Şengalê bi hêzên we re man. Ev yek çawa pêk hat?

Wê demê em di wê baweriyê de bûn ku nebaş e ku xelk bi temamî ji Şengalê derkevin, eger bi temamî biçin veger hingî wê zehmet be. Me ev yek bi pêşengê xwe yê hêja bi hevrêyê xwe Zekî Şengalî re parve kir. Wî jî guncaw dît. Ji xwe fermandarê hêzên destwerdanê hevalê Egîd Civyan jî li Şengalê pêvajo bi rê ve dibir. Me ev pêşniyar li hevalên Egîd û Dilşêr kirin, me got ku hejmarek ji mirovên dikarin hevalên me li wan binere bimînin. Ji ber ku korîdor hatibû vekirin, heta astekê erzaq jî dikarîbû bihata veguhastin. Ji xwe eger hejmareke zêde mirov bima wê zehmet bûya ku bersiv ji pêwîstiyên wan re bihata dayin, lê belê me ji hevalan re ragihand ku derdora 10 hezar kes bimîne wê karibin bersiva pêwîstiyên wan bidin. Wan jî bi hevalê Seîd Hesen re nîqaş kirin; Seîd Hesen ji wan re got ku ew, malbat û eşîra wî dikarin bimînin. Her wiha hin malbat û eşîrên din jî ev pêşniyar qebûl kirin; li ser vê bingehê li Kampa Serdeştê 10 hezar kes man; xelkê me yê din hemû ber bi Rojava ve hate veguhastin.

Piştî ku mirov ji korîdorê derketin, korîdor hate girtin. Di vê pêvajoyê de çi qewimî?

Wê demê terorîstên DAIŞ’î ji bo çiyê bi dest bixin, ji baskên cuda ve dest lê werdan, yanî êriş kirin. Şer qewimî. Lûtkeyên Şengalê di destê hêzên me yên HPG’ê de bûn. Hemû destwerdanên DAIŞ’ê hatin şikandin. Dema ku bi vî rengî bû, weke ku bêjin ‘Hûn kî ne; dewlet bi xwe nikarin li hemberî me bisekinin, hûn çawa dikarin ku li hemberî me bisekinin’ bi hêzeke hîn mezin êrişî hêzên li korîdorê kirin. Hêzên YPG’ê li hemberî vê êrişê tengav bûn. Şehadet çêbûn. Her wiha hêzê li kelehekê ji aliyê DAIŞ’iyan ve hatin dorpêçkirin, lê belê bi êrişeke dijber a berfireh hevalên li wê derê hatin rizgarkirin. Dawiya dawî hêzên ku parastina korîdorê kirin neçar man ku xwe vekişînin û korîdor hate girtin.

Ya esasî ji bo korîdorê ji aliyê Rojava bigirin giranî dan ser bajarê Cezaayê. YPG’ê li wir berxwedaneke mezin nîşan dan. Eger Cezaa bi dest xistibûna, dikarîbûn korîdorê bi temamî bigirin, lê belê nekarîn Cezaayê bi dest bixin. YPG’ê li wir berxwedaneke mezin nîşan dan; hema bêje hemû avahî û malên li Cezaayê xera bûn. Tenê li wê derê derdora 80 şervanên YPG’ê şehîd bûn, lê belê Cezaa hate parastin. Lê belê di vê pêvajoya şer de korîdora ber bi Şengalê ve hate birîn. bi vî rengî çiyayê Şengalê hate dorpêçkirin. Êdî ji bejahî ve xwegihandina wê derê nepêkan bû. Ji hewayê ve helîkopterên Iraqê çend caran çû û hat. Lê belê bi têrkerî erzaq hatibû bicihkirin. Hevalên me û gelê li wê derê 3 mehan bi vî rengî dorpêçkirî man. Dema ku DAIŞ’ê Çiyayê Şengalê dorpêç kir, jê hebû ku wê encamê bi dest bixe, lewma êrişên xwe dewam kir. Lê belê êriş hemû hatin şikandin û ti encam bi dest nexistin.

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button