Şêwra Jinên Êzidî û Ereb bi astengiyan destpê kir  

Şêwra Jinên Êzidî û Ereb ya bi pêşengiya TAJÊ û bi dirûşma, “Yekîtî û têkoşîna jin wê parastina jinê mîsoger bike” tevî astengiyên hêzên Iraqê bi beşdariya gelek jinan destpê kir. Nîqaşên germ li ser êrîş û femranêhikûmeta Kazimî jî destpê kir.

Îro di saet 09.00’an de Şêwra Jinên Êzidî û Ereb (Iraq) ya bi dirûşma, “Yekîtî û têkoşîna jin wê parastina jin mîsoger bike” bi pêşengiya Tevgera Jinên Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navçeya Til Izêr destpêkir.

Mijara sereke ya şêwra jinan fermana 3’yê Tebaxa 2014 û zirerên ku daye jinên Êzidî û jinên Iraqê ye. Her wiha rêyên têkoşîna hevpar û çareserî wê weke beşeke din a girîng a şêwra jinan were gotûbêjkirin.

Li gorî agahiyên komîteya amadekar ya şêwrê, hatibû plankirin ku du roj şêwir berdewam bike, lê ji ber hêzên Iraqê rê nedan gelek ji van rêxistinan derbasê Şengalê bibin û ji Mûsilê vegeriyan 20 rêxistinên ku hatibû vexwendin nekarîn tevlî bibin.

Hate gotin weke hincet jî liv û tevgera DAÎŞ’ê û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk hatine nîşandan û ji ber vê jî destûr nedane rêxistin beşdarê şêwrê bibin. Ancax tevî hemû astengiyan jî çalakvanên jin ên Ereb yên Bexdayê, Endamên Eniya Têkoşîna Demokratîk ji Mûsil, Rêxistina Pêşveçûna Jin û Tevna Alîkariya Jinên Êzidî tevlî şêwrê bûne.

Şêwra jinên Êzidî û Ereb li gel beşdarbûna hejmareke diyar a jinan, gelek jin jî li Herêma Kurdistanê û derve bi şêwazê online beşdarê nîqaşan dibin. Nîqaş di van saetan de dewam dike.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button