Jinên Êzidî: Ciwanên me bê sucin, berdin 

Nerazîbûna li dijî girtina sê ciwanên Êzidî ku zêdetirî meheke ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin, zêde dibin. Jinên Êzidî dan zanîn ciwanên hatine girtin, bê sucin û gotin, divê Êzidî xwedî li mafên xwe derkevin, rabin ser xwe û van zextan li ser xwe qebûl nekin. Her wiha gotin, Civaka Êzidî tenê bi yekbûn û tifaqê dikarin xwe ji êriş û qetlîaman bi parêzin.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî xwestin di 20’ê Kanuna 2021’an de bi pirtûkxaneyek gerok, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gund û navçeyên Şengalê li welatiyan belav kirin. Di roja 3’yemîn de, ciwan ji aliyê polîsên Iraqê ve li Sinunê hatin astengkirin. Polîsan bêyî ku hîncetekê nîşan bidin, rê li ciwanan girtin û 3 ciwanên bi navê Salim Dawid Silêman (17), Elî Xêrî Eliyas (21)  û şofêrê wan Xwedêda Hecî Heyder jî girtin.  Tevî  ku rayedarên polîsa îdîa dikirîbûn ku  ewê di nava demek kurt de ciwana berdin lê  heta niha ev ciwan nehatine berdan.

Nerazîbûna xelkê Şengalê ya li beramberî girtina ciwanên Êzidî zêde dibe. Derbarê girtina ciwanan de jinên Şengalî ji Rojnews re axivîn û dan zanîn ew ti carê girtina ciwanên xwe qebûl nakin.

Jina bi navê Dilo Borîk destpêkê da zanîn ew wek Êzidî ti demê qebûl nakin ciwanên wan werin girtin û wiha got: “Ew zarokên Şengalê ne, axa xwe diparêzin. Heqê tikesî li wan nîne. Artêşa Iraqê radibe ciwanên me digrin. Xelkê me nikare meşek bike, nikare rihet karekî xwe bikin, diçin pêşiya wan digrin û dibin Musil, bernadin. Heqê wan nîne wiha li xelkê me bikin.”

Dilo bang li civaka Êzidî kir ku xwedî li mafên xwe derkevin, rabin ser xwe û van zextan li ser xwe qebûl nekin. Dilo got; “Heger zûde gelê me rabûya ser xwe, yek dest bûna, dilê wan yek bana, dûbare tiştan jiyan nedikirin.”

‘Dema fermanê hûn li ku bûn? ’

Jina bi navê Filosa a ji bajaroka Duhola ye, xwest ciwanên Êzidî demildest bêne berdan û wiha got; “Ji ciwanên me 2 li Tilafer hiştin e, yek jî li Musulê sekinandine. Em dixwazin ciwanên  me berdin. Zarokên me ne. Ciwanên me mafê xwe, civaka xwe diparêzin û têne girtin. Bila li pey yên xwedî sûcin bikevin û wan bigrin.”

Filosa bal kişand ser hinceta binçavkirina ciwanan û got wana tinê pirtûk belavkirine û ev yek jî ne suce û xwest bo ciwanan kar û xebatên pêwîst bi lezgînî bêne kirin.

Filosa di dewamê de nerazîbûna xwe ji ber ketina artêşa Iraqê ya nava gund û bajarê Şengalê anî ser ziman û wiha pêde çû; “Di aliyekê de artêşa xwe tînin dixin nav bajar. Jin, keç û mirovên me nikarin bi rihetî biçin dikanên xwe. Em ne muxtacî wanin. Bila neyên nav me.”

Filosa da zanîn dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an li Şengalê qewimî, birînek gelekî kûr di dilê civakê de vekiriye û artêşa Iraqê wana neparastiye. Filosa got; “Dema 3’yê Tebaxê hûn li kuderê bûn. Em bi xwe xwe diparêzin, zarokên me me diparêzin. Em ne muxtacî wanin.”

‘Yê aramiya Şengalê xira dikin ewin’

Jina bi navê Kamo ku endama Meclîsa Gel a Duhola ya got ew girtina wan ciwanan bi hinceta ku pirtûk belavkirine, qebûl nakin. Kamo diyarkir; “Pirtûk belavkirin ne tiştekî şaş bû. Li tevahî cîhanê pirtûkên Serok Apo tên belav kirin. Beriya em bikevin serê salê ciwanên me girtine heya îro. Her roj digotin em ê berdin, lê hîna ne berdane.”

Kamo da zanîn artêşa Iraqê ew ciwanên ji fermanan filitîne digre û dibe û wiha pêde çû; “Yek ji ciwanan birine Musul. Dema ew ciwan biçûk bûn DAIŞ êrîş kirîbu. Îro bi DAIŞ tên tometbar kirin. Hem dema çeteyên DAIŞ êrîşê Şengalê kirin artêşê jî tiştek bo me nekirin. Îro Şengal bê wan arame. Yên berê de jî girtî di destê wan de hene. Ji bo wan jî simkart hincet nîşan dan û gotin sucdarin.”

‘Bi yekbûn û tifaqê dikarin ji qetlîaman rizgar bibin’

Kamo siyaseta hikûmeta Mistefa Kazimî ya li beramberî civaka Êzidî jî jî rexne kir û got: “Kazimî serdanek bo civaka Şengalê pêk neaniye û veşartî heya herêma ku Erebên li Şengalê jiyan dikin pêk aniye. Diviyabû Kazimî serdana Şengalê bi xwe jî kiriba. Ji gel pirskirîba ka çi pêwîstiyên herêmê hene. Bila hatiba weke mirovan, pirskiriba ji were çi pêwîste. Em jî Iraqî ne. Wek nasname em Iraqî tên dîtin, lê me wek Îraqî qebûl nakin. Tim qetlîaman layiqî me dibînin. Encex bi yekbûn û tifaqê em dikarin ji van qetlîaman rizgar bibin.”

Di dawiyê de jî Kamo xwest li hemberî hewildanên pêktên civaka Êzidî jî hişyar tevbigere û yekbûna xwe çêbikin.

BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button