YBŞ’ê nasnameya şervanekî şehîd eşkere kir 

Fermandariya YBŞ’ê ragihand ku hevrêyê wan Kawar Hebabî ji ber nexweşiya gurçikê di 26’ê Çileyê de şehîd bûye û ev peyam da: “Doz û rêya ku hevrê Kawar Hebabî heta dawî pê bawer kir û bê tereddût meşiya, em ê jî li ser vê bingehê ala berxwedanê hilbigrin û bi serketinê ve tacîdar bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) daxuyaniyek weşand û ragihand ku şervanê wan Cemal Mirad Xelef bi nasnav Kawar Hebabî ji ber nexweşiya gurçikê şehîd bûye.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Hevrê Kawar Hebabî ji ber nexweşiya gurçikê 26’ê Çileya 2022’an şehîd bû.

Kawar Hebabî ku nexweşiya gurçikê pê re hebû û çend roj bû li nexweşxaneyê dihate dermankirin, hewldanên ji bo xilaskirina wî bê encam man û jiyana xwe ji dest da.

Hevreyê me Kawar Hebabî ji bo hilanîna tola komkujiyên li gelê me hate kirin, tevlî nava refên YBŞ’ê bû. Ji bo careke din zilm û zordarî li gel û civaka herêmê neyê kirin, hevrêyê me Kawar bi biryardarî tevlî rêya şervanên azadiyê bû. Tevî ku 2 sal bûn tevlî bûbû, bi beşdariya xwe ya li nava jiyanê û kar, ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Bi kesayetiya fedakar û wêrekî, hevreyê Kawar ji roja tevlîbûnê heya roja şehadetê çi kar ketibû ser milê wî, bê teredût û bi şêwazekî ziravtî de bi awayekî serketî bi cîh dianî.

Em ji malbata hevrê Kawar sersaxî dixwazin û dibêjin soza ku me daye ji bo şehîdên xwe em careke din dubare dikin. Doz û rêya ku hevrê Kawar Hebabî heta dawî pê bawer kir û bê tereddût meşiya, em ê jî li ser vê bingehê ala berxwedanê hilbigrin û bi serketinê ve tacîdar bikin.

Nasnav: Kawar Hebabî
Nav û paşnav: Cemal Mirad Xelef
Navê dayik û bav: Mirad – Mihbet
Cih û dîroka şehadetê: 26’ê Çile 2022 – Şengal

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button