Hevdîtinên şandeya xelkê me li Bexda yê didome

Şandeya Şengalê li Bexdayê herî dawî li gel Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nurî Malikî, Serokê Tevgera Encaz Babilyon Şêx Riyan û Baqir Elzibeyîdî re civiyane

Di 18’ê Çile de Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Hûlûsî Akar û Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Yaşar Guler serdana Bexda û Hewlerê kir û gelek rêze hevdîtin pêkanîn. Piştî Akar û Guler bi heyeta pêre vegeriyan Tirkiyê gev li ser Şengalê xwarin kû ewê êrîş bikin.

Li ser van pêşketinên dawî re şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê li Bexdayê ye û rêzehevdîtinan pêktîne. Şandeyê ku têde nûnerê PADÊ, nûnera TAJÊ, Nûnerê Desteya Eşayîrî ya Şengalê û nûnerên Meclîsa Rêveber a Şengalê cih girtiye herî dawî dûh li gel Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nurî Malikî, Serokê Tevgera Encaz Babilyon Şêx Riyan û Baqir Elzibeyîdî re civiyane.

Hate hînbûn ku mijara sereke ya civînê gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û wergirtina helwesta aliyên Iraqî ya li beramberî binpêkirinên li ser serweriya axa Iraq û Xweseriya Şengalê bûye.

Tê payîn ku yê şandeya Şengalê di rojên pêş de jî li Bexdaye û wê li gel çend aliyek din ên Iraqî hevdîtinên xwe bidomîne. 

Show More
Back to top button