Ji konê sersaxiyê peyama Şengaliyan: Hun li rê em li pê!

Ji bo Fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn li Xanesorê konê şînê hate danîn û kesên serdana kon kirin peyama “Em bi şehîdan xurt dibin, hun li rê em li pê” dan. Her wiha PDK’ê bi hinceta ku PKK’yî ye rê neda ku konê şînê ya Ş.Enver Tolhildan li kampekî Êzidiyan a bi ser Duhokê ve were danîn.

Di 21’ê Çileyê de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Geliyê Şilo fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enver Tolhildan şehîd ketin. Ji bo her du cangoriyên Êzidxanê duh li Çiyayê Şengalê merasîmeke bi heybet hate lidarxistin û Şengalî her 2 cangoriyên xwe spartin axa pîroz.

Îro jî ji bo Fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn, li Xanesorê li ber derê malbata wî konê şînê hate danîn. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, şervanên YBŞ’ê û gelek kesên ji cihên cûda yên Şengalê serdana konê şînê kirin.

Yek ji rêhevalên Azad Êzdîn, Zerdeşt Rêvîn diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji dîrokê ve ye dijminê ola civaka Êzidî ye û got: “Em wek rêhevalên wî emê li ser doza hevalê Azad û hemû şehîdan bin. Kesên ku di vê rê de bimeşin mirin nayê bîra wan. Ew ji bo xweseriya Şengalê xwedî armanc bûn. Çi dibe bila bibe serkeftin ya me ye.”

‘Hikumeta Iraqê li hemberî êrîşan bêdeng e’

Kalemêrê Êzidî Hecî Xelef jî yek ji wan kesan bû ku hatibû konê şînê. Hecî Xelef jî balê kişand ser bêdengiya hikumeta Iraqê û wiha axivî: “Artêşa Iraqê şar bi şar li Şengalê bicih bûne û bêdeng in. Em Iraqê jî rexne dikin. Emê evçend canê xwe bidin û heqê me nebe, ev ne di cihê xwe de ye.”

Birayê Ş.Azad Êzdîn, Rojhat Qîranî jî diyar kir ku ew bi şehadeta pêşengên civaka Êzidî serbilind in û ev peyam da: “Birayê min bû, hevalê min bû, fermandarê min bû. Em dibêjin, rêheval Azad silavên me bigihîne heval Dijwar, heval Seîd, heval hemîd. Hun li rê em li pê. Wan ji bo vê axa pîroz canê xwe feda kirin.”

‘Bila dijmin baş zanibe em bi şehîdan naşkên’

Dilşêr Şengalî jî yek ji rêhevalên her du cangoriyan e ku bi hevre têkoşînê meşandine. Dilşêr Şengalî jî destnîşan kir, her 2 cangorî jî di pey fermana 2014’an de çeka rûmetê rakirine û wiha berdewam kir: “Di ber xîret û kerameta Êzîdxana pîroz de wan çek rakir. Em hikumeta Iraqê jî rexne dikin. Em Êzidî ne û Iraqî ne. Serweriya Iraqê nine, dewleta Osmanî tê û êrîşan dike. Em şagirtên Ş.Azad, Ş.Enver, Ş.Dijwar, Ş.Zerdeşt in. Bila dijmin baş zanibe, em bi şehîdan naşkên em xurt dibin. Ew nikarin hêza Asayîş, YBŞ-YJŞ tasfiye bikin.”

‘PDK’ê destûr neda ku konê şînê li kampa Êzidiyan were danîn’

Malbata Ş.Enver Tolhildan jî xwest ku konê şînê li kampek Êzidiyan a bi ser Duhokê ve deynin. Lê rayedarên PDK’ê bi hinceta ku Enver Tolhildan PKK’yî ye, destûr nedan ku malbat konê şînê deyne. Piştî vê rêgiriya PDK’ê malbatê biryar daye ku konê şînê li Xanesorê deynin.

Wê konê sersaxiyê ya her du şehîdan 3 roj berdewam bike.

Şengal

Show More
Back to top button