‘Şengal sembola Êzîdxanê ye, divê gelê me li hemberî êrişan rabe’ 

Xelkê Şengalê li hemberî êrîş û planên li ser wan têne meşandin amadekariya meşeke girseyî dikin. Endamên saziyên civakî diyar kirin ku dijmin dixwaze civaka Êzidî careke din parçe û belav bike û ev bang kirin: “Şengal remzê Êzîdxanê ye, Şengal nebe Êzdiyatî namîne. Divê gelê me rabe û li hemberî êrîşan bisekine.”

Li Şengalê bi taybet piştî hilbijartinên Iraqê êrîşên li ser Şengalê zêde û berfireh dibin. Bi taybet PDK ku xwe êdî wekî parçeyek ji hikumeta nû ya Iraqê dibîne zext, hewldan û provokasyonên xwe bilind dike. Li gel vê, hikumeta Kazimî jî zextên li ser Şengalê gihandiye merheleyeke nû ku ev hefteyek e artêşa Iraqê bi fermana Kazimî hêzeke mezin bicih kiriye û dikevin nav hewldanên provokatîf.

Herî dawî jî duh balefirên biçêk ên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker êrîşê wesayîta şervanên YBŞ’ê kir û di encamê de 2 şervan şehîd ketin, 2 jî birîndar bûn. Li gor nêrîna gelê Şengalê ev hemû êrîş jî bi hev ve girêdayî ne û armanc di çarçoweya plana 9’ê Cotmehê de, belavkirina Rêveberiya Xweser û teslîmgirtina îradeya civaka Êzidî ye.

Li hemberî van êrîş û planan, civaka Êzidî amadekariya pêngaveke çalakiyên demokratîk dike. Di 23’yê Çileyê de saet di 13:00’an de li Sinûnê li Qada Şehîd Zerdeşt, bi beşdariya hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, oldar û eşayirî û gelê Şengalê ve wê meşeke girseyî were lidarxistin û wê gelê Şengalê bi vê meşê re helwest û peyama xwe bigihîne raya giştî. Rêvebir û endamên saziyên civaka Êzidî jî banga beşdarbûnê li hemû civaka Êzidî û gelê Şengalê kirin.

‘Divê gelê me rabe û li hemberî van hêzan bisekine’

Cîgirê Hevserokê Meclîsa Gel a Dîgurê Kamil Şengalî balê kişand ser liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Şengalê û got: “Rola esasî ya artêşê ne ew e were nava gund û bajaran. Esasê artêşê derveyî gundan, xeta sînor e. Divê gelê me rabe û li hemberî van hêzan bisekine.”

‘Dixwazin careke din gelê me parçe û belav bikin’

Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Ilyas jî bang li gel kir ku xwedî li îradeya xwe derkeve û wiha axivî: “Îro dixwazin li Şengalê tevliheviyê çêkin. Dixwazin car din gelê me wekî 2014’an parçe bikin û belav bikin. Ew dijminê ku vê civakê parçe kir îro dixwaze civakê rêvebibe. Lazim e gelê Êzidî li dîroka xwe, axa xwe xwedî derkeve. Şengal remzê Êzidxanê ye. Heger Şengal nebe Êzdiyatî nîne.”

Li hemberî van êrîş û planan herî zêde jî dayikên Êzidî xwedî helwest in. Yek ji wan dayikan Zozan Şengalî jî balê kişand ser zextên li ser civaka Êzidî û wiha got: “Ev 7 sal in Êzidî li ber xwe didin, xortê Êzidî li ber xwe didin. Hatin xortên Êzidiyan li Sinûnê girtin. Em wek dayikên Êzidî vê qebûl nakin.”

‘Bila bela xwe ji Êzidiyan vekin’

Zozan Şengalî bertek nîşanî propagandaya reş a li hemberî Şengalî tê meşandin jî da û wiha berdewam kir: “Dibêjin hêzên ne yasayî li Şengalê ne, hêzên ne yasayî û ne qenc ew bi xwe ne. Artêşa Iraqê ev çend roj in têne Xanesorê, Sinûnê. Ji xelkê Şengalê bêtir hatine. Bila bela xwe ji Êzidiyan vekin. Zarokên me parastina me dikin, em ne hewce ne ku werin parastina me bikin. Têne kolan bi kolan digerin, xêr e? Em Êzidî ne. Me navê artêşa Iraqê evçend di nav me de bigere.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button