Rêveberiya Xweser a Şengalê: Bi hezaran ciwanên Êzidî li ser rêya Zerdeşt Şengalîne

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî Fermandar Şehîd Zerdeşt Şengalî bi bîr anî. Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got; “Raste fermandarên me şehîd bûn, lê îro bi hezaran keç û xortên Êzidî li ser rêya wan, ji bo Şengalek xweser li ber xwe didin û têdikoşin.”

Îro 2. Salvegera şehadeta Feramandar Zerdeşt Şengalî ye. Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyek nivîskî fermandar Zerdeşt Şengalî bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

“Em derbasî 2. salvegera şehadeta pêşengê gelê xwe fermandar Zerdeşt Şengalî dibin. Fermandar Zerdeşt bi hêz, zanebûn û baweriya Êzidîtayê, ji bo rêxistinkirina civaka Êzîdî û ciwanên wê, ji despêka Feremana 3’ê Tebaxa 2014’an ve pêşengtî kir. Ji bo ku tola  keç û jinên Êzidî ku dîl ketibûna destê çeteyan de, li gelek qadan  têkoşîn kir, yek ji cihên ku bi berxwedaniya xwe mohra têkoşînê lêxist, paytexta DAIŞ’ê Reqa bû. Şehîd Zerdeşt zarokê fermana, rêhevalê Dilşêr ,Egîd û Berxwedana bû. Ne tenê di qada leşkerî de belkû di nava tevahiya civaka Êzidî  û pêkhateyên Şengalê de bê navber kar dida meşandin û bibû yek ji şopdarê Mam Zekî Şengalî. Bi hêz, îrade û cesareta xwe dijmin lerizandibû. Ji bo gelê wî êdî bibe xwedî îrade û karibe di her milî de xwe bi xwe bi rêve bibe, kedekî mezin da. Ji bo Şengalek xweser û azad çi ji destên wî dihat dikir. Yek ji wan kesan bû ku di Şengalê de pêşengtî ji rêxstinbûna ciwana re dikir ku ciwanên Êzidî li ser fikir û ramanên Rêber APO xwe zane bikin û di ber civaka xwede bibin xwedî berpirsiyartî.

Dijmin û hevkarên DAIŞ’ê Zerdeşt li hemberî pilanên xwe ên li ser Şengalê û Êzdiyan, xeter didîtin, lewma hedef girtin. Di 15’ê Çileya 2020’an de  Fermandarê Êzidxanê Zerdeşt Şengalî,  birayê wî Cîlo, Pîr Hemîd û Êzdîn bûn hedefa dijiminê Ola Êzdiyan, Dewleta Tirk.

Cîlo bi ruhê ciwanên Êzidî di temenê xwe ê ciwantiyê de bi erk û berpirsiyartî reba. Îradeya ciwanên Êzidî û kîna wan a li himberî dijimin da nîşanda. Pîr Hemîd Pîrê Êzdiyan û Êzdîn Şengalî jî ji despêka fermanê de li kuderê hatiba xwestin li wir bû. Ji bo gelê Êzidî pêşengên artêşeka mayînde bûn. Bi dawî hatina DAIŞ’ê re jî li herêmê her di nava kar û xebatên leşkerî debûn û ji bo perwerdekirina ciwanên Êzidî bibûn xwedî ked.

Mixabin di bin serweriya Iraqê de ev zarokên Êzdiyan hatin hedefgitin. Wek hercarê  li himberî  vê êrîşê jî Iraq bêdeng ma. Tê zanîn ku Zerdeşt Şengalî yek ji fermandarên Heşda Şabî bû, tevî jî Iraq dijî êrişê bêdeng ma. Di virde hate xuyakirin ku ev êrîş ne bê agahiya Iraqê hatiye kirin. Ne tenê Iraq bê deng ma belku di roja meya îro de jî Iraq bi erka xwe ranebuye û bi nêzîkatiyên xwe hestên civaka me birîndar dike. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê ji gelê xwe û raya giştî re didin diyakirin ku me ji bo bîranîna heval Zerdeşt û  rê hevalên wî biryar dabû di vê rojê de li Navenda Şengalê, bi merasimekê Şehîdên xwe bi bîrbînin û li Şengalê peykerê Şehîd Zerdeşt deyinin, lê ji roja despêkê heya îro jî Iraqê dijbertiya xwe ya himberî danîna vî peykerî nîşan da. Heya hikumeta Kazimî nedihişt, ev peyker di Şengalê bê danîn. Em vê helwesta Iraqê bi tundî şermezar dikin û didin diyarkirin ku ev nîzîkatî nakeve xizmeta gelê me, vegera gel û avakirina Şengalê. Belku hikûmeta Kazimî bi van tevliheviyên li Şengalê derdixwe wisa dike ku aramiya heyî ji holê rake. Me wek Rêveberiya Xweser hemberî van provakasyonên hikûmeta Kazimî hewil da rê li ber buyerên mezin bigirin ji ber wê jî me hewl da em aramiya Şengalê biparêzin.

Di dawiyê de em  bang li hikûmeta Kazimî dikin ku bi van nêzîkatiyên xwe êdî hestê civakên li Şengalê birîndar neke û rêzê li Şehîdên gelê me bigre. Em vê helwesta li himberî danîna peykerê Şehîd Zerdeşt wek bê rêzî  bi xwîna şehîdan dibînin û ev yek ji aliyê gelê meve nayê qebûlkirin. Carekî din em sersaxî ji tevahiya gelê xwere dixwazin. Raste Zerdeşt, Seîd,Merwan û bi dehan hevalên me canê xwe di rêya Tawîsî Melek dan û şehîd ketin, lê niha bi hezaran keç û xortên me li ser xeta wan têkoşîna wan dewam dikin. Pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan, avakirina Şengalek xweser û azad wê teqez pêk were.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button