Şandeya Rêveberiya Xweser a Şengalê li Bexdayê ye

Di nava şandeyê de nûnerê PADÊ, nûnera TAJÊ, Nûnerê Desteya Eşayîrî ya Şengalê û nûnerên Meclîsa Rêveber a Şengalê hene

Di 18’ê Çile de Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Hûlûsî Akar û Fermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Yaşar Guler serdana Bexda û Hewlerê kir û gelek rêze hevdîtin pêkanîn. Piştî Akar û Guler bi heyeta pêre vegeriyan Tirkiyê gev li ser Şengalê xwarin kû ewê êrîş bikin.

Di hevdîtinan de li ser çi hate axaftin ji raya giştî re nehatiye parvekirin. Lê belê eşkere jî bûye ku mijarek sereke jî pêkanîna peymana hewler-Bexdayê li ser Şengalê bû.

Bi van pêşketinên dawî re şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana Bexdayê kir. Hate zanîn ku şande li Parlamentoya Iraqê li gel aliyên siyasî civiya ye.

Hate ragihandin ku di nava şandeyê de nûnerê PADÊ, nûnera TAJÊ, Nûnerê Desteya Eşayîrî ya Şengalê û nûnerên Meclîsa Rêveber a Şengalê hene.

Şande li Parlamentoya Iraqê li gel Hevpeymaniya Hêviya Kurdistan û Hevpeymaniya Teyar a Nîştimanî civiya. Di civînê de têkildarî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya di beramberî van gef û êrişan de hatiye axaftin. Her wiha daxwazên Civaka Êzidî yên ji bo Xweseriya Şengalê jî hatine nîqaşkirin.

Hate eşkere kirin ku wê hevdîtinên şandeyê li Bexdayê berdewam bikin.

Show More
Back to top button