Jinên şoreşger li Şengalê hatin bibîr anîn

Jinên Şoreşger Sakîne, Fîdan û Dogan li Şengalê hatin bibîr anîn. Di merasîmê de hate gotin; “Bi keda şehîd Sara îro em jinên Êzidî li ser linganin, îro em rêya jinên berxwedêr û qehreman dişopînin. Heval Sara ji bo me tevahî jinan bû mînak, wê civaka Êzidî rêya jinên berxwedêr bişopînin.”

Yek ji damezirînera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li navenda Parîsê hatin qetilkirin. Li seranserê Kurdistanê jinên şoreşger bi çalakiyên cûda têne bibîr anîn.

Li Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 3 jinên şoreşger bi merasîmekê hatin bibîr anîn. Di merasîmê de tevî endamên Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê, endamê TAJÊ, şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê jî amade bûn.

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Heco û Fermandara Giştî ya Hêzên YJŞ’ê û YBŞ’ê Viyan Hebabî axivîn.

Destpêkê endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico axivî û behsa kesayeta şehîda Sara û hevalên wê kir; “Me destana qehremaniya Şehît Sara piştî fermanê naskir. Lê me şervanên Şehît Sara naskir, di fermanê de rêhevalên Şehît Sara bi hewara me ve hatin. Şehît Sara ji pêkhateya Elewiya bû, ew jî xwedî dîrokek kevnare weke me Êzidiyan li Dersimê jî pêkhateya Elewî ferman jiyan kirine. Ji bo wê em dizanin bingeha lehengiya jiyana Sara bi dîroka wê ve girêdayî ye. Heval Sara bi Rêber Apo re hevaltî kiriye û di girtigehê de rastî êşkenceyên gelek mezin hatiye.”

‘Dijmin jina azad hedef digre’

Riham Hico di berdewamiya gotinên xwe de qala berhemên lehengiya Şehît Sara jî kir û wiha got: “ Berxwedaniya heval Sara û rêhevalên wê Tevgera Azadiyê gihandiye vê astê. Bi keda Heval Sara îro em jinên Êzidî li ser linganin, îro em jî rêya jinên berxwedêr û qehreman dişopînin. Heval Sara bû minakek ji bo me tevahî jinan. Em jî wê heya dawiyê ji bo azadiya jinan û civakê têbikoşîn. Emê tola Sara û rêhevalên wê li erdê nehêlin ji ber komploya li ser heval Sara, komkujiya Dersimê, komploya ser Rêber APO jî bi Fermana 74’an ve girêdayî ye. Dijminên me dixwazin her kesên ji bo azadiyê têdikoşin, tine bikin. Dijmin xwest di şexsê heval Sara de derbeyê li tevahî jinan û her wiha li civaka Elewî bide. Di roja îro de jî li her devera ku bi fikrê Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin dijmin dixwaze wê civakê tune bike.

Fermandara giştî ya hêzên YBŞ û YJŞ’ê Viyan Hevabî jî balkêşa ser kesayet û têkoşîna şehîd Sara û got:  “Em di kesayeta Sara, Rojbîn û Ronahiyan de tevahî şehîdên doza azadiyê bi bîrtînin.  Tevahî cîhan ruyê dewleta Tirk dizanin, em tev dizanin dewleta Tirk ji bo civakan tune bike despêkê pêşengên wê dike armanc. Di şexsê heval Sara de dijmin vîna jina azad armanc girt.”

‘Sara sembola jina azade’

Fermandara giştî ya hêzên YBŞ û YJŞ’ê Viyan Hevabî di dawiyê jî got; “Li beramberî pergala baviksalarî despêkê Rêber Apo têkoşînek ya kur da meşandin, heval Sara sembola vîna azade. Hevala Sara jî di gavên despêkê yên avabuna Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de hevaltiya vê rêya bi Rêbertî re kir, Ji bo wê herî zêde  li beramberî  pergala mêr li bermberî fikra desthilatdar heval Sara xwedî vineke mezin bû.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button