Çalakiya li Şengalê berdewam e

Çalakiya xelkê me ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirîn, di roja xwe ya 54’an de bi biryardariyek mezin berdewam dike

Çalakiya xelkê me ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirîn, di roja xwe ya 54’an de bi biryardariyek mezin berdewam dike. Welatiyên me di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalaki bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin rojane bi serdanen xelkê me didome.

Endamê Saziya Çand û Hunera Şengalê Sofyan got ku çalakiya wan ne dijî zagonên Iraqê ye û got ku ew xweseriya Şengalê dixwazin.

Endamê Çand û Hunera Şengalê Sofyan Şengalî têkildarî çalakiya destekdayîna asayişa Êzidxanê ji rojnews re axivî û wiha got; “Em wek endamên Çand û Hunera Şengalê li gel xelkê xwe yê berxwedêrin. Ji bo destekdayîna hebûna asayişa xwe ev 54 roje em li vêderêne. Lê heta niha Iraq bersivek erênî nedaye. Çalakiya me ne li dijî zagonên Iraqê ye. Em xweseriya Şengalê dixwazin.”

Şangalî balkêşa ser gefên serokkomarê Tirk Edogan a li ser Şengalê û wiha pêde çû: “Pîlanên li ser Şengalê tên kirin, hemû bi destekdayîna dewleta Tirkiye û hikûmeta Erdogan tên erê kirin. Erdogan dixwaze me bi balafirên xwe bitirsîne û gefa li ser Êzidiyan bike. Lê heta dawiyê em ê li dijî pîlanên heyî û gefên  Erdogan berxwedana xwe berdewam bikin.”

Yek jî endama Jinên Ciwan Delal Şengalî jî got: “Heta hebûna asayişa Êzidxan û îradeya xweseriya Şengalê neyê naskirin, em ê wek ciwan û  jinên ciwan ji bo xweseriya Şengalê berxwedana xwe berdewam bikin.”

Show More
Back to top button