Dijî êrişên ser Şengalê febrîqe, tank û yatek şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku wana ji bo bersiva êrişên dewleta Tirk ên ser Şenglaê febrîqeyek, tankek sotemeniyê û yatek şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê got, “Merwan Bedel ku li Şengalê li dijî êrişên DAÎŞ’ê li refên herî pêş şer kir, ji bo hilanîna tola bi dehan Êzidiyên hatin revandin û hatin qetilkirin bi dil û can li ber xwe da û ked da, ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Weke şopdarên neslekî serî natewîne û teslîm nabe, em ê hesabê komkujiyên ku dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê kiriye yek bi yek bipirsin.”

Li gorî daxuyaniyê 12’ê Kanûnê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê Febrîqeya Plastîk a Duzsan a AKP’iyekî, li navçeya Umraniyeyê tankeke sotmeniyê ya fîrmaya lojîstîkê ya kesekî AKP’î û li Bûrsayê jî yateke kesekî MHP’î hatine şewitandin.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button