Rêveberiya Xweser: Berdêl çi dibe bila bibe emê dest ji Şengala ‘Xweser’ bernedin

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîş û planên bi destê PDK’ê û dewleta Tirk li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê pêktên û bêdengiya Hikûmeta Iraqê ya li beramber êrîşan şermezar kir û ev peyam da: “Bidestxistina mafê gelê me ku ew jî xweseriya Şengalê ye, wê hedefa me be, em soz didin ku tu kes wê nikaribe êdî civaka me li gor xwe bikarbîne. Bedel çi dibe bila bibe emê li ser şopa şehîdên xwe biçin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser pêkanîna plana 9’ê Cotmehê ya Hewlêr-Bexda ya li dijî rêveberiya xweser, sextekariyên di hilbijartinên Iraqê de li Şengalê hate kirin, êrîşên hewayî yên bi hevkariya PDK’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û Meclîsa Gel a Xanesorê, nebûna serweriya Iraqê di pêşîlêgirtina êrîşan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Her wiha di beşeke girîng a daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya têkoşîna ku Rêveberiya Xweser bişopîne û helwesta gel a li dijî plan û êrîşan re jî hatiye veqetandin.

‘Dewleta Iraqê ji aliyê dewletên derve ve tê birêve birin’

Di destpêka daxuyaniyê de behsa helwesta gelên Iraqê û Kurd li dijî desthilata bi wekalet ya li herêmê hate kirin û hate gotin: “Bi pêvajoya hilbijartina re û ji ber encamên ku di hilbijartinê de hatine ragihandin, her wiha ji ber beşdariya rêjeyeke kêm a gel a hilbijartinê, rewşa ku niha Iraq tê re derbas dibe dihate texmînkirin. Piştî ku encamên hilbijartinê yên bi guman hatine ragihandin, êdî Iraq ber bi aloziyan ve çû. Alozî gihîştin wê astê ku mala serokwezîrê Iraqê rastî êrîşên hewayî bê. Li aliyê din, him li Bexdayê û him jî li Başûrê Kurdistanê gel li himberî sîstema desthilatdar dest bi serhildanê kir. Ev serhildanên gel heya roja îro jî li hin cihan dewam dike. Ji ber peydanekirina jiyaneke baş, gel pêl bi pêl ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê dest bi koçberiyê kir.

Ev bûyerên ku derketin pêş ne ku tesadif bûn, belkî ji ber destwerdana welatên derekî a di kar û barên Iraqê de ye. Hikûmeta ku niha li Bexdayê, ji aliyê welatên derekî ve tê birêvebirin. Ev jî dibe sedem her welatek li gor berjewendiya xwe siyaseta Iraqê û hêzên wê yên leşkerî bikar bîne.”

Li ser nebûna serweriya dewleta Iraqê jî Rêveberiya Xweser van rexneyan digire: “Di hemû welatan de hin caran di hikûmetê de belavbûn çêdibin lê nayê wê wateyê ku dewlet bê hilweşandin, em dibînin dewleta Iraqê ber bi hilweşandinê ve diçe. Di aliyê siyasî de valahiyeke mezin çêbûye, her wiha di aliyê leşkerî de jî ev valatî diyar dibe, loma DAIŞ bi hevkariya hin hêzên herêmî carekî din xwe birêxistin dike û gel di van êrîşan de dibin qurbanî. Êrîşên DAIŞ’ê ku di demên dawî de li Mexmûr û Kerkûkê hatine kirin, êrîşên pilankirî bûn. Ev êrîş di heman demê de lawaziya Iraqê û Başûrê Kurdistanê nîşan didin.”

‘Êrîş li ber çavê koalîsyona navnewî û Iraqê çêdibin’

Rêveberiya Xweser dazanîn êrîşên li dijî Şengalê li ber çavê koalîsyonê û dewleta Iraqê çêdibe û wiha dirêje bi daxuyaniyê tê dayîn: “Li ber çavê Koalîsyona Navdewletî û hikûmeta Iraqê dewleta Tirk êrîşî ser Şengalê dike. Civaka Êzidî û kesên bûne sedema têkbirina DAIŞ’ê tên hedefgirtin. Em van êrîşan wek desteka bi çeteyên DAIŞ’ê re dibînin. Bêdengiya Iraq û Neteweyên Yekbûyi jî dibe sedem ku dewleta Tirk li ser van êrîşan berdewam be. Herî dawî di 7’ê Kanûnê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, rêheval Merwan  Bedel û piştî wê di 11’ê Kanûnê de Meclisa Gel a Xanesorê ku îrade gelê Xanesorê temsîl dike kirin hedef.”

‘Merwan Bedel di parastina Şengal û xaka Iraqê de roleke mezin lîst’

Li ser têkoşîna şehîd Merwan Bedel ya di parastina Şengalê de jî Rêveberiya Xweser wiha got: “Merwan Bedel, ji destpêka êrîşên DAIŞ’ê ve ku wê demê hêzên Iraqê û Başûrê Kurdistanê erka xwe pêk neanîn, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê sekinî û li ber xwe da. Her wiha di parastina xaka Iraqê de bi rolekî sereke rabû. Yek ji wan kesan bû ku fermandarî kir ji bo DAIŞ bê têkbirin û gelê Êzidî vegere ser axa xwe. Kesên wekî Merwan Bedel, Seîd Hesen û Zerdeşt Şengalî hedefgirtina wan ji aliyê Dewleta Tirk ve çi dide diyarkirin? Helbet ev tolhildana DAIŞ’ê ye. Li hemberî van êrîşan bêdengî cihê şerêmezariyê ye.  Merwan Bedel kesekî Iraqî, siyasî û leşkerî bû di aliyê siyasî de civaka Êzidî temsîl dikir. Di dema ku leşker bû yek ji berpirsê Foca 80’an a ser bi Heşda Şabî bû. Piştî Kongreya 4’emîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê,  bi erka rêvebirina civakê û pêşengtiya siyasî rabû. Banga me ji Heşda Şabî re jî ew e ku li hemberî hedefgirtina Seîd Hesen û Merwan Bedel bibin xwedî helwest.”

‘Divê herkes bizane emê Şengaleke Xweser û Azad ava bikin’

Li ser êrîşên bi armanca ji hev belavkirina sîstema Xweser a Şengalê jî rêveberiyê wiha got: “Em tiştekî cûda ji dewleta Tirk re nabêjin, ji ber ku dijminê me yê bi sedan sala ye. Tenê em dikarin ji dijmin rê vê bêjin; bila baş bizanibin emê Şengaleke xweser û azad ava bikin û hedefên van şehîdan pêk bînin.”

‘Iraq gelê me ji DAIŞ’ê neparast, li hember êrîşên Tirkiye jî bêdenge’

Li ser bê helwestiya Iraqê ya li hember êrîşên li ser Şengalê Rêveberiya Xweser wiha got: “Lê Iraqa ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi hezaran leşkerên xwe ji Şengalê vekişiya û tevî PDK’ê gelê me di nav pençeyên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin, bûn sedem ku bi hezaran jin, zarok û gelê me bikeve destê çeteyan û ji ser warê xwe koçber bibin. Piştî ku gelê Êzidî bi saya gerîlayên PKK’ê û şervanên YBŞ-YJŞ’ê xwe birêxistinkirin û bûn xwedî îrade, niha jî Iraq li hemberî êrîşên ku li ser pêşengên gelê me tên kirin xwe kerr û kor dike.

Ji  Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ve, nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê li hemberî gelê me ne ji rêzê ne. Iraqê  gelê me ji êrîşa çeteyan neparast, li hemberî êrîşên hewayî jî bêdeng e. Wê demê em pirs dikin, gelo rola hêzên Iraqê di Şengalê de ji bo çi ye?”

‘Gelê me ji ber vê bêhelwestiyê Iraqê gelekî bihêrse’

Rêveberiya Xweser a Şengalê dazanîn ku gelê Êzidî li hember bê helwestiya Iraqê ya li beramber êrîşan de gelekî bihêrse û wiha hate gotin: “Li hemberî vê bêdengiya hikumeta Iraqê, gelê me pir bi hêrs e û ji bo parastina pêşengên xwe dest bi serhildanê kir. Em vê helwesta gelê xwe pîroz dikin. Lê banga me ji tevahiya civaka Êzidî û dostên me re li ser vî helwestê xwe berdewam bin û bi awayekî aştiyane daxwaza mafê xwe bikin. Gelê me yê bi rûmet pêwîst e hîn zêdetir beşdarî çalakiyên civakî bibin, heya bidestxistina mafê xwe yê rewa.”

‘Divê Neteweyên Yekbûyî erka xwe pêkbîne’

Li ser destwerdana çekdarî li xwepêşandanên gel yên li Şengalê jî Rêveberiya Xweser anî ziman ku çalakî kirin mafê herî rewa yê gele û wiha pêde çû: “Çalakiyên ku li Şengalê tên kirin mafê gelê Şengalê ye. Lê nêzîkatiyên hêzên ewlekarî yên Iraqê li hemberî gelê me ne di cih de ye. Bi taybet bikaranîna çekê li hemberî gel li tu cihî nayê qebûlkirin. Ev bûn çend car hêzên ku dibêjin em ji bo parastina gel li vir in  zarokên vê civakê dikine hedef. Ji bona vê, em bang li saziyên parastina mafên mirovan û NY’yê dikin bi erka xwe rabin û li hemberî van binpêkirinên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li dijî gelê me tên kirin, bibin xwedî helwest.”

‘Hedefgirtina rojnamevanan nayê qebûlkirin, sûc e’

Rêveberiya Xweser diyar kir birîndarkirina rojnamevanan nayê qebûl kirin û wiha hate gotin: “Di çalakiyên ku tên kirin de ji bo rastiya li Şengalê nedin diyarkirin, bi zanebûn rojnemevan tên hedefgirtin. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê didin diyarkirin ku mafê her rojnamevanî heye li Şengalê karê rojnamevaniyê bike. Hedefgretina gelê medenî û bi taybet kesên rojnameger sûc e.

‘Vekirina saziyên hikûmî û navnetewî di encama hevdîtina de çêbûye’

Rêveberiya Xweser sedema biryara 10’ê Kanûnê ya girtina saziyên hikûmî û navnetewî yên li Şengalê jÎ wiha got: “Çalakiyên li hemberî bêdengiya Iraqê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagîrker di cih de ne. Em wek Rêveberiya Xweser jî li dijî vê bêdengiyê ne, loma di 12’ê Kanûnê de me biryar da ku tevahiya saziyên hikûmî û yên medenî bên girtin. Piştî danûstandina di navbera me û rayedarên Iraqê de di 13’ê Kanûnê de bi biryara Rêveberiya Xweser, tevahiya sazî û dezgehên Şengalê dest bi karê xwe kirin. Ev nayê wê wateyê ku me bêdengiya Iraqê li himberî van êrîşan qebûl kiriye. Car din em bang li hikûmeta Iraqê, NY’ê dikin ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Her wiha banga me ji gelê me yê Ewropa, sazî û dezgehên azadîxwaz re ew e ku ji bo piştgiriya bi Şengalê re hîn zêdetir kar bikin.”

‘Emê bi erîşan gav bipaşde ne avêjin’

Di dawiya daxuyaniyê de jî li gel çend peyamên girîng, ev bang hate kirin: “Di dawiyê de em dibêjin, bi hedefgirtina kesayet û pêşengên civaka me emê tu gava paşde navêjin. Kesên ku li dijî Rêveberiya Xweser kar dikin, bi taybetî jî PDK ku bi rêya dezgehên xwe yên ragihandinê bi  zimanê dijmin diaxive, bila dest ji vî karê xwe berdin. PDK’ê ku gelê me di nav kampan de dîl girtiye, bi daxuyaniyên xwe êrîşên li ser Şengalê rewa dike. Lê ev nabin sedem em dest ji armanca xwe ya Şengalek xweser û azad berdin.

Bidestxistina mafê gelê me ku ew jî xweseriya Şengalê ye, wê hedefa me be, em soz didin ku tu kes wê nikaribe êdî civaka me li gor xwe bikarbîne. Civaka me jî êdî wê qebûl neke tu kes wan bi rêve bibe. Bedel çi dibe bila bibe emê şopa şehîdên xwe yên ku serê xwe di rêya Şengala xweser de dane, emê  berdewam bikin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button