Endamê Lijneya Parastina Iraqê: Êriş derencama lewaziya Hikumeta Iraqê ye

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir Ziyadî diyarkir ku dûbarebûna êrişên terorîstane yên dewleta Tirk ên dinava Iraqê de, derencama lewaziya Hikumeta Iraqê ye.

Di 7’ê Kanunê de dewleta Tirk êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kir. Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû û her dû zarokên wî bi birîndarî rizgar bûn. Piştî wê di 11’ê Kanunê de jî balafirên şe rên dewleta dagirker avahiya Meclîsa Gel a Xanesorê kir hedef. Derbarê êrişên dewleta Tirk ya dagirker ên li ser xaka Iraqê, Endamê Asayîş û Parastinê yê Parlamentoya Iraqê Bedir Ziyadî ji Rojnews re axivî.

Bedir Ziyadî behsa armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker dike û dibêje; “Osmanî xwediyê xewnên dîrokîne û ji bo bi pêkanîna wan bi israrin. Bi taybet li parêzgeha Nînova dixwazin vê yekê pêkbînin. Ji bo vê, bi awayên cûda dixwazin vê yekê bi dest bixin. Ji bo vê jî sûd ji lewaziya Hikumeta Iraq û pêşbaziya siyasî ya di nava Iraqê de werdigrin.”

Bedir di dawiyê de got ku wana gelek caran ji bo dawî anîna êrişên  Tirkiye yên li ser Bakurê Iraqê banga lezgîn kirin, lê li ber çavan nehatiye girtin.

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button