Meclîsa Xweser a Şengalê biryareke nû ragihand

Duh li ser hişyariyeriyeke Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya ji ber êrîşên dewleta Tirk û bê helwestbûna Iraqê saziyên hikûmî yên Iraqê û saziyên navnetewî yên li Şengalê dewama xwe rawestandibûn. Piştî hişyariya duh Rêveberiya Xweser şevê din saziyên hikûmî û yên navnetewî agahdar kir ku dikarin careke din dest bi dewamê bikin.

Ji ber êrîşê dewleta Tirk a dagirker ya li dijî rêveberên meclîsa xweser û meclîsên gel, Iraq ne qada hawayî a Şengalê ji êrîşan parast ne jî helwesteke pratîkî li dijî Tirkiye ragihand.

Li ser vê yekê Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir hêzên Iraqê yên li Şengalê ti erkeke xwe ya beramber civaka Êzidî bicîh nayêne û eger wisa berdewam bike, ti wateyeke hebûna wan a li Şengalê nîne. Li ser vê yekê weke hişyarî name ji saziyê hikûmî û medenî yên navnetewî yên li Şengalê re şandibû û gotibû, divê dewamê bisekinînin.

Piştî hişyariya rojekî şevê din Rêveberiya Xweser a Şengalê bi nivîsekî hemû saziyên hikûmî û nanvetewî agahdar kir ku dikarin li Şengalê dest bi dewamê bikin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button