Avesta: Wê ne PDK ne jî Tirkiye li Şengalê negihijin armanca xwe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta li ser êrişên li dijî Şengalê û şehîdbûna Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel diyar kir wê PDK û dewleta Tirk nekarin  îradeya Şengalê bi van êrîşan bişkînin û careke din li wir serwer bibin. Avesta her wiha banga:”Divê gelê me êşa xwe ya mezin bikin bingeha derketineke mezin. Xayînan jî ji nava xwe biavêjin.” li Şengaliya kir.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tevlî Bernameyeke Taybet ya televîzyona Stêrk bû û li ser Şengalê û çend mijarên din ên di rojevê de nirxandinên girîng kir.

Sozdar Avesta êrîşa li dijî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û zarokên wî weke êrîşeke tirsonek û nemerdane bi nav kir û sersaxiyê ji Şengaliyan re xwest.

’Êrîşa dijî heval Merwan rasterast bi destê PDK’ê hatiye kirin’

Avesta diyar kir êrîşa dijî Merwan Bedel gelek peyaman di nava xwede dihewîne û got: ”Ev êrîş gelek peyamên cuda di nava xwede dihewîne. Wê yên êrîşkirin û hevkarî bi wan re kirin hesabê wê bidin. Divê bêzanîn wê ev êrîşane bê hesap nebin. Ev êrîşa dijî heval Merwan rasterast bi destê PDK’ê hatiye kirin. Li gorî agahiyên ku ji berê de li berdestê me hene, PDK pêşeng û rêberên civaka ÊzidÎ yên weke heval Zerdeşt û Merwan û hwd jixwere kiriye hedef. Dibêjin heya pêşengên vê civakê neyên qetilkirin û ji holê neyên rakirin, emê nekarin vegerin Şengalê û desthilatdariya xwe bidomînin. PDK êrîşên bi vî awayî plan dike, îstîxbarat dide û hedefê nîşan dide, dewleta Tirk jî tetîkkêşiya wî dike.”

Avesta di dewam axaftina xwede diyar kir armanc girtina pêşeng û rêberên civaka Êzidî ji bo ji hev belavkirinê ye û got: “Civaka me ya Êzidî jî baş dizane, rêberên wan tên hedef girtin, ji bo wan ji hev belav bikin, nekare xweseriya xwe pêk bîne û mafê xwe bidest bixe. Ji ber vê jî destpêkê rêber û pêşengên wê ji holê radike.”

‘Ya girîng helwesta civaka me ye’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ya girîng bersiva civakê ya ji van êrîşan re û wiha berdewam kir: “Wê çawa pêşî li van êrîşan were girtin, helwesta civaka me wê ji bo van êrîşan çibe, ya girîng eve. Civak baş dizane ku dijminê wî kî ye? Ji sala 2014’an ve plan li ser Şengalê heye. Wê demê bi çeteyên DAIŞ’ê re bazar kirin, bi vî awayî plankirin çete bikevin Şengalê(…) Lê Tevgera Azadiyê bi saya van pêşengên civaka Êzidî yên weke heval Merwan û hevalên din pêşî li van êrîşan û qirkirina Êzidî girtin. Nehiştin plana DAIŞ’ê biçe serî. Lê niha bi van êrîşan ji DAIŞ’ê re dibêjin, ya we nîvçe hiştiye emê temam bikin. Bi vê armancê di hilbijartinên Iraqê de jî herî zêde li Şengalê hîle kirin.”

‘Li Şengalê yên hevkarî bi wan re dikin hene’

Avesta dazanîn li nava Şengalê yên îstîxbaratê didin PDK’ê û Tirkiyeyê hene û li ser vê mijarê jî van hişyariyan da: “Em dizanin li Şengalê yên hevkariyê bi wan re dikin hene. Gotineke navdar a Kurdan heye, dibêjin eger kurmê darê ne ji darêbe, dar narize. Eger li Şengalê jî kesên bi wan re hevkarî dikin tineba, agahî û îstîxbarat bi wan re parve ne kiriba, wê ev êrîşan pêk nehatiban. Hinek kesên li beramber berjewendiyên gelekî ketî û çar qirûş pere, hevkarî bi wan re dikin û tevlî planên wan dibin. Ev xiyaneteke mezine. Li ciheke weke Xanesorê eger xiyanet tinebe, wê nekaribin vê êrîşê serbixin. Divê helwesta gelê me yê Şengalê destpêkê li dijî van xiyanetkaran bin. Divê gelê me ev kesên xiyanetkar yên bi dewleta Tirk û PDK’ê re di nava hevkariyê de ne ji nava xwe derxîne. Pêwîste êdî rê nedin ev xiyanetkarane di nava wan de bijîn, Pêwîste wana deşîfre bikin, helwest bigirin û ser wa de biçin.”

‘şahadeteke girane, lê divê bikin bingeha derketineke mezin’

Sozdar Avesta dazanîn şehîdbûna Merwan Bedel gelekî girane, lê divê gel vêya ji xwre bikin sedema têkoşîneke mezin û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Helbet şahadeta heval Merwan şahadeteke girane, em bixwe jî wî ji nêz ve nas dikin. Lê xwedî derketina li şehîdan bi xwedî derketina li keda wan re dibe. Weke ew bixwe jî gotiye, ‘Eger bê xwestin emê canê xwe jî diber xweseriyê de bidin. Pêwîste helwesta gelê me helwesta hevalê Dijwar (Merwan) be. Dibe ku bi van êrîşan gelek diêşin, lê dikarin lehengên din ên weke hevalê Dijwar derxin. Dikarin di xeta Dijwaran de derketineke mezin çêbikin. Dikarin vê êşa xwe veguherînin têkoşîn û rêxistineke mezin û şerê li dijî xiyanetê were xurtkirin.”

‘PDK hem hedef dide nîşan hem jî rewatî pê dide’

Avesta li ser servîskirina nûçeyên derbarê êrîşên li ser Şengalê de jî got: “Balkêşe êrîş çawa pêktên, yekser di çapemeniya PDK’ê de ku berê hatiye amadekirin, tên servîskirin! Mehme Xelîl dema qeymeqamê Şengalê bû ji tirsonekiya xwe Şengalê terk kir û reviya. Di hilbijartinê de jî bi sextekariyê xwe kir wekîl. Wê rojê derketibû televîzyonê û hevalê Dijwar weke milîtanekî PKK’ê binav kir. PDK hem hedef nîşan dide, hem jî piştre derdikevin rewatî bi wêya didin.”

Sozdar Avesta diyar kir şehîdbûna pêşengan di civaka Êzidî de valahiyek çêbike jî, wê ew fikrê azad û şoreşger yê piştî fermanê di civakê de pêşketiye, têkoşînê mezin bikin.

‘Civaka Êzidî hevalê Merwan ji bo hevserokatiyê hilbijart’

Avesta her wiha diyar kir Merwan Bedel li ser daxwaza zêde ya civakê derbasê xebatên Rêveberiya Xweser bûye û got: “Hevalê Dijwar hîn ji destpêka êrîşên ser Şengalê ve mil da milê 12 gerîlayên bi hawara Şengalê ve çûne û li çiyayê Şengalê di çeperan de li dijî DAIŞ’ê şer kir. Li ser daxwaza zêde ya civaka Şengalê ji bo Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê hate hilbijartin.”

‘Divê PDK û Tirkiye bizanin wê nekarin li Şengalê serwer bin’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir wê ne PDK û ne jî Tirkiye nekarin bi van êrîşan li ser Şengalê serwer bibin û vê peyamê da: “Êrîşên çêdibin li ser îradeya gelê Şengalê û sivîlane. Ji ber vê divê şahadet bibin bingeha derketineke mezin û xwedî derketinê. Bila ev hêzên tirsonek jî wisa bizanibin, wê ne PDK ne jî dewleta Tirk nekaribin îradeya gelê Şengalê bişkînin û li Şengalê serwer bibin. Yan divê yekî Êzidî li wir nehêlin, yanjî wê nekarin weke berê fermanê li wir bicîh bibin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button