Malbata şehîd Merwan: Êşa me mezin jî be, serê me bilind e! 

3 roje li Şengalê merasîma sersaxiyê ya hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel birêve diçe. Bi hezaran kes ji Şengalê û derdorê serdana konê sersaxiyê kirin, peyamên hevxemî û piştevaniyê dan. Saziyên Şengalê û Rêveberiya Xweser peyama pêkanîna xeyalên şehîd Merwan dan, malbata şehîd jî peyama: “êşa me mezin jî be, serê me bilind e” da.

Dewleta Tirk a dagirker di 7’ê Kanûnê de bi balafira biçek a bêmirov êrîşî wesayîta Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê kir. Di êrîşê de Merwan Bedel (Dijwar Feqîr) şehîd ket, her du zarokên li gel wî jî di kêliya dawî de ji aliyê welatiyan ve hatin rizgarkirin.

Piştî merasîma spartina axê ya şehîd Merwan Bedel li ber mala wî konê sersaxiyê hatibû vedan. Heya niha bihezaran kes serdana konê sersaxiyê kirin. Rûspiyên Êzîdî û Ereban, oldarên civaka Êzidî û herî dawî jî Rêberê Ruhanî yê Êzidiyan Bavê Şêx jî serdana konê sersaxiyê kirin.

Herî dawî jî hevalên Merwan Bedel, malbat, TAJÊ, YBŞ û Meclîsa Xweser a Şengalê di merasîmê de axivîn û soza bilindkirina têkoşînê dan.

 ‘Merwan Bedel bû fedayiyê Êzîdxanê’

Li ser navê YBŞ-YJŞ’ê Axîn Întîqam di peyama xwe de balê kişand ser pêşengiya şehîd Merwan Bedel û wiha axivî: “Ew di vê dozê de bû fedayiyek. Fedayîtî ji bo Êzîdxana pîroz, bedelên wek heval Merwan û heval Zerdeşt dixwaze. Bedelên wek Seîd Hesen û Mam Beşîran dixwaze.”

‘Tu Êzidî li ber van êrîşan serî natewîne’

Axîn Întiqam her wiha destnîşan kir ku ev êrîş ne tenê li ser Merwan Bedel, di şexsê wî de êrîşek li ser doza azadiya Şengalê ye û ev peyam da: “Em ji vir car din dibêjin, bila dijminê me baş zanibe wê yek Êzidî jî li ser wan serê xwe netewîne. Yên bûne dûvikê dijmin û îxanetkar jî baş bizanibin em serî natewînin. Em Êzidî emê bi şeref û kerameta xwe li ser vê axê, azad bijîn.”

‘Emê wek malbat li ser şopa wî bin’

Li ser navê malbatê jî kurmamê Merwan Bedel, Rêber Xelef axivî. Rêber Xelef got ku bi şehadeta Merwan Bedel re êşeke mezin ketiye nav dilê Êzidiyan û wiha berdewam kir: “Em bi şehadeta wî zehf dêşin lê em bi şehadeta wê serbilind in. Bila dijmin baş bizanibe, em tu caran dest ji doza hevalê Dijwar bernadin. Wekî malbat emê her li ser doza wî bin û li ser şopa wî bimeşin.”

‘Di dema fermanê ciwanan bi riheke şoreşgerî rêxistin kir’

Di merasîmê de yek ji saziyên peyam da jî, Rêveberiya Xweser a Şengalê bû. Cîgirê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên jî behsa ked û têkoşîna Merwan Bedel a di avakirina Şengala xweser û azad de kir û wiha axivî: “Hevalê me, zanayê me, siyasetmadarê me, lehengê me gihişte asta şehadetê. Di dema fermana 2014’an de gelek xortên Êzidî  berê xwe dan welatên biyanî. Lê şehîd Dijwar dizanibû ku ev civak bi qirkirinê re rû bi rû maye. Şehîd Dijwar erkekî civakî da ser milên xwe û wekî ciwaneke şoreşger ciwan li dora xwe kom kirin. Di YBŞ’ê de kedeke pir mezin di çeperên pêş de da.“

Azad Hisên bibîrxist ku Merwan Bedel herî dawî wekî Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê berpirsyariyeke mezin a civakî girtiye ser milê xwe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Emê li pey hedef û armancên şehîdên xwe bin û emê xeta wan berdewam bikin. Em dibêjin hedef û armancên wî yên ku dixwest Êzîdxanê bigihînê, emê bişopînin.”

‘Di rizgarkirina jinên Êzidî de her tim piştevan bû’

Li ser navê TAJÊ Sabiha Sebrî jî diyar kir ku dijminên Êzdiyatiyê, rêberên civaka Êzidî dikin hedef û di şexsê Merwan Bedel de jî êrîş li civaka Êzidî hatiye kirin. Sabîha Sebrî jî got ku Merwan Bedel şev û roj ji bo civaka xwe kar dikir û wiha berdewam kir: “Hevalê Dijwar di YBŞ’ê de xwedî roleke mezin bû, di rizgarkirina Şengalê de hebû, di rizgarkirina keç û jinên Êzidî de hebû. Her wiha li ku derê pirsgirêkek civakî hebûya, heval Dijwar li wê derê bû. Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî her tim piştevanê me bû. Wî têkoşîneke mezin da, hêviyên wî mezin bû. Emê xwedî li hêvî û armancên hevalê xwe derkevin.”

Piştî axaftinan sînevîzyoneke li ser jiyan û têkoşîna Merwan Bedel hate temaşekirin. Merasîm bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button