Şehîd Merwan dema cilên cejnê ji bo zarokên xwe digirt bû hedef 

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda bavê 4 zarokane û di roja yekemîn a Rojiya Êzî de ji bo cilên cejnê ji bo zarokan bigire, li gel du keçên xwe hate hedef girtin. Lê balkêşe Hêzên Dijî Teror yên PDK’ê hevkariya xwe ya li gel Tirkiyeyê bi vê gotinê piştrast kirin û gotin: ”Berpirsekî Leşkerî yê PKK’ê li Şengalê hate kuştin.”

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê şehîd Merwan Bedel Xwedêda bavê çar zarokên bi navê Dinya, Dîcle, Dilhat û Dilşad e û xelkê Xanesorê ye.

Duh roja yekemîn a Rojiya Êzîbû. Rojiya Êzî 3 roj dikişîne û 10’ê Kanûn jî Cejne. Şehîd Merwan ji bo amadekariyên cejnê û girtina cilên cejnê ji bo zarokan çûbû sûkê. Lê di vê roja ji bo civaka Êzidî pîroz de li gel herdu keçên xwe Dinya û Dîcle bû hedefa balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk. Di encama êrîşê de Merwan Bedel Şehîd bû û zarokên wî ji êrîşê rizgarbûn.

Dema êrîş pêkhat Hêzên Dijî Teror yên PDK’ê û ragihandina wan a alîgir yekser şehîd Merwan weke Berpirsekî leşkerî yê PKK’ê li Şengalê hate kuştin servîs kirin. Bi bandora wan gelek ragihandinên din jî nûçeya wan a rastiyê berovajî dikin wisa derbaskirin.

Piştî bûyerê bi çend saetan Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku hevalê wan Merwan Bedel Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalêye û bavê 4 zarokane. Her wiha gotibû dema bûye hedef 2 keçên wî jî li gel bûne.

Di daxuyaniya rêveberiya Şengalê de hate gotin, dewleta Tirk rojeke herî pîroz a Êzîdiyan bizanabûn hilbijartiye û wiha hate gotin:”Ev êrîş di rojeke pîroz a Êzidiyan de, di roja yekemîn a Rojiya Êzî de hate kirin. Hevalê me Merwan Bedel ji bo amadekariyên cejnê ji bo zarokên xwe bibe sûkê ji mal derketibû. Dema êrîş pêk hat zarokên wî Dinya Merwan (11) û Dîcle Merwan jî li gel wî bûn. Em baş dizanin ku dewleta dagirker a Tirk ku dijminê Êzdiyatiyê ye, vê roja pîroz bi zanebûn hilbijartiye. Ji ber ku armanca dijmin ew e ku roja me ya herî pîroz, roja me ya herî bi wate ji me re bike roja herî bi êş û bi jan.”

Rêveberiya Xweser diyar kir ji êriş û komkujiyên Tirkiye hikûmeta Iraqê û PDK jî berpirsyarin.

Piştî vê daxuyaniya berfireh a Rêveberiya Xweser a Şengalê di ragihandina azad e hate weşandin gelek ragihandinên Iraqê nûçeyên xwe li gorî wê sererast kirin. Piştî wê jî hem siyasetmedarên Iraqê hem jî Fermandariya Operasyonên Hevpar ya Iraqê êrîşê şermezarkirin û nerazîbûn dan nîşan.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê jî wêneyekî xwe yê li gel şehîd Merwan li ser hesabê xwe yê fermî belav kir û diyar kir eger qada hawayî ji dewleta Tirk re neyê girtin, wê komkujiyên mezintir çêbibin û daxuyakirin ku Hêzên Navnetewî ji parastina sivîlan berpirsyarin.

Heya niha ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne jî ti partiyekî Herêma Kurdistanê êrîşa dijî civaka Êzîdiyan şermezar nekirine û helwesta xwe ya derbarê êrîşên dewleta Tirk de eşkere nekirine!

Kurdên Derveyî Welat û bi taybet jî rêxistinên Êzîdiyan banga qedexekirina qada hawayî li hêzên Navnetewî û Iraqê dikin. Her wiha wê dewleta Tirk û hevkarên wê li seranserê Ewropa werin protestokirin.

Şehîd Merwan Bedel di van kêliyan de bi merasîmeke bi heybet ji aliyê hezaran kesî ve li Şengalê tê oxir kirin.

ROJNNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button