Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel kî bû û çima hate hedef girtin?

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda bavê çar zarokane. Bedel Xwedêda ji destpêka fermanê heya kêliya jiyana xwe ya dawiyê ji qada parastinê bigire heya qada dîplomatîk û rêveberiyan civaka Êzidî di hemû qadan de roleke pêşeng lîst û di ji nûve avakirina Şengalê de xwedî roleke serekebû.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda di sala 1985’an de li Xanesora Şengalê ji dayîk bûye. Merwan Bedel bavê çar zarokane û malbata wê li Xanesorê dirûne.

Dema êrîşên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014’an de beşdarê nava refên YBŞ’ê dibe û di parastina Êzîdxanê de roleke girîng dilîze. Di nava YBŞ’ê de ku gelek çalak dibe, rola fermandariyê digire ser milê xwe. Piştî demekî jî dibe Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê.

Şehîd Merwan Bedel Xwedêda bi awayeke fermî tevlî gelek hevdîtinên dîplomatîk ên li gel Iraqê jî dibe û di qada dîplomasiyê de jî dibe xwedî ezmûnên girîng.

Yek ji qada ku herî dawî derbasê wê bû jî qada rêxistinkirin û xwerêvebirina civaka Êzîdîbû. Şehîd Merwan di Kongreya 4. Ya Meclîsa Xweser ya Demokratîk a Şengalê de li gel Rîham Hesen ji bo Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê tê hilbijartin.

Ji bo vegera Şengalê, ji nûve avakirin û perwerdekirina ciwanên Êzidî Merwan Bedel Xwedêda pêşengeke ciwan û diyar yê civaka Êzidîbû. Ezmûnên şehîd Zekî Şengalî, şehîd Seîd, Şehîd Beşîr, şehîd Berxwedan û şehîd Zerdeşt di xwede komkiribû û tevî hemû êrîş û tehdîtan jî gavek bipaşde ne avêt, bi biryardarî pêşengî ji civaka xwe re kir.

Îro di roja yekemîn ya rojiya Êzî de li gel du zarokên xwe li Xanesorê bû hedefa balafira bêmirov a Tirk. Merwan Bedel Xwedêda di encama êrîşê de şehîdbû û du zarokên wî rizgarbûn.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button