Di êrîşa dewleta Tirk de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê şehîd bû

Balafira bêmirov a Tirk di roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrîşê wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda ku zarokên wî jî li gel bû, kir. Di encama êrîşê de Merwan Bedel şehîdbû.

Îro saet derdora 14:00’an de, balafira bêmirov a biçek (SİHA) ya Tirk,  li komelgeha Xanesorê ya Şengalê di roja yekemîn a rojiya Êzî de li wesayîteke sivîl xist.

Hate zanîn wesayîta ku hatiye armanckirin, ya Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda ye. Dema êrîşê, du zarokên wî jî le gel bûne. Di encama êrîşa dewleta tirk de Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda hate şehîd xistin. Her du zarokên wî yên ku di seyareyê de bûn jî, ji aliyê welatiyên derdor ve ji seyareya ku şewitî hatin rizgarkirin.

Ev çend roj in ku liv û tevgera balefirên keşfê li Şengalê zêde bibû. Piştî êrîşê jî tevgera balefirên keşfê bi awayek zêde berdewam e.

Tê payîn di saetên pêş de Desteya Rêvebir a Şengalê derbarê vê êrîşa hovane de daxuyaniyek bide.

Hêjayî bibîrxistinê ye îro roja yekem ya rojiyên Êzîbû û dewleta Tirk di rojiyê de pêşengekî din yê Êzîdiyan hedef girt.

Rojnews-şengal

Show More
Back to top button