‘Wezareta Pêşmerge li gel Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê lihevkir’

Îro şandeyek ji Wezareta Pêşmerge li gel Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê civiya. Piştî civînê hat gotin her du aliyan li ser karên hevbeş ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê li hevkirine.

Şandeyek ji Wezareta Pêşmerge li gel Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê civiya. Piştî civînê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê daxuyaniyek belavkir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin her du alî di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de hem fikrin ku alîkarî û hemahengî di navbera wan de hebe. Her wiha hat gotin biryar hat dayîn civînên navbera her du aliyan berdewam bikin.

Li aliyê din Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê. Yawer got; “Di civîna îro de fermandarên mihwerên (cephe) 1,2,3 û 4 yên wezareta pêşmerge li gel fermadarê operasyonên hevbeş a Iraqê amadebûn. Civîn erênî derbasbû.”

Yawer da zanîn di civînê de behsa bûyerên çend rojên dawî hat kirin û her du aliyan lihevkir ku bi rêya operasyon û pusuyên hevbeş hemahengiyê zêdekin.

Her wiha Yawer diyarkir wê ev hemahengiya navbera her du aliyan ji sibe (5 Kanûnê) şûnde bikeve meriyetê. Yawer destnîşankir di civînê de nûnerên Hevpeymaniya dijî DAIŞ’ê jî amadebûn.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button