Malbatên şehîdan yê Şengal piştgirî dan çalakiya Sêmalka 

Gelê Rojavayê Kurdistan 61 roje liber deriyê Sêmalka yên dinavbera başûr û rojavaya Kurdistan konvedane û ji PDK’ê daxwaza cenazêyên zarokê xwe dikin. Ev çalakiya malbatên şehîdan û gelê rojavayê Kurdistanê ji aliyê çarperçê Kurdistan pişt girî tê kirin. Bi vê armancê Saziya Malbatên Şehîdan yên Şengal daxuyaniyek dan û piştgiriya xwe ji bo çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka diyar kirin û bang li PDKê kirin ku  dest ji dijminantiya li hemberî gerîlayan berde.

Malbatên Şehîdan yên Şengal bi daxuyaniyek piştgirî dan çalakiya konvedana li ber deriyê Sêmalka. Malbatên şehîdan li goristana Şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî kombûn.  Li vir daxuyanî malbatan şehîdan ji aliyê Viyan Şengalî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di dîroka Kurdistanê de bi sedan caran PDK’ê xiyanet kiriye û niha jî bûye hevalbendê dewleta Tirk ya dagirker û wiha hate gotin;   “di seri de em weke Saziya Malbatên Sebidan a Sengalê sersaxiyê ji malbatên şehîdên ku ev 2 meh in bênavber ji bo wergirtina cenazeyê şehîdê xwe li ser piyane re  dixwazin.  Em weke gelê Êzidî , bi tavbetî jî weke Malbatên Şehîdan ev Çalakiya li ber deriyê Sêmalka ku gelê me ê Rojavayệ Kurdistanê  li  dijî xiyaneta PDKê û ji bo wergirtina cinazeyê Gerîlaên şehîd dane despêkirin destek dikin. Bila PDK’ê dest ji vê dijmintiya xwe ya li hemberî gerîlayên  azadiyê berde.  Em vê. helwesta Barzanî ya li beramberî Şehîdan wekî bêrêzî û bê ehlaqîyekê dibînin.  Eger dest ji vê xiyanet û dijmintiya xwe bernede wê ne gel û ne jî dirok Barzanî efû neke.  Teqez wê rojek were û hesabê vê xiyaneta xwe bide.“

Gelê Rojavayê Kurdistan 61 roje liber deriyê Sêmalka yên dinavbera başûr û rojavaya Kurdistan konvedane û ji PDK’ê daxwaza cenazêyên zarokê xwe dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê roja 29’ê Tîrmeha 2021’an bi daxuyaniyek ragihand, Hêzên PDK’ê di 26’ê Tîrmeha 2021’an de li gundê Bexme ya ser bi bajarokê Xelîfan, êrişî komek gerîla kir. Ji wê rojê heya niha aqûbeta 3 gerîlayan nayê zanîn. Di 3’yê Cotmehê de jî HPG’ê ragihandibû ku di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28-29’ê Tebaxê de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîla şehîd bûne. Aqûbeta gerîlayekê diyar nîne û gerîlayek sax gihîşte hevreyên xwe.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button