‘Wê Şingal û Êzîdî her li ser dîroka xwe bîminine’

Gundê Zêrwa yek ji wan gundê Êzîdiyan e ku ji serdema desthilatiya Sedam heya niha berxwedanî kiriye û ji bo axa biparêz her di dîroka xwe de îsrar kiriye.

Gundê Zêrwa çend ceran ji aliyê dijminê Êzidyan ve hatiye wêrankirin lê dîsa xelkê gundê Zêrwa gundê xwe bi xwe ava kirine û nehêlane gundê wan vala bimîne. Gundê Zêrwa dikeve bekurê  rojhilatê çiyayê Şingalê ku jê re dibêjin Gêduka Şerqî. Gundê Zêrwa nêzîkî 10 kîlometre dikeve Başûrê  komelgeha Zorava ya li binya çiyayê Şingalê. Di gundê Zêrwa de hin jî berhemên vê dîroka qedim weke qesre Dawîdê Dêwîd li ser linga ye û hin jî hebûna xwe dide diyarkirin

Me jî weke ekiba Radyo berê xwe da vî gundî û me xwest xelkê vî gundî ji nêz ve nas bikin.

Yek ji xelkê Gundê Zêrwa yê bi navê Celal Kemal li ser jiyana vî gundî ji me re pêyîvî û wiha behsa jiyana Gundê Zêrwa kir û got: “ Ji berê de cihê me ev der e û em li vir jiyan dikin. Di serdema hikumeta Bass de di salên 1975’an de gundê me hate wêrankirin û em li komelgehê hatin cihkirin. Heya  hikumeta Sedam Hisên me nekarî gundê xwe ava bikin lê piştî rûxandina Sedam Husên careke din em vegeriyan gundê xwe me dubare gundê xwe ava kir. Niha em nêzî 40 malbatî li vî gundî ne û debara xwe bi xwedîkirina lawîran û çandiniyê derbas dikin.”

Cemal Kemal wiha berdewamî da axaftinên xwe û got: “xelkê Êzîdî bexwedaniyek li vê herêma Zêrwa û Bekira Mihrikê kirine. Di bin pêşengiya Dawîdê Dêwîd de xelkê vê herêmê li vir man û terka axa xwe nedan. Tevî ew qas fermanan jî lê me ti carî terka ax û gundên xwe nedane. Em her li ser ol û baweriya xwe mane. Me nehiştiye ku ev çand were tinekirin. Piştî ferman qediya dîsa mezinên me hatin gundên xwe avakirin û yek ji wan gundan jî Gundê Zêrwa ye.

Di derbarê wateya navê gundê Zêrwa de jî Kemal wiha got: “Navê gund Zêrwa ji du tiştan pêk tê. Berê ava gund gelek zêde bû av diherîkî di nav avê de hewanê bi navê Zêro hebû û ya din jî axa vê herêmê gelekî dewlemend bû. Ji ber vê jê re digotin erdê weke zêr e. Ji ber vê yekê jî navê gund kirin Zêrwa. Di berê de çandiniya vir ji ber ava wê ya zêde gelek baş bû, lê niha çandînî pir kêm bûye û tenê dexil diçinin. Niha jî piranî debara jiyan me li ser xwedîkirina lewira ne.

Xazî Xidir Êzdî jî di derbarê jiyana xwe ya vî gundî de ji me re axivî û got: “Jiyana me piranî li ser çandiniyê û xwedikirina pez e. Di berê de rez bûn lê rez jî neman. Me berê dexil diçand lê ev du sel in ji ber baran nebariyê ew jî pir kêm bûye. Ji berê de jî ev gundê me vala nemaye û ger carna hatibe wêrankirin jî lê dîsa jî me ava kiriye. Piranî xelkê vî gundî li Zorava dimînin, gund girêdayî Zorava ye. Navê gundê Zêrwa li cihek kevin yê Zorava jî heye. Her wiha navê gund jî ji dewlemendiya axa wê tê. Lê niha ji ber nebûna avê û nebarîna baranê ew çandiya ku berê me dikir jî nemaye. Em berê diçûn me ji Bîra Leyla û Mecnûn ya li ber Pîrê Ewra av tanî lê niha ew jî nameye û çikiyaye. Em niha heya Nehya Sinunê diçin bi tankan avê ji xwe re tînin û wisa pêwîstiya xwe ya avê derbas dikin.

Her dawî ji Xazî Xidir ji me re behsa fermana 2014’an jî kir û got: “Xelkê me di fermanê de jî li vî gundî li berxweda û heta niha jî gelek ji gund derneketine. Xelkê Zorava, Herdan, Xiranê û Girşebek hemû hatin xwe li vir spartin. Dema DAÎŞ dihat me şer dikir û xwe diparast. Dema seyareyên mezin dihatin û dixwestin bikevin gund em çûn cihên çiya yên bilind me li wir gund diparast û wisa me êrîşên DAÎŞ’ ê dişkandin.  Dema êxsîrên ku xwe ji deste DAÎŞ’ê de rizgar dikirin û dihatin me ew pêşwazî dikirn. Ev fermana herî dawî fermanek zehmet û giran bû. Lê dîsa jî wê Şingal û Êzîdî li ser dîroka xwe bîminine û berxwedanî bike.”

Radyo Dengê Çira Şingal-Xelîl Şingalî

Show More
Back to top button