‘Cihek Êzîdiyan nîne ji bilî vê axê’
Piştî azadkirina Şengelê xelkê Êzidî ji koçberiyê vegeriyane ser axa xwe û bi derfatên kar yên heyî li Şengelê debara jiyana xwe ya rojane dikin û piraniya erdê Şengelê jî ji bo çandinê tê bikaranîn. Gelak ji xelkê Şengelê jî bi karê çandinê jiyana xwe bi rê ve dibin.
Yek ji şêniyê gundê Girîgewrê Şeşo Evdî Heci nêzîkî 30 sal e di nav erdê xwe de bîrek koleya û li gel malbata xwe karê çandiniyê dike.
Mam Şeşo di derbarê jiyana xwe de ji Radiyo me re axivî û got: ” Ez û birayê xwe destpêkê em hatin vê derê me bîrek kola. Dema kolana wê me temam kir derfet nebû ku em ji bo derxistina avê matorekê ango berê jê re digotin listerek bikirin. Em jî ji vê derê diçûn me erdê xelkê diçandin heya me dikarî em ji xwe re matorekê bikirin û wisa me karî erdê xwe ji bo çandiniyê bikarbînin. Wê demê ava bîra me gelek zêde bû û 24 seetan kar dikir. Heta roja îro jî em debara jiyana xwe li ser vê bîrê derbas dikin. Lê niha ava bîrê kêm bûye.”
Mem Şeşo di dewamiya axaftina xwe de got: ” Niha em debara xwe li ser çandinê diborînin. Em niha di bin beytên xiyaran çêdikin û di bin de xiryan û her wisa tiştên cüda diçinin. Nêzî 50 pezê me heye û em xwedî dikin. Dema salên baran dihat me dexil diçand lê niha ew jî kêm bûye. Di nav erdê xwe de min darê fiqiyan jî çandine. Ji bo şuştina seyaran me xesleyek jî vekiriye û kurê min Mihsin jî li ber wê kar dike, jiyana me bi vî karî bi rê ve diçe.”
Di dewiya axaftina xwe de Mem Şeşo kêfxweşiya xwe ya ser axa xwe wiha anî ziman û got: ” Şukir ji bo xwedê em rehet in û em li ser axa xwe ne. Ev cihê jidaykbûna me ye û hemû dîroka me li vir e. Ger yek li welatek cüda bimire tînin vê ser vê axê vedişêrin. Em dixwazin li ser axa xwe bin xwe xelkê me yên li qampên jî bila vegerin ser axa xwe, cihek Êzîdiyan nîne ji bilî vê axê. ”
Radyo Dengê Çira Şingalê-Xelil Şingalî