Şengal; li aliyekî  îxanet û komkujî li aliyek berxwedan û rizgarkirin-2-ANALÎZ

Şengal bi pêngava hevdem a gerîla û şervanên YPG û YPJ’ê re di encama şerê kolan bi kolan de hate rizgarkirin. Yên îxanet li Şengalê kirin niha dixwazin xwe wekî xwedî vê serkeftinê nîşan bidin. Lê hemû propagandayên hatin kirin jî, nikaribû rastiya Şengal û berxwedaniya gerîlayên azadiyê veşêre.  Îxanet li Şengalê ranewestiya û ji  Zagrosan heya Şengal, Kobanê êrîşeke berfireh li ser hêzên ku Şengalê rizgar kirine dane destpêkirin.

Hemû hêzên cîhanê û herêmê xwe amade kiribûn ku Şengal teslîmî DAIŞ’ê bibe û qirkirina Êzidiyan a bi sedan salan êdî temam bibe. Hêzên navneteweyî xwe ji mij ve amade kiribûn ku ji bo jenosîda Êzidiyan hin daxuyanî bidin û çend rondikan birijînin. Lê ev berxwedana ku tu kesî hêvî nedikir, rewşê guhertibû. Gerîla û şervanên Rojava, Çiyayê Şengalê kiribûn stargeh. Bi dehezaran Êzidî xwe spartibûn çiyayê pîroz. Ji bo parastina civakê keç û xortên Êzidî dihatin perwerdekirin. Ev perwerdehiya bi çend kesan destpêkir, di demeke kurt de veguherî artêşa parastinê ya Êzidiyan. Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekineyên Parastina Jinên Şengalê (YPJ-Şengal) ku pişt re navê xwe kir YJŞ (Yekineyên Jinên Şengalê) li vê stargeha pîroz ava bûn. Bersiva Êzidiyan a li hemberî fermanê artêşbûn bû. Ev jî qonaxeke nû di dî dîroka Êzidiyan de bû.

Ji bo rizgariyê Fermandariya Êzîdxanê hate avakirin

Beriya pêngava rizgarkirina Şengalê destpê bike, hem li başûr hem jî li bakurê Çiyayê Şengalê gelek komelgeh û gund hatin rizgarkirin. Êdî parêzvanên axa pîroz xwe ji çiyê berdidan deştê û her roj di çeperekî de derb li DAIŞ dixistin. Hêzên parastina Şengalê rewşa parastinê derbas dikirin û dest bi rizgarkirina axa pîroz dikirin. Êdî rizgarkirina navenda Şengalê hedef û armanca esasî bû. Li ser vê esasê jî di 29’ê Çileya 2015’an de YBŞ, YPJ-Şengal û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û ragihandin ku wan di bin navê “Fermandariya Êzîdxanê ya Ji Bo Rizgariya Şengalê” de fermandariyeke hevbeş ava kirine. Di vê daxuyaniyê de her wiha bang li PKK, YNK û PDK’ê hat kirin ku destekê bidin fermandariya hevbeş a Şengalê.

Gava yekemîn a rizgarkirinê li Geliyê Şilo hate avêtin

Êdî armanc û hedefa bingehîn rizgarkirina navenda Şengalê bû. Hemû amadekarî li ser vê esasê dihat meşandin. Beguman ev di heman demê de hedefekî zor û zehmet bû. Ji ber ku DAIŞ jî xwe li navenda Şengalê bi hêzeke mezin bicih kiribû û amadekariya şerekî tund û demdirêj dikir. Hêzên berxwedêr ên Şengalê vê rastiyê li ber çav girtibûn û ji bo rizgarkirina Şengalê planeke ji çend merheleyan amade kiribûn. Di çarçoweya vê plana rizgarkirinê de destpêkê di 8’ê Cotmeha 2015’an de li Geliyê Şilo gava yekemîn hate avêtin. Li vir şerekî dijwar qewimî û derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hate xistin. Di 31’ê Cotmehê de jî pêngava rizgarkirina gundên Rojavayê Şengalê hate destpêkirin. Piştî ku ev her du plansazî biserketin, pêngava rizgarkirina navenda Şengalê hate destpêkirin.

Şengal mal bi mal ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin

Li navenda Şengalê şerekî dijwar hate meşandin. Çeteyên DAIŞ’ê xwe ji bo şerê bajêr amade kiribûn û mal bi mal xwe bicih kiribûn. Her çiqas hêzên koalîsyona navneteweyî bi balefiran tevlî şer bibin jî, di esas de şerê mal bi mal, şerê sing bi sing hate meşandin. Li Kobanê çawa ku her mal bû çeperekî berxwedanê ya li dijî DAIŞ’ê, Şengal jî mal bi mal ji destê çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin. Di 13’ê Mijdara 2015’an de jî rizgarkirina navenda Şengalê ji hemû cîhanê re hate ragihandin. Pêngava rizgarkirina Şengalê li vir bi dawî nebû. Vê carê jî wekî merheleya sêyemîn, pêngava rizgarkirina gundên derdora Şengalê hate destpêkirin.

Herkes xwest bibe şîrikê pêngava rizgarkirinê

Di encam de yên ku xwe gihandibûn hawara Şengalê û civaka Êzidî ji qirkirinê xilas kiribûn, Şengal rizgar jî kiribûn. Lê piştî dengvedana vê pêngava dîrokî, herkes xwest ku bibe şîrikê vê pêngava dîrokî. Hêzên navneteweyî yên di bin navê koalîsyona li dijî DAIŞ’ê de, di esas de ew hêz bûn ku rê li ber DAIŞ’ê vekiribûn. Lê niha dixwestin xwe wekî parêzvanê Şengalê nîşan bidin. Ji bo şopandina pêngava rizgarkirina Şengalê hemû ajans û televîzyonên navdar dabûn pey nûçeyan. Şerê li ser rûyê erdê xilas bibû lê şerê propagandayê destpê kiribû. Herkes xwe wekî pêşengê vê pêngavê nîşan dida.

Yên îxanet kirin çawa dikarin Şengalê rizgar bikin!

Bi taybet PDK’ê ku ji Şengalê reviyabû û Êzidiyan teslîmî DAIŞ’ê kiribû, dest bi propagandayeke berfireh kiribû. Li ser ekranên televîzyonan operasyonên taybet ên li dijî DAIŞ’ê dihat weşandin. Serokê PDK’ê Mesut Barzanî xwe negirtibû û gotibû “Me li Çiyayê Şengalê Êzidiyan parast û hêzên pêşmerge tenê Şengal rizgar kirin.” Yên ku Şengalê dabûn nav lepên bixwîn ên DAIŞ’ê niha ji bo vê îxanetê veşêrin û car din Êzidiyan bixin bin serweriya xwe, hewl didan xwe wekî lehengên Şengalê nîşan bidin. Gelo yên îxanetê li Şengalê kirin karibûn Şengalê ji nû ve rizgar bikin?

Pêngava gerîla û YPG-YPJ’ê ya hevdem serkeftin anî

Di rastiyê de Şengal bi du pêngavên girîng ên ku hevûdû temam dikin, hatibû rizgarkirin. Li Rojava şervanên YPG û YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê dest bi operasyenên taybet kiribûn. Til Berak û Til Hemis ji çeteyan hatibûn rizgarkirin û operasyona Holê dest pê kiribû. Bi hemahengî, gerîlayên azadiya Kurdistanê jî pêngava rizgarkirina navenda Şengalê dabûn destpêkirin. Ev her du pêngav gihiştîn hev û serkeftin bi vî rengî bidest ket.

PDK cara duyemîn ji Şengalê direve

PDK ku xwe li hemberî hêzên berxwedêr sor kiribû, piştî referanduma 25’ê Îlona 2017’an cara duyemîn ji Şengalê reviya. Piştî referandumê aloziyên di navbera herêma Kurdistanê û rêveberiya Bexdayê kûr bibû û ev rewş bandor li ser rewşa Şengalê jî dikir. Piştî ku hêzên Heşdî Şabî berê xwe dan Şengalê, Qasim Şeşo û hêzên pêşmerge yên ku di fermana 2014’an de ji Şengalê reviyabûn, carekî din terka axa pîroz kirin.

Êrîşên li ser Zagros, Şengal û Kobanê

Di 6’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de tiştê herî balkêş ew e ku, êrîşeke berfireh li ser hêzên ku Şengal rizgar kirine heye. Li Başûrê Kurdistanê, gerilayên azadiya Kurdistanê bi mehan e di bin êrîşeke giran de, li hemberî çekên kimyewî li ber xwe didin. Li ser Rojavayê Kurdistanê gef û êrîş bênavber didomin û hewldanên dagirkirinê berdewam in. Li ser Şengalê şereke taybet a berfireh tê meşandin û êrîş li sazî û kesayetên berxwedêr tê kirin. Di esas de, xeta îxanetê û berxwedanê ji Zagrosan heya Şengalê, ji Şengalê heya Kobanê di nav şerekî mezin de ne. Berxwedana Zagrosan, berxwedana Şengalê û berxwedana Rojava di esas de yek berxwedan e.

Rêber Apo: Bila Êzidî jiyana xwe ya azad ava bikin

Derbarê rizgarkirina Şengalê de Rêber Apo ev peyam dabû: “ Ez jî ji gelê me yê Şengalê pir hez dikim. Ji bo azadî û rizgariya Şengalê em dikarin behsa 2 bûyeran bikin. Yekem, Derwêşê Evdî duyem jî têkoşîna hevalên me ye. Ji Şengalê heya Reqayê gelê Êzidî rastî komkujiyê hat. Lê me li van hemû qadan hêzên qirker têkbir û me tola gelê Êzidî rakir. Ji ber vê em kêyfxweş in. Ez rêz û silavên xwe yên bêsînor digihînim gelê Şengalê. Bila êdî ew nekevin nav fikaran, bila jiyana xwe ya azad ava bikin.”

Li Şengalê gavên ber bi jiyana azad ve

Di ser fermana Tebaxa 2014’an ji 7 sal zêdetir, di ser rizgarkirina Şengalê jî 6 sal derbas bûn. Di nav vê dema kurt de di asta şoreşê de guherîn di civaka Êzidî de pêşket. Civaka Êzidî di dîroka xwe de cara yekem hêza xwe ya parastina cewherî ava kir. Civaka ku bi hezaran salan her di bin serweriya desthilatdaran de bû rêveberiya xweser ava kir. Ji perwerdehî heya aboriyê bi dehan sazî û dezgeh hatin rêxistinkirin. Ev hemû di dîroka Êzidiyan de nûbûn û guherînên di asta şoreşê de bûn.

ÊZDÎN ŞENGALÎ- ROJNEWS

Show More
Back to top button