Meclîsa Xweser banga vegera Şengalê li Êzîdiyan kir

MXDŞ’ê di civîna xwe ya asayî ya piştî kongreya 4’emîn de banga vegera Şengalê li Êzîdiyan kir.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê (MXDŞ) ku 23’yê Tîrmeha 2021’an kongreya xwe ya 4’emîn lidarxistibû, duh bi beşdariya rêveberiya nû civîna yekemîn lidarxist. Hevserokên meclîsên herêman jî di civînê de amadebûn. Piştî yek deqîqe rêzgirtin ji tevahî şehîdên Êzîdxanê re, rapora xebatê ya du mehan a Desteya Rêveber hate xwendin.

Hevserokê  MXDŞ’ê  Merwan Bedel ku di destpêka civînê de axivî îşaret bi qeyrana siyasî û rêveberî ya li Iraqê û got: “Li Iraqê qeyraneke siyasî û civakî heye. Rêbazên çareseriyê yên desthilat pêşkêşê gel dike, ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin û baweriya gel bi desthilata niha nîne.”

Bedel di dewama axaftina xwede hewldanên PDK’ê yên dijî Şengalê jî nirxand û wiha pêde çû: “Ji sala 2003 heya 2014’an PDK Şengal birêve dibir. Lê Êzîdiyan tenê ji bo berjewendiyên xwe bikardianî. Ji ber vê sedemê Komkujiyên Sîba Şêx Xidir û Til İzêr pêkhatin. Tenê yek rê ji bo Şengaliyan hiştibûn ew jî hemaltî bû. Ji ber van sedeman tev em weke civaka Êzidî peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin. Ew peyman wê nekeve meriyetê. PDK ku 11 sal xêra Êzîdiyan xwaribû,  gel di destê DAIŞ’ê de hişt. Lewma em rêveberiya wan li vir qebûl nakin.”

Yek ji mezinê eşîra Mala Zero Şêx Şemo jî di civînê de mafê axaftinê girt û got: “Ji ber PDK’ê ji her maleke Êzîdiyan 10 kes ketin destê DAIŞ’ê. Ji ber vê yekê em hebûna PDK’ê li Şengalê qebûl nakin. 100 parlementerên weke Mehme Xelîl werin jî, wê nekaribin werin Şengalê.”

Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Kinê jî îşaret bi têkoşîna ji li Şengalê kir û wiha axivî: “ Li hemû cîhanê mafê jin tê xwarin. Lê li beramberê vêya têkoşîna jin a ji bo azadiyêheye. Em jî wek jinên Şengalê ji bo axa xwe, şehîdên xwe, doza xwe têdikoşin. Silavên xwe yên germ ji vir heya çiyayên azad ji bo berxwedêrên çiyê re dişînin. Em ji wan re serkeftinê dixwazin.”

Di civînê de banga vegera li Şengalê li hemû Êzîdiyên koçber û penaberbûne hate kirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button