Qaymeqamê Şengalê: Armanca dewleta Tirk Êzidî ne

Qaymeqamê Şengalê Fehed Hamîd got dewleta Tirk ji xwere PKK dixe hincet lê armanca wê dagirkirina gelek welatan e û ji holê rakirina gelek baweriyan e. Hamîd got gelê Êzidî jî di hedefa yekem a vê dagirkeriya dewleta Tirk de ye.

Qaymeqamê Şengalê Fehed Hamîd ji ajansa me re axivî û bal kişand ser êrîşen dagirkeriya dewleta Tirk li ser qada Başûrê Kurdistanê û got hincet PKK ye lê hedef?

Hamîd anî ser ziman ku dewleta Tirk a dagirker planek mezin daye pêşiya xwe û got ku ew dixwazin xerîta dewra Osmanî ya beriya 100 salî pêk bînin. Hamîd wiha axivî; “Ne bes tinê li Şengal, tevahî Iraq, gelek dewletên din jî di hedefa wan de ye. Tişta dixwazin bikin yê nekarin bikin. Em dibihîsin ku çeteyên xwe dişînin û bicîh dikin. Rusya jî sozên qewîm daye Tirkiyê. Nêzikatiya Tirkiyê, PDK û Kazimî bûye mijara menfaatên wan yên şexsî. Dibêjin PKK. Bi hinceta PKK zextê li me dikin, li herêma Êzidiyan dike, li Iraqê dike, li Surî dike. Hinceta wan PKK ye. Bes hedefa wê ne PKK tinê ye, Êzidî ne jî.”

Qaymeqamê Şengalê behsa rastiya dîroka tarî ya dewleta Tirk li hemberî kêmnetew û baweriyên cûda li Bakurê Kurdistanê jî kir û wiha pêde çû; “Em ji dîrokê dizanin, bav û kalên me ji mere her behsê kirin e. Bi sedan gundên Êzidiyan li Tirkiyê hebûn. Wextekî Tawisê Şêxadî li Tirkiyê jî dihate gerandin. Di salê de tinê bi destê qewalan dihate vedilandin. 366 qonaxên Tawisê Şêxadî li Tirkiyê hebû. Hemû jî gundên Êzidiyan bû. Ji van qonaxan yêk qonax jî nemaye.”

‘Diviyabu hukumeta Iraq’ê bêdeng nemaba’

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd mînaka êrîşên demên dawî li ser Şengalê pêk hatî de da û bal kişand ser hem wext pêkhatina serdana Serokwezîrê Iraqê li Şengalê û êrîşa 16’ê Tebaxê û wiha got; “Ev darbeya 16 Tebax 2021 li ser Şehîd Seîd, Şehîd İsa pêkhatî li ser nexweşxaneya Sikîniyê pêkhatî tê zanîn. Ev şermek pir mezin e ji bo hukumeta Iraqê. Roja ku Serokwezîrê Iraqê were Şengalê êrîş kirîn. Wî demî ne li PKK dan. Ne li çeteyên DAİŞ dan, ne li cihek din yê der qanunî jî dan. Di navbera cihê Kazimî lê bû û cihê lêdabûn de tinê 2 km mesafe hebû. Şehîd Seîd Hesen Seîd ew qiyadeyek ji civaka Êzidî bû, ew resmî li ser Haşdî Şabî wek fermandarek erkdar bû, dinya hemû vê yekê dizane. Şehîd Seîd 3’yê Tebaxê heya îro wekî malbatî li çiyayên Şengalê berxwedanî kiriye. Li ser çi esasî hate hedef kirin van şehîdên me? Nexweşxaneya Sikêniyê hedef kirin, li ser çi esasî? Kanî dinya, kanî wijdan, kanî hukumeta Iraq’ê? Diviyabu hukumeta Iraq’ê bêdeng nemaba.”

‘Peymana 9’ê Cotmehê ji bo firotinê ye’

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd di dewamê de bal kişand ser sixtekarî û nerewabûna hilbijartina ku 10’ê Cotmehê li Iraqê pêk hatî û got, dibe PDK îdîa bike ku herî zêde deng ji wan re çûne, lê ev deng ji aliyê mirovên dîlgirtî yên di kampan de dane wan.

Hemîd wiha domand; “Raste wekî dibêjin, dengê herî zêde wan girt. Lê ev Êzidiyên wek 250 hezarî di bin kontrola wan de, li kampan de ne. Kesên ku li wir be ji gotinên wan dernakeve. Çi reqemê jê bixwazin yê bidin wî. Ger gel li ser cihê xwe, axa xwe be yê azad be, yê çi hilbijêre bi xwe biryar bide. Heger ne li cihê xwe be dengê xwe bide kê rihet nikare hilbijêre. Weke esîran nêzî wan dibin.”

Hemîd da zanîn peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda-Hewler de hatî îmze kirin, destê gelek hêz û dewletên din jî têde hene û got; “Ti kes heya niha bi dirûstî xwedî li me derneketiye. Yanî ev peyman jî di navbera hukumeta Bexda û Hewlêrê de hunandiye, ji bo firotinê ye. Kê biha kir yê bigihe wî. Gazina me ya herî mezin jî ji hukumeta Iraqê ye. Em carekî din pişta xwe bi kesên din germ nakin û baweriya xwe nadin wan. Em dixwazin bixwe parastina xwe bikin. Em carekî din terka axa xwe jî nadin. Ev erd erdê me ye, şerefa me ye, xîreta me ye.”

‘Şengal ji Bexda û Hewlêrê jî bi ewletire’

Qaymeqamê Şengalê Fehed Hemîd hukumeta Iraqê bi cidî nêzî meseleya pêşeroja Şengalê nebûnê rexne kir û wiha axivî; “Heger hukumeta Iraqê bi mere cidî ba, şûna menfatên xwe yê şexsî, menfatên hêzên derve tercîh kirîba hatîba bi mere menfaatê me û xwe hilbijartîba yê gelekî baş ba. Lê di rewşa niha de rewşa Şengalê ne baş e. Rewşa Iraq bi giştî jî ne başe, heman demî rewşa li Rojhilata Navîn bi giştî jî wiha ye. Lê em dibînin ku ji 2017’an û vir ve ev 4 sal derbas bûne. Rewşa ewlehî ya Şengalê gelekî baş e, ji Bexdayê, ji Erbîlê jî baştir e. Heger ev aliyên siyasî bela xwe ji me venekin û nehêlin ji bo xelkê Şengalê tiştên baş bêne kirin yê zehmet dibe. Ew aliyên siyasî yên mezin nahêlin tiştên baş li Şengalê çêbe, pêşde biçe. Heya ji destê wan tê jêre dibin asteng.”

‘Beriya her tiştî yêkbûna me divê hebe’

Qeymeqamê Şengalê ji xelkê Êzidî jî xwest ku bila dost û dijminan ji nav hev rast veqetîne û çi dibe bila bibe bila di nav xwede yêkbûna xwe ava bikin. Hemîd di vê mijarê de wiha got; “Êzidî belengazin û dizanin kî zilmê li wan dike, kî xwedî li wan derdikeve û feyde li wan dike. Êzidiyek li kîjan hizbê re be bila bibe, hizba Erebî re be, Kurdî re be ferq nake, divê wê hizbê bixe xizmeta dîn, bawerî û qewma xwe, xizmeta civak, ax, şerefa xwe, Şengala xwe. Nabe insan pişta xwe bide hizbekê wiha ku miletê xwe bidemirîne, zilmê li miletê xwe bike, fesadiyê bike, zilmê wekî demê Sedam li ser miletê xwe bikî. Ji bo insanek jêre bêje aferîn û çend pereyan bide wî zilmê li miletê xwe bike. Ev tişt nayê qebûl kirin.”

Di dawiyê de jî Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd got; “Em Êzidî di nav kîjan hizban de bin bila bibin, beriya her tiştî yêkbûn ji mere divê, em hev guhdarî bikin, em xwe nêzî hevdû bikin. Hêzên parastina Şengalê dikin jî divê yêk reng û yêk deng bin. Divê beriya her tiştî parastina axa xwe, miletê xwe, şerefa xwe bikin. Em bi yêk reng û deng bin. Ji bo berjewendiya civaka xwe. Miletê Êzidî jî, Şengal jî zêdetir tehemûl nake fermanên din were serê me. Tehemûl nema, heya kengê emê di bin destê alemê de bijîn. Heya kengê emê ji alemê re bi xebitin. Dibêjin, suwarê xelkê her li peya ye. Ji xelkê re her çendî em baz bidin feyda me, xelkê me, axa me têde nine. Zuruf çi bin bila bibin, divê debara xwe bikin lê nêzîkatî, armanc divê yek be, divê parastina mezargeh, qûbe, bawerî, çanda xwe be.”

ROJNEWSBERÎVAN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button