Şêniyên Efrînê komployên li ser Şengalê şermezar kirin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekê nerazîbûn nîşanî peyama hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê  dan.

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumetên Bexda û herêma Başûrê Kurdistanê de meşiyan.

Meşvanan bi pankartên “Berxwedana Şengalê berxwedana Efrînê ye”, “Na ji îxaneta navxweyî re”, “Bi îradeya gelê Êzidî em ê îxanetê têk bibin û îradeya gelan pêk bînin” û “Bi rihê berxwedana Şengal û Berxwedana Serdemê em ê azadiya gelê xwe mîsoger bikin” ji ber navenda navçeya Ehdasê ber bi gundê Meret Miselemiyê yê navçeyê meşiyan.

Meş li gundê Meret Miselemiyê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Sureya Mistefa komploya li dijî civaka Êzidî şermezar kir û bi bîr xist ku li dijî civaka Êzidî gelek ferman hatin kirin, tevî vê yekê êzidiyan serî netewand û li ber xwe da.

Sureya got:”Em nahêlin ku dîrok li dijî civaka Êzidî dûbare nebin, em ji dagirkerî û komplogeran re dibêjin ku gelê Efrînê gelê Êzidî ye, Şengal Efrîn e. Em ê hemû komployên li dijî gelê Kurd û civaka Êzidî bi taybet têk bibin.”

Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Efrînê Eyşe Seydo îşaret bi vê yekê kir ku dema li dijî Şengalê komkujî hatin kirin PDK’ê û hikumeta Bexdayê li kuderê bûn?.

Di dawiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê hatin qîrkirin.

Show More

Leave a Reply

Back to top button