Astengiya li Şengalê rabû, dengdayîn didome

Li Şengalê li 21 navendên ku bi hinceta “cîhazên dengdanê naxebitin” dengdayîn sekinî bû, pirsgirêk hat çareserkirin. Li hinek cihan car caran pirsgirêk derbikevin jî, dengdayîn berdewam dike.

 

Ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê, li Şengalê dengdan vê sibehê saetek bi derengî destpê kiribû. Dengdayîna ku piştî saet 08.00’an destpê kir 31 navendan dom kir, lê li 21 navendan dengdayîn bi hinceta pirsgirêkên teknîkî dengdayîn sekinî.

Li gor zanyariyên nûçegihanên ajansa me ragihandine li navenda Şengalê û komelgehên Borik, Tilezêr û Xanesorê bi giştî li 21 navendan bi hinceta “cihaza dengdayînê naxebite” dengdayîn sekinî bû.

Hat ragihandin ku piştî demek dirêj, li piraniya van navendan pirsgirêk hat çareserkirin û dengdayînê destpê kir.

Gelê Şengalê diherike ser sindoqan û dengdayîn berdewam dike. Tê gotin ku dê rêjeya dengdayînê zêde bibe.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button