Rêveberiya Şengalê: Dem hatiye peymaneke nû bi gelê Şengalê re were îmzakirin!

 Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku di encama berxwedana gel a salekî de Peymana 9’ê Cotmehê êdî şikestiye û ev bangawazî li Iraqê û hêzên navneteweyî kir: “Dem hatiye ku peymaneke nû bi gelê Şengalê re, bi îradeya Şengalê re were îmzakirin.”

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera hikumeta Mistefa Kazimî û PDK’ê de û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de li ser Şengalê peymanek hate îmzakirin. Civaka Êzidî vê peymanê wekî fermaneke nû ya li ser Êzidiyan binav kir û li hemberî wê dest bi berxwedaneke bênavber kir. Di yekemîn salvegera îmzakirina vê peymanê de Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û encamên salekê ya vê planê û berxwedana gel nirxand.

Rêveberiya Xweser a Şengalê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev plana li hemberî Şengalê di esasê xwe de komployeke qirêj e û berdewamiya fermana 2014’an e ku di bin navê peymanê de hatiye veşartin. Rêveberiya Xweser diyar kir gelê Şengalê li hemberî vê planê salekî bi berxwedanê li pey xwe hiştiye û di encam de ev plan hatiye şikestin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê balê kişand ser pêvajoya hilbijartinê ya Iraqê jî û ev bangawazî kir: “Divê îradeya siyasî û hikumeta nû ya dest bi kar bike vê peymana bêbext ji rojeva xwe derxe. Dem hatiye ku peymaneke nû bi gelê Şengalê re, bi îradeya Şengalê re were îmzakirin. Peymanek di navbera Iraqê û civaka Êzidî ya Şengalê de wê rê li ber Iraqeke nû û xurt veke. Lê eger car din peymanên wekî 9’ê Cotmehê li me ferz bikin emê car din li ber xwe bidin.”

Berfirehiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi vî rengî ye;

“Di ser Peymana 9’ê Cotmeha ya bi tifaqa hikumeta Mistefa Kazimî û PDK’ê de hatî îmzakirin salekî derbas bû. Her çiqas wekî peyman were binavkirin jî di esasê xwe de ev komployek li dijî gelê Şengalê, li dijî Êzdiyatiyê bû ku di bin navê peymanê de hatibû veşartin.

Em baş dizanin di dîroka nêz a Rojhilata Navîn de li hemberî gel û baweriyan gelek planên qirêj û komplo, di bin navê tifaq û peymanan de ketine meriyetê. Yek ji van komployan jî di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêber Apo hate pêşxistin. Bi vê komployê re şerê cîhanê ya sêyemîn kete qonaxeke nû û ji wê demê ve ye li hemberî îradeya gelan êrîşeke bênavber a hêzên desthilatdar berdewam dike. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de jî bi armanca şikandina Şoreşa Rojava û bi piştgiriya hêzên navdewletî Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Hem komploya li hemberî Rêber Apo hem jî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê bi tifaq û hevkariya hêzên paşverû yên herêmê û hêzên navneteweyî pêk hatin.

‘Dewleta Tirk dixwaze fermanê bi encam bike’

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de vê carê li hemberî Şengalê komployeke nû hate plankirin. Her çiqas ev komploya bi navê Peymana 9’ê Cotmehê di navbera hikumeta Kazimî û PDK’e de hatibe îmzakirin jî, gelek hêz û derdorên cûda di nav vê planê de cih girtin. Beriya her tiştî li pey vê planê dewleta Tirk hebû. Di fermana 2014’an de hesabê dewleta Tirk û PDK’ê ew bû ku civaka Êzidî bi destê DAIŞ’ê were qirkirin, li ser navê bîr û baweriya Êzidiyan tu tiştek nemîne û Çiyayê Şengalê ji Êzidiyan û ji Êzdiyatiyê were tunekirin. Civaka Êzidî bi avakirina Rêveberiya Xweser ji fermanê derket û bersiva herî xurt da dagirkeran. Ji ber vê sedemê ji wê rojê ve ye dewleta tirk li pey temamkirina qirkirina Êzidiyan e. Dewleta Tirk dixwaze dîroka fermanan a bi destê Osmaniyan hatibû destpêkirin, bi encam bike.

‘Şengala azad di dilê PDK’ê de derdekî mezin e’

PDK’ê bi îxaneteke mezin Êzidiyan teslîmî DAIŞ’ê kiribû lê hesabê wan jî neçû serî û Şengala azad û xweser wekî derdekî mezin di dilê wan de cih girt. PDK’ê li aliyekî bi dehezaran Êzidî di kampên Başûrê Kurdistanê de esîr girtiye li aliyê din ji bo car din vegere Şengalê li pey dek û dolaban e. Her roj Şengalê hedef nîşan dide û êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê dixwaze rewa bike. PDK li hemberî civaka azad a Êzidî bi kîn û hêrs e. Ji ber ku ev civak êdî koletiya di bin destê PDK’ê de qebûl nake. PDK ji ber vê rastiyê şev û roj ji bo pêkanîna vê komployê kar dike.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hem ji ber hesabên xwe yên herêmê hem jî ji ber fikra azad a Rêber Apo ku civaka Êzidî xwe li ser vê fikrê ji nû ve afirand, rê li ber vê peymanê vekir. Amerîka, dewleta tirk û PDK bi hev re zextê li Iraqê kirin û hikumeta Kazimî jî bû hevkarê vê planê. Iraqê jî di fermanê de dest ji Êzidiyan berdabû lê nedixwest îradeya nû ya azad a civaka Êzidî qebûl bike.

‘Peyman di çavdêriya Plasschaert de hate îmzakirin’

Ji ber van sedeman ev hemû hêz di komploya 9’ê Cotmehê de gihîştin hev û di bin navê peymanê de xwestin vê komployê yasayî û rewa nîşan bidin. Di encam de Peymana 9’ê Cotmehê di navbera hikumeta Kazimî û PDK’ê de di bin çavdêrî û şopandina Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê, Jeanine Hennis Plasschaert de hate îmzakirin. Piştî vê peymanê jî Nûnera NY’yê Plasschaert gelek caran piştgiriya xwe ya ji bo vê planê ji raya giştî re ragihandiye û gotiye ku wê ji bo vê planê gelek kar kiriye. Di vê çarçoweyê de em baş dizanin ku ev plan her çiqas bi destê PDK’ê û hikumeta Kazimî hatibe îmzakirin jî li pişt vê plana qirêj gelek hêzên herêmî û navneteweyî hene. Armanca esasî ya vê peymanê jî belavkirina pergala rêveberiya xweser bi hemû sazî û dezgehên xwe ve bû.

‘Kazimî ji bo desthilatdariya xwe peyman îmza kir’

Em dixwazin bibîrxînin ku dema ev peyman hate îmzakirin, hikumeta Mistefa Kazimî nû hatibû ser kar. Hikumeta Kazimî hikumeteke demkî bû ku piştî hikumeta Adil Abdulmehdî hatibû ser kar. Serokwezîr Kazimî ne di wê rewş û pozîsyonê de bû ku peymanek wisa stratejîk îmze bike. Ya din, agahiya Parlamena Iraqê ji vê peymana stratejîk nebû û gelek parlamenter jî li dijî vê peymanê derketin. Piraniya hêz û baskên siyasî yên Iraqê ji destpêkê ve li dijî vê peymanê derketin. Civaka Êzidî ya Şengalê ji xwe bi her awayî li derveyî vê peymanê bû. Ji ber van rastiyan peyman ji destpêkê ve hem ji aliyê siyasî û yasayî ve hem jî ji aliyê ehlaqî û civakî ve peymaneke mirî bû. Serokwezîr Kazimî li gel tîma xwe ya burokrasiya ewlehiyê vê peymanê îmza kir. Li şûna ku wekî Serokwezîrê nû ya Iraqê bi hemû beşên civaka Iraqê re li hev bike, vê peymana li dijî Êzidiyan ji bo parastin û xurtkirina desthilatdariya xwe îmza kir.

‘Gelê me salekî ye şev û roj li ber xwe dide’

Ev peyman bi hêza zorê hatibû îmzakirin û bi hêza zorê li îradeya gelê Şengalê dihat ferzkirin. Lê gelê me ji roja destpêkê ve vê peymanê wekî fermaneke nû ya li ser Êzidiyan binav kir û dest bi berxwedaneke bênavber kir. Gelê me ev salekî ye li hemberî vê komployê şev û roj li ber xwe dide. Di nav vê salê de gelek êrîşên cûda li ser gelê me hate ferzkirin. Ev êrîş ne yekalî, piralî bûn. Ji bo îradeya civaka me bişkînin hemû rêbazên şerê taybet li hemberî me hatin şixulandin. Ji êrîşên leşkerî heya êrîşên siyasî, ji êrîşên aborî heya yên civakî her cûre êrîş xistin meriyetê. Merheleyên cûda yên van êrîşan çêbûn. Şengal hate dorpêçkirin, gef li me hatin xwarin, bi destê dewleta tirk êrîşên bêbext hatin kirin, hikumeta Iraqê xwest bi zextê ev plan bikeve meriyetê, PDK’ê her carê xwest provokasyonan pêş bixe. Lê gelê me yê berxwedêr ji roja destpêkê heya roja me ya îro, li dora îradeya xwe kom bû, xwedî li rêxistina xwe derket û gavek bi paşde neavêt.

‘Şengal wek kelehekî li ser piyan e’

Yek ji armancên Peymana 9’ê Cotmehê belavkirina pergala Rêveberiya Xweser bû. Lê di nav sala borî de li Şengalê hêza cewherî ya xwerêveberinê ji her demî xurtir bûye. Êdî meclîsên gel ên Şengalê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên Şengalê ji her demê xurtir e. Rêveberiya Xweser bi hemû sazî û dezgehên xwe ve wekî sûrekî dîrokî li hemberî van êrîşan sekinî. Dixwestin Asayîşa Êzîdxanê belav bikin lê gelê me bi dirûşmeya ‘Asayîş rûmeta me ye’ li dora parezvanên Êzîdxanê kom bû û bi sedan xortên Êzidî bûn parêzvanên axa xwe. Dixwestin gelê me ji axa pîroz a Şengalê koçber bikin lê bi dehezaran Êzidî vegeriyan ser axa xwe û ruxmê hemû rêgiriyên PDK’ê ev veger berdewam dike. Dixwestin îradeya Çiyayê Şengalê bişkînin lê ev çiya tevî bi hezaran keç û xortên di nav refên YBŞ û YJŞ’ê de wekî keleheke ku nayê fetihkirin li ser piyan e.

‘Şengal ji her demê xurtir e’

Di encama berxwedana salekî de îradeya me, baweriya me, hêviyên me yên serkeftin û azadiyê ji her demî xurtir e. Lê ew hêzên ku li dijî Şengalê, li dijî civaka Êzidî vê komployê xistin meriyetê, ji her demê lawaztir in. Peymana 9’ê Cotmehê di encama berxwedana gel de êdî pûç bûye. Herî dawî, di 2 û 4’ê Cotmehê de PDK’ê xwest tevî hêzên xwe yên çekdar derbasî Şengalê bibe. Ev hewldana dawî ya PDK’ê ku li ber deriyê Şengalê nefesa xwe ya dawî da. Em berxwedana gelê Şengalê, silav dikin. Gelê me car din îspat kir ku bi rastî jî “Berxwedan Jiyan e.”

‘Peymaneke nû bi gelê Şengalê re were îmzakirin’

Niha hilbijartina Iraqê li ber me ye. Wê di vê hilbijartinê de îradeya siyasî ya Iraqê were nûkirin. Em ji niha ve banga xwe li hemû hêzên siyasî yên Iraqê dikin. Divê îradeya siyasî û hikumeta nû ya dest bi kar bike vê peymana bêbext ji rojeva xwe derxe. Eger Iraq dixwaze pêvajoyeke nû bide destpêkirin da ku pirsgirêkên xwe yên bingehîn çareser bike, destpêkê divê vê peymanê ji rojeva xwe derxe. Dem hatiye ku peymaneke nû bi gelê Şengalê re, bi îradeya Şengalê re were îmzakirin. Em dibêjin, em ji çareseriya pirsgirêkan re amade ne. Peymanek di navbera Iraqê û civaka Êzidî ya Şengalê de wê rê li ber Iraqeke nû û xurt veke. Lê eger car din peymanên ku îradeya civaka Êzidî nas nake bikevin rojevê, sekn û helwesta me jî wekî roja destpêkê zelal e. Eger car din peymanên bi vî rengî li me ferz bikin emê car din li ber xwe bidin.

‘Divê îrade û statuya Şengalê were naskirin’

Em hêvî dikin ku piştî hilbijartinê di navbera Iraqê û Şengalê de têkileyeke nû ya demokratîk pêş bikeve. Ev têkilî îradeya civaka Êzidî nas bike. Em bi vê wesîleyê bang li Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û hêzên navneteweyî jî dikin. Dest ji plan û peymanên li dijî civaka Êzidî berdin. Nebin hevkar û navbeynkarên planên qirêj. Eger ji destê we tê piştgirî bidin ku fermana li ser Êzidiyan wekî jenosîd were qebûlkirin û statuya Şengalê jî were naskirin. Em car din berxwedana gelê xwe silav dikin. Em bawer in emê di dema pêş de ji bo mîsogerkirina Şengala xweser û azad gavên girîng ên dîrokî pêş bixin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button