Êzidiyên xwestin biçin Laleşê hatin astengkirin: 5 kes hatin binçavkirin

Êzidiyên li kampên Dihok û Zaxo dimînin, xwestin ji bo Cejna Cimaya Laleş biçin Laleşê, lê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin astenkirin. Di aloziyê de 5 Êzidî hatin binçavkirin.

 

Li gorî zanyariyên ku welatiyan ji ajansa me re ragihandine, Êzidiyên li kampên Dihok û Zaxo îro xwestin biçin Laleşê û Cejna Cimaya Laleş pîroz bikin. Lê dema gihiştin navbera Navçeya Şêxan û Laleşê li seytereya asayîşa PDK’ê hatin rawestandin.

Asayişê bi hinceta “Îro roja dengdanê ye, vegerên dengên xwe bidin” nehiştin welatî derbas bibin. Liser vê yekê welatiyan nerazîbûn nîşan da û alozî derket. Di êrişa asayişê de 5 welati hatin binçavkirin.

Jiber astengî û êrişa asayişê welatî neçar man vegerin.

ROJNEWS-DIHOK

Show More
Back to top button