Li kampa Êzidiyan zexta ku dengan bidin namzetên PDK’ê

Hat ragihandin ku li kampa Bacîd Kendala ya girêdayî Navçeya Zaxo ya Parêzgeha Duhokê ku koçberên Êzidî lê dimînin, di dema dengdayînê de endamên asayîşê zor li koçberan kirine û xwestine dengan bidin namzetên PDK’ê.

Îro li Iraq û Başûrê Kurdistanê di çarçoveya hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de, hêzên ewlekariyê, koçber û kesên nexweş deng didin. Di vê çarçoveyê de li kampên koçberan ên li Duhok, Silêmaniyê jî koçberên Êzidî dengê xwe bikar tînin. Lê tê gotin ku li hinek kampan hêzên asayîşa girêdayî PDK’ê zorê li koçberan dikin ku dengên xwe bidin namzetên PDK’ê.

Li gorî agahiyên ku hinek çavkaniyan ji ajansa me re ragihandin û ji ber ewlekariyê nexwestin navên xwe eşkere bikin, kampa Bacîd Kendala ya Zaxoyê endamên asayîşê zor li koçberan kiriye.

Çavkaniyan ragihandin hinek endamên asayîşê ku hinek ji wan cilên fermî, hinekan jî cilên sivîl lixwe kiribûn, li pêşiya cihên dengdanê rawestiyane û ji koçberan pirsa “Xwendin û nivîsandina we heye yan na?” kiriye. Hinek koçberan jî gotine ku xwendina wan nîne. Li ser vê bersivê endamên asayîşê kartên namzetên PDK’ê dane wan û xwestine ku wisa dengên xwe bikar bînin.

Her wiha çavkaniyan gotin ku endamên asayîşê kartên dengdayînê yên hinek koçberan jî, ji wan girtine û li gel wan ketine cihê dengdayînê.

  ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button