PDK ji bo pêşmergeyan: Ger hun dengê xwe nedin me emê we ceza bikin

Fermandarên PDK’ê ji niha de ji bo hilbijartinan dest bi sixtekariyê kirin. Fermandarên PDK’ê birêya telefonan li pêşmergeyan digerin û ji wan re dibêjin; “Ger hun dengê xwe nedin me, emê we ceza bikin.”

Iraq wê di 10’ê Cotmehê de, ji bo hilbijartina parlementoyê biçe ser sindoqan. Îro ji bo “dengdana taybet” a leşker, polîs, asayiş, penaber û girtiyan deng  tên bikaranîn. Dengdana taybet wê heya saet 18:00’ân dewam dike.

Di saetên destpêkê de PDK dest bi sixtekariyê kir. Li navendek Herêma Soran ya ser bi Hewlêrê, di saetên dengdana taybet de, qerta propagandaya namzetên PDK’ê bi ser dengdêran hate belavkirin.

Li Herêma Soran ji bilî namzetên din, PDK 4 namzet heye. Li gorî agahiyên ketine destê ajansa me de, li wê herêmê pirsgirêk derketiye.

Gef li pêşmergeyan dixwin

Li aliyek din fermandarên PDK li heman herêmê pêşmergeyan ditirsînin. Li gorî agahiyên di destê me de, fermandarên PDK’ê beriya ku pêşmerge dengê xwe bikarbînin, telefona wan dikin û ji wan re dibêjin; “Amêrên dengdanê, dengê we eşkere dike. Ji ber wê ger hun dengê xwe nedin namzetên me, emê we ceza bikin.”

ROJNEWS-SORAN

Show More
Back to top button