Welatiyên Şengalê: PDK dixwaze me bike kolê xwe 

Welatiyên navçeya Şengalê li ser hewildana PDK’ê ya ku dixwaze bi hêzekî mezin a çekdarî bikeve xaka Şengalê û carek din baregehên xwe lê avake, nerazîne û dibêjin “Hûn dixwazin em ji were koletiyê bikin?”

 

Roja 2’yê Cotmehê hêzek mezin a çekdarên PDK’ê bi hevkariya artêşa Iraq’ê hewl da derbasî Şengalê bibin. Li gel van hêzan 2 namzetên parlamenteriyê yên PDK’ê jî hebûn û bi hinceta propaxandaya hilbijartinê bikin dabûn pêş. Lê belê civaka Şengalê li hemberî hewildana dagirkirina hêzên çekdar yên PDK bo Şengalê bi nerazîbûnek tund pêşwazî kir û diyar kir ku ne pêkane ku ewqas hêzên leşkerî ji bo propaxandaya hilbijartinê derbasî Şengalê bibin. Şengaliyên li hemberî hewildanê çalakî pêkanîbûn destur nedan hêzên çekdar yên PDK derbasî Şengalê bibin.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser ya Şengalê PDK hêzekî zêde li nêzî Şengalê kom kiriye û dixwaze careke din hewl bide bikeve xaka Şengalê. Rêveberiya Xweser û TAJÊ bi daxuyaniyên lezgîn bang li gel kirin, da ku careke din planên PDK’ê yên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê re ji holê rakirina Rêveberiya Xweser, sazî û dezgehên Şengalê armanc digre bêne vale derxistin.

Em çûn Meclîsa Gel ya li navenda Şengalê û me nêrînên gel li ser mijarê wergirt. Êzidiyên li navenda Şengalê dijîn jî heman nerazîbunê anîn ser ziman û gotin ku ew ti demî qebûl nakin hêzên PDK xaka Şengalê dagir bikin.

‘Yên bi PDK’ê re ne, nikarin xizmeta civaka xwe bikin’

Welatiyê bi navê Xalid Mişko ji bo israra hêzên PDK’ê got ku vegera hêzên çekdar yên PDK yê bi xwere pirsgirêkan bîne û wiha pêde çû; “Ewê werin dîsa Êzidiyan bikûjin. Miheme Xelîl û Viyan Dexîl jî eger bi hizbekêre (PDK) kar bikin yê nikaribin xîzmeta gelê Êzidî bikin. Feydeyekî me ji vî karî nîne. Di 3’ê Tebaxa 2014’an ji mala min 21 nefer bun qurbanî. sebeba wê fermanê kî bu? 12 hezar peşmerge wî demî li Şengalê bûn û digotin emê Şengalê biparezin. Roja fermanê peşmerge gelê Êzidî seytereyên xwe de didan sekinandin û ne dihiştin gel ji DAIŞ’ê birevi jî. Eger hun, 12 hezar pêşmerge roja fermanê ne revîbana, we terka Şengalê ne daba em niha ji were nedibûn rêgir.”

‘Dixwazin em koletiya wan bikin’

Mişko got ku wî demî jî hêzên PDK ji herkesî zûtir ji Şengalê reviyan û wiha got; “Ew beriya me jî reviyan. Peşmerge, îxaneta ku serê me kirine li serê ti gelek din neanîne. Heta kengî îxanet, bindestî. Heta kengê hunê wiha bînin serê me?”

Xalid Mişko di berdewamiya axaftina xwede got; “Heta niha jî 4 hezar jinên me di destê DAIŞ’ê de ne. Piştî me dît, me xwe fêmkir kî çawaye, nabe peşmerge vegerin. Heya kengê peşmerge yê li du me bin? Bila sebebê vê bêjin. Dixwazin disa em koletî ya wan bikin.”

Mişko da zanîn ku heya îro jî dema civaka Êzidî ji bo pêdiviyên xwe dixwaze derbasî Başûrê Kurdistanê bibe ji aliyê PDK ve pir zor û zehmetî dibînin û diyarkir; “Seytereyên PDK’ê nahêle gel derbas jî bibe. Niha çima dibêje ezê derbasî axa Şengalê bibim? Ji gel re dibêjin hun bi hevalan re ne, heval kîne? Ew jî zarokê vî gelî ne, zarokên vî axî ne.”

‘Dagirkeriya PDK tê wateya dagirkeriya dewleta Tirk’

Ji fermandariya Asayişa Êzidxanê Hecî Xelef jî ji bo hewildanên PDK’ê wiha axivî; “Em wek Asayîşa Êzîdxanê çawa me 5 sal berê soz daye miletê xwe ku emê wan biparezin, bê guman emê îro jî vî erkê xwe pêk bînin. PDK dixwest bi rêya namzetên xwe bikeve axa Şengalê. Dixwestin wekî beriya 2014’an xwe li Şengalê bicîh bikin. Lê belê sekna gel û hêza me ya cewherî Asayîşa Êzidxanê plana PDK’ê vala derxist. Hatina PDK’ê ya ser axa Şengalê xeteriyekî pir mezin e.”

Hecî Xelef bal kişand ser hewildanên dewleta Tirk ên li ser Başur û Şengalê û wiha pêde çû; “Hatina PDK’ê ya Şengalê tê wateya hatina dewleta Tirk li ser axa Şengalê. Ji ber vê yekê emê berxwe bidin. Em rê nadin ku PDK carek din têkildarî Şengalê bibe. Em axa Şengalê li hemberî dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi parêzin. Emê li berxwe bidin.”

Di dewamê de Xelef got; “Bi hatina PDK’ê wê ewlehiya Şengalê têk biçe. Bê guman xwesteka hatina PDK’ê ya li ser axa Şengalê giredayî pilana 9’ê Cotmehê ye. Ji bo ev plan neyê pêkanîn wekî Asayîşa Êzidxanê çi ji destê me were emê bikin. Emê bersiva pêwîst bidin dijminên xwe. Gelê Şengalê jî divê milê xwe bidin milên me da ku em rê nedin dijminan ku bikevin axa me.”

‘PDK’ê were aramî ya Şengal xira bibe’

Jina bi navê Nesrin Hiseyin jî destnîşan kir ku gelê Êzidî ji bo PDK’ê derbasî axa Şengalê nebe şev û roj di nav berxwedaniyek dîrokî de ye û wiha got; “Me 3’ê Tebaxa 2014’ê ji bîr nekiriye ku em bihêlin PDK’ê bikeve axa Şengalê. PDK’ê gelê Êzidî roja fermanê firot û pişt me bazdan çûn. Heta niha jî jinên me di destê DAIŞ’ê de esîrin. Em vê yekê ne ji bîr dikin ne jî dihêlin PDK’ê bikeve nav axa me.”

Nesrin Hiseyin anî ser ziman ku PDK dizane yê di hilbijartinan de li Şengalê binbikeve û wiha pêde çû; “Di Şengalê de aramî heye û hêza Êzidiyan ava bûye. PDK dixwaze vê aramiyê xira bike. Hêza heyî bitepisîne. Hatina PDK’ê ya Şengalê pir xetere. Niha dilê gelê Êzidî aram e, bi huzur e. Şengal aram e. Heger PDK were axa me wê gel her bi tirs jiyan bike. Emê her bifikirin ewê kengî me dîsa wekî berê bifiroşin. Em naxwazin yek pêşmerge jî derbasi Şengalê bibe.”

Nesrin axaftina xwe wiha dawî kir; “Em bawer nakin ku hatina PDK’ê li ser hilbijartinê bandor bike. Ji ber ku ev nêzî du mehin em li nav malan digerin û piraniya gel dibêje ku ew naxwazin dengê wan ji PDK’ê re biçe. Vîyan Dexîl heke bixwe hatiba meyê pêşwaziya wê kirîba, lê belê bi hêzekî wek PDK re heger were û bêje ezê navendekê vekim, gelê Şengalê vê yekê qebûl nake. Ji ber ev ji bo berjewendiyên xwe kar dikin ne yên gel. Bila gelê Şengalê roja 3’ê Tebaxa 2014’an ji bîr neke û nehêle yek ji pêşmergeyan jî derbasî nav axa Şengalê bibe.”

ADAR AVESTA-ŞENGAL

Show More
Back to top button