Namzetê PADÊ: Soz didim ku layiqî civak û Şengala xwe bim

Li navenda Şengal Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ji bo hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê mîtîngehek bi coş lidar xist û namzetê wê Şêx Semîr hate pêşwazîkirin.

Li Dada Laleş a li kêleka Meclîsa Gel a Şengalê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ji bo piştgiriya namzetê xwe Şêx Semir mîtîngek lidar xist. Gelek kes tevlî mîtîngê bûn.

Qad bi alên PADÊ hatibû xemilandin û jin bi cilûbertên xwe yên neteweyî tevlî bûn.

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jina Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo bi komek jinên endamên TAJÊ’yê re çû ser dîkê û axaftinek kir. Şemê Remo bal kişand ser nirx û pîrozahiyên civaka Êzidî û xwest ji bo bîranînên şehîdên Şengalê herkes dest deyne ser dilê xwe, wijdana xwe û wiha dengê xwe bide.

Şemê Remo anî ser ziman ku hewildanên PDK’ê yên ji bo dagirkirina Şengalê destkeftiyên Şengalê hemû dixe hedef û bal kişand ser ku PDK nehiştiye Bavê Şêx heya Laleşa pîroz biçe, lê belê li gel vê yekê ji bo namzetên xwe her tiştî seferber kirîbû û dixwest derbasî Şengalê bibe. Şemê Remo diyar kir ku  ew ti dem dagirkeriya hêzên peşmergeyên PDK ji bo Şengalê qebûl nakin.

Namzetê PADÊ Şêx Semîr jî çû ser dîkê û hest û nêrînên xwe parve kir. Şêx Semîr beriya her tiştî şehîdên Şengalê û yên têkoşîna azadiyê bibîranî û got ku ji bo pêkvejiyana li Şengalê di nav civakan de kar û xebatên giranbiha tên kirin û wiha pêde çû; “Em soz didin we, em cihê baweriya we bin. Em heta dawiyê li pey nirxên xwe ne, li pey pîroziyên xwe ne. Bersiva 9’ê cotmehê divê em bidin.”

‘Soz didim ku layiqî civaka xwe, Şengala xwe bibim’

Semîr wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ez soza mirovan didim, soz didim ku layiqî civaka xwe, Şengala xwe bibim. Serkeftin nêze, tinê bila her Êzidiyek dengê xwe bide xwe bi xwe, bide pêşeroja xwe. Emê bersiva 9’ê Cotmehê di sindoqan de li 10’ê Cotmehê bidin.”

Piştî axaftina namzetê PADÊ şanoya bi navê “Dengê xwe bide min” derket ser dîkê.

Wê Hunermend Seyda Perînçek û  hunermendên Çand û Hunera Êzidxanê derketin ser dikê.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button