Rêveberiya Xweser: PDK dixwaze bi hêzên çekdar were Şengalê, em rê nadin

Rêveberiya Xweser a Şengalê da zanîn ku hewldanên PDK’ê hene ku bi hêzên çekdarî were Şengalê û ev peyam da: “Em ji raya giştî re îlan dikin, eger hêzên çekdarî yên PDK’ê werin Şengalê emê bi tu awayî qebûl nekin, em ê li hemberî wan berxwedaneke mezin bikin û emê parastina xwe bikin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyeke lezgîn derbarê hewldanên çekdarî ên PDK’ê yên li hemberî Şengalê de da. Rêveberiya Xweser da zanîn ku di demên dawî de hin agahî ketine ber destê wan ku wê PDK bi hêzeke çekdarî hewl bide were Şengalê. Rêveberiya Xweser vê hewldanê wekî provokasyoneke binav kir û got ewê li hemberî vê hewldanê bêdeng nemînin, dagirkirina Şengalê bi tu awayî qebûl nakin û ewê mafê parastina rewa heya dawiyê bikar bînin. Rêveberiya Xweser her wiha bang li hikumeta Iraqê jî kir ku li hemberî vê hewldana provokatîf a PDK’ê bi erka xwe rabe.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye;

“Di demên dawî di hin agahî ketin ber destê me ku PDK bi hêzên leşkerî dixwaze were Şengalê, provokasyonan çêbike û gelê me li hemberî hev rabike.

Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê, vê gava ku tê xwestin bê avêtin, gelekî xeter dibînin. Em hişyarî dikin ku raya giştî li hemberî provokasyonê bê deng nemîne. Wek tê zanîn li Iraqê em di pêvajoya hilbijartinê de ne, ji bo hilbijartin bi rengekî demokratîk û azad pêk were, wek Rêveberiya Xweser erkên ku ketin ser milê me, me pêk anî. Em ji bo pêşeroja Iraqê û gelê Êzidî pir girîng dibînin li Şengalê heya niha û bi taybetî ji sala 2017’an ve tu rûdanên cûda çênebûye, ewlekariya Şengalê baş e û di pêvajoya xebatê hilbijartinê de heya niha gelek demokratîk û bi ewle xebat têne meşandin. Îspatekî vê jî ku Babê Şêx hat serdana Şengalê, mal bi mal geriya, gel jî bi coşeke mezin pêşwaziya wî kirin. Bi dilekî rehet û bi ewle serdana gelê xwe kir.

‘Anîna hêza çekdar provokasyon e’

Di hefteya dawî ya hilbijartinê de, ji hêla PDK’ê ve anîna hêza çekdar li Şengalê provokasyon e, tevlihevî avakirin e! Derket holê ku di vê hilbijartinê de berendamê PDK’ê bi giştî û li Şengalê bi ser nakevin û tê xuyakirin di nav partiya wan de pirsgirêkên cidî hene. Dixwazin vê binkeftina xwe bi şer, pevçûn û provokasyonan veşêrin!

‘Em hêzên çekdar ên PDK’ê qebûl nakin, emê li ber xwe bidin’

Em ji raya giştî re îlan dikin, hêzên çekdar ên PDK’ê ger werin Şengalê em bi tu awayî qebûl nakin! Em ê li hemberî wan berxwedaneke mezin bikin, em vîna gelê xwe binpê nakin. Pêwîst e bê zanîn ku çi êrîş li ser gelê me were, emê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin! Em dagirkirina Şengalê qebûl nakin. Yên ku bûne sebeba fermanê ne mimkun e ku em qebûl bikin! Em dixwazin bidin diyarkirin ku li Şengalê tevlihevî çêbibe, berpirsyarê vê wê PDK be. Em bang li Iraqê jî dikin ku bi berpirsyartiya xwe rabin û ji bo provokasyon û zilma li ser gelê Êzidî rê nedin!

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button