Soza piştgiriyê dan namzetê PADÊ  

Xebatên hilbijartinê yên namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş dewam dikin. Semîr Derwêş li Komelgeha Borik bû û pêşwaziyek germ lê hate kirin. Xelkê Borik soza piştgiriyê dan Derwêş.

Tê payîn di 10’ê Cotmeha 2021’an de hilbijartinên pêşwext yên Iraqê werin lidarxistin. Namzetên serbixwe û partiyan ji bo biserkevin, ketine nava liv û tevgerê.

Xebatên namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş ku Êzidî weke tekane namzetê xwe dibînin, dewam dikin. Duh êvarî namzetê PADÊ Semîr Derwêş serdana Komelgeha Borik kir. Derwêş ji aliyê gel ve bi coşek mezin hate pêşwazî kirin.

Semîr Derwêş li nav rû spî, esnaf û hemû xelkê komelgehê geriya û ji aliyê gel ve bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin.

Xelkê Borik soz dan ku ewê dengê xwe bidin Derwêş, ji ber ku tenê ew dikare li parlamentoya Iraqê mafê Êzidiyan biparêze.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button