‘Êrîşên Tirkiyeyê bi agahdariya hikûmeta Iraqê pêk tên’

“Dewleta Tirk li Iraqê gelek binpêkirinan dike û hikûmeta Bexdayê jî, ji vê yekê agahdar e. Hikûmeta Kazimî pesnên êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Iraqê dide, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bêdeng e.”

Parlamenterê Parêzgeha Zîqar a Iraqê Ebdulemîr Tebien û Serokê Navenda Aso ya Lêkolînê Cuma El-Etwanî derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Iraq-Herêma Kurdistanê û bedengiya li hemberî êrîşan de ji Rojnews re axivî.

Ebdulemîr Tebien: Berpirsyar Bexda ye

Ebdulemîr Tebien destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker li Iraqê gelek binpêkirinan dike û hikûmeta Bexdayê jî, ji vê yekê agahdar e, ango bi agahiya hikûmetê ev binpêkirin çêdibin.
Ebdulemîr Tebien diyar kir ku mudaxeleyên Tirkiyeyê ku serweriya Iraqê parçe parçe kiriye, di navbera Enqere û Bexdayê de bûye mijarek bedengîbûna dualî, ango jihevdu re deng dernaxînin. Tebien got ku Tirkiye li gorî peymanên navnetewî tevnagere û berpirsyarê vê yekê jî hikûmeta Iraqê ye.

Cuma El-Etwanî: Hikûmeta Kazimî pesnên êrîşên Tirkiyeyê dide

Cuma El-Etwanî jî bal kişand ku Hikûmeta Kazimî pesnên êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Iraqê dide, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bêdeng e. El-Etwanî bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi van gotinan rexne kir: “Hikûmeta Herêmê çima karîbû hêzên xwe ji bo alîkariyê Kobanê bişîne, lê niha nikare herêma xwe biparêz e?”

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button