Li Şengalê werza tûtinê ye
Li Şengalê dema tûtinê ye, ku tûtina xwe ya gundê Kersê li tevahiya herêmê navdar e.
Berê ev ax mîna bihuştê bû. Lê dijminên vê baweriyê ji bo civaka Êzidî li warê xwe, li çiyayê xwe yê pîroz nesitirên, bi sedan kanî û newal qîr kirin, çikandin. Naxwe li gorî gotinên extiyaran, ev çiya mîna bihuştê berhemdar bû.
Yek ji qada vê bihuştê jî gundê kersê ye ku navê wê ji keskahiyê tê. Kersê gundekî li nava newalê ye. Berê çemek di nava newalê de diherikî. Çavkaniya çem jî Kaniya Kiçik Laleş ya bi navê Kaniya Pîrexayê bû. Lê niha çemê Kersê ziwa bûye. Lewma çandiniya li qadê zehmet bûye. Gundiyên Kersê ji ber vê ve debara xwe bi çandina Tûtinê dikin. Cihê çandiniyê jî bi temamî li pala newalê ye. ne ji hezkirina xwezayê bûya, ne hêsan bû ku li pala vî çiyayî çandinî bihata kirin. Lê ji bo civaka Êzidî xweza pîroz e. Mijûlbûna bi xwezayê re jî karê eşq û azweriya li beramberî axê ye.
Mam Xelîl yê ji gundê Kersê dibêje, ew piştî fermanê yekser hate Kersê, ji ber ev erdê wan e, ax û ava wan e. Mamê Xelîl ê ku temenê wî dora 50 salî ye, wiha dewam dike, “Bi qasî tê bîra me em li gundê xwe tûtinê diçînin. Berê çemê me diherikî, zehmetiya wê evqas nebû. Lê belê niha zehmetiya wê heye, ji ber em li gor dilê xwe nikarin av bidin.”
Li pey van gotinên xwe bi kenekê şîrîn bi çend peyvan qala zorahiya kar dike û dibêje, “Êdî em jî weke berê nemane, temenê me derbas bûye. Demê em ciwan bûn em bi westana xwe nedihesiyan lê niha ne wiha ye. Karê tutinê karekî zehmet e, di werza havînê ne tê çandin, sê mehan de digihêje, peyre em pelên wan kom dikin, dibin malê li bin beteniyan dinuxumînin heya 2-3 rojan piştî wê em qeft qeft girê didin û bi daran ve dadileqînin. Heya zer dibin, dûre em wê şi ldikin û cardin ziwa dikin. Herî dawî hur dikin û dibin bazarê. Ji bo wê her kes nikare pê ve mijûl bibe, lê me şêniyên Kersê ji bo ku Tûtina me tûtineke xweşe û navdar em dixwazin vê çanda bav û kalan biparêzin.”
Mam Xelîl dema bi bedewî vegotina çêkirina tûtinê dike, zane ku cixare tiştekî baş nîne. Di navberê de ji paleyên tûtiyên re dibêje, “Min navê ciwan vexwin. Lê madem her wê vexwin bila ya we be, ne ya biyaniyan be.”
Mam Xelîl rexmê temenê xwe yê mezin jî lê enerjiya ciwanan bi xwe re digirt yek yek bersivê dide pirsên me û di ber re jî xwe ji karê xwe nedihêla.
EVÎN ZENDA / BÊRÎVAN ROJ- ŞENGAL