Babê Şêx serdana malbata şehîd Hecî Xidir kir 

Rêberê Ruhanî yê Êzidiyan Babê Şêx Ilyas Nasir di çarçoveya bernameya xwe ya Şengalê de, serdana malbata şehîdek Sikêniyê kir.

 

https://www.youtube.com/watch?v=diS-q35PwJg

Rêberê Ruhanî yê Êzidiyan Ilyas Nasir piştî ku wek Babê Şêx hat hilbijartin, di 17’ê Îlonê de bo cara yekem serdana Şengalê kiribû. Babê Şêx di çarçoveya serdanên xwe de bi gelek kesayetiyên Şengalê, Serok eşîr û oldarên Êzidiyan re hevdîtin pêk anîn.

Babê Şêx di çarçoveya bernameya serdanê de duh bi şev li Xanesorê serdana malbata şehîd Hecî Xidir ê ku 17’ê Tebaxa 2021’an de di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de, li nexweşxaneya Sikêniyê şehîd ketibû, kir.

Serdanên Babê Şêx li Şengalê dewam dikin û tê payîn îro li navenda Şengal û gundên derdor jî bigere.

ROJNEWS-ÎBRAHIM ÊZDÎN

Show More
Back to top button