Girzerik piştî 7 salan xwe ji bo vegera gel amade dike  

Êzidiyên gundê Girzerik a Şengalê piştî 7 salan dixwazin vegerin ser axa xwe û ji bo amadekariyên pêwîst serî li Rêveberiya Xweser a Şengalê dane. Ji bo zemîn û mecalên vegerê amade bike komunek hatiye avakirin û wê Şaredariya Girzerik  jî di demeke nêz de car din dest bi karê xizmetgûzariyê bike.

Li hemberî fermana 2014’an yek ji gundên ku bi berxwedana xwe deng veda û li hemberî hemû hovitiya DAIŞ’ê serî netewand gundê Girzerik a Şengalê bû. DAIŞ’ê, şeva 2’yê Tebaxa 2014’an destpêkê êrîşê gundên Sîba Şêx Xidir û Girzerik kir û rastî bersiveke ku hîç ne li bendê bû hat. Êzidiyên li Girzerikê bi çekên xwe yên sivik heya guleya xwa ya dawî li berxwe dan. Ji ber vê berxwedanê, DAIŞ’ê bi kîneke mezin komkujî kir û gund talan kir.

Piştî rizgarkirina Şengalê li gelek komelgehan vegera gel çêbû lê ji ber ku Girzerik bi temamî hatibû talankirin heya niha zemîn û derfeta vegera gel zêde çênebûye. Ji fermanê heya niha bêdengiyeke kûr li Girzerikê heye. Lê şêniyên vî gundî jî êdî dixwazin dawî li vê bêdengiyê bînin, vegerin ser axa xwe û jiyana xwe ji nû ve şîn bikin.

Gelê Girzerikê serî li Meclîsa Gel a Şengalê dan

Bi vê armancê ev demeke Êzidiyên gundê Girzerikê ji bo vegerê serî li Rêveberiya Xweser a Şengalê dane. Meclîsa Gel a Şengalê jî bi hestyarî vê mijarê girtiye rojeva xwe û xebatên pêwîst bi destê şaredariyên gel ên Şengalê ve hatiye destpêkirin. Her wiha ji bo vegera gel birêxistin bike ji şêniyên Girzerikê komunekî jî hatiye avakirin ku di pêşerojê de wekî meclîsa gel a Girzerikê xwe berfireh bike.

Piştî 7 salan Şaredariya Girzerikê dest bi kar dike

Wekî karê destpêkê, ji aliyê şaredariyên gel ên Şengalê ve paqijî û tamîrkirina Şaredariya Girzerik hatiye destpêkirin. Divê were bibîrxistin ku Şaredariya Girzerik di dema fermanê de hatibû xirakirin û heya niha xebatên xizmetgûzariyê nedihat meşandin. Niha avahiya şaredariyê tê paqijkirin, cihên kavil û xirabe ji nû vê tên avakirin, alav û amûrên pêwîst têne amadekirin.

Pirsgirêkên av û karebe têne çareserkirin

Bi taybet ji bo vegera gel çend pêwistiyên bingehîn hene ku niha şaredariya gel hewl dide wan çareser bike. Yek ji wan pêdiviya avê ye, ji bo vê tankên avê hatine kirîn û wê di demeke nêz de li Girzerik werin bicihkirin. Ya din pêdiviya karebe ye, ji bo vê jî jenerator hatine amadekirin. Her wiha ji bo paqijiya hawîrdorê seyareyên zibilê jî hatine kirîn. Piştî ku avahiya şaredariyê were temîrkirin û rêveberiya şaredariyê were ser kar wê ev hemû alav û amûrên xizmetgûzariyê jî bikevin xizmeta civakê.

Tilezêr û Sîba pêşengiya xebatan dikin

Xebatên avakirina Şaredariya Girzerik, niha bi pêşengiya şaredariyên Tilezêr û Sîba Şêx Xidir dimeşe. Berpirsyarê Şaredariya Tilezêr Zeyd Xelef jî yek ji wan kesan e ku bi dil û can vê xebatê dimeşîne. Zeyd Xelef derbarê xebatên ku dimeşînin de agahî dan û diyar kir ku ew ji bo vegera gel amadekariyên pêwîst dikin.

‘Vegera Gel tîrekî di çavê dijmin de ye’

Xelef dibêje ku ew herî zêde giraniyê didin karê paqijiya malan, anîna av û karebeyê ku ev ji bo jiyana rojane pêdiviyên bingehîn in. Xelef banga vegerê li gelê Girzerikê dike û dibêje ew amade ne hemû xizmetên pêwîst pêşkeşî wan bikin. Xelef, berxwedana Girzerikê ya li hemberî DAIŞ’ê jî bibîr dixe û dibêje berxwedana gelê Girzerikê hêjayî hemû xizmetan e. Xelef di dawiya axaftina xwe de bi van gotinan wateya vegera li Şengalê tîne ser ziman: “Eger ew vegeriyan wekî tîreki li çavê dijmin bidin.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ – ROJNEWS

Show More
Back to top button