‘Ger rê were vekirin wê hemû Êzidî ji kampan vegerin Şengalê’

Her kêliyek jiyana Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê bi tirs û xof derbas dibe. Mirad Mehmûd ê ku piştî 7 salan vegeriyaye Şengalê jî vê rastiyê tîne ser ziman û dibêje “Eger rê were vekirin wê hemû Êzidî vegerin Şengalê.”

Şengalê 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê li ser serê civaka Êzidî fermaneke giran rakir. Di vê fermanê de gelek keç û jinên Êzidî hatin revandin, bi sedan kes di gorên komî de hatin wendakirin. Heman demî bi dehhezaran kes jî koçî Başûrê Kurdistanê, Rojava û çar aliyê cîhanê kirin.

Mirov li her cihê ku derveyî axa bav û kalên xwe de bijî û nikaribe bêhnê bistîne, wê demê bizanibin ku ev mirov di xeribiyekî giran de dijîn. Di serdema 21’an de rewşa kampên li Başûrê Kurdistanê ku tê de civaka Êzidî dijî jî di vê rewşê de ne. Wek bi hezaran Êzidî, Mirad Mehmûd  jî dema fermanê Şengalê terikandîbû û berê xwe dabû diyarên xeribîyê.

Pişti 7 salan vegera Şengalê

Mirad Mehmûd bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû maye. Bê avî, birçîbûn jiyaye, şahîdê mirinan û birîndariyan bûye. Bi dilek tijî kul û keder 7 salên xwe li xeribiyê derbas kiriye. Lê belê piştî 7 salan Mirad Mehmûd yek ji  Şengaliyan e ku cardin berê xwe da warê xwe yê pîroz û îro li Til İzêrê dijî. Xaniyê Mirad Mehmûd heye lê hê jî nekariya siwaxa wê bike û kêmasiyên cûda jî hene.  Lê ruxmê van kêmasiyan jî Mirad pir keyfxweş e ku vegeriyaye ser axa xwe.

‘Rê were vekirin wê hemû Êzidî vegerin’

Mirad Mehmûd diyarkir ku wan gelek zor û zehmetî li kampên li Başûrê Kurdistanê jiyan kiriye û bi tirsa ku her kêlî agir li konê wan bikeve re jiyan kirine. Mirad Mehmûd destnîşan kir ku piraniya civaka Êzidî amadeye vegere Şengalê. Mirad got, “Ger hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê destur bidin wê xelkê Şengalê hemû vegerin ser malên xwe.”

‘Her keliya li kampan bi tirs derbas dibe’

Di jiyana kampê de welatî bi hesreta ax, av, dar û kevirên Şengalê re salên gelek zor û zehmet derbas kirine. Mirad Mehmûd jî bal dikşîne ser vê mijarê û bi gotina “Jiyana mirov li ser demê ye” girîngî û wateya vegera ser axa bav û kalên xwe vedibêje. Mirad Mehmûd heman demî tîne ser ziman ku mirov di kampan de nizane ka kengê dibe şewatek derkeve, zarokên wan bi agir bişewitin,yanjî pirsgirêkek derkeve û jiyana wan bikeve xeteriyê. Mirad Mehmûd da zanîn piraniya kesên li kampan de di rewşek gelek xirab de ne, hinek ji wan bê xanî ne û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Şengal di dilê Êzidiyên koçber de hesreteke mezin e. Hesreta ji bo axa Şengalê û ji civaka Êzidî di kûrahiya çavên Mirad Mehmud de jî diyar dibe. Mehmud bi hesreta xwe ya 7 salan çavên xwe li Şengalê digerîne û wiha dawî li gotinên xwe tîne: “Em 4 malbat in ku hatine Şengalê, ez û birayê xwe ne. Cîranê me nîne. Hîna her çar aliyê me vala ne. Bi rastî jî gel vegeriyaba gelekî xweştir dibû.”

ROJNEWS-ŞİNGAL

Show More
Back to top button