‘Em ê berxwedana xwe bidomînin’

Cinên di çalakiya konê ji bo piştigiriya Asayişa Êzdixanê dûh ji bo jinnews axivîne anîn ziman ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û gotin ew ê heta dawî piştigiriya asayişa xwe bikin û gotin:"Ew çiqasî planên xwe yên qirêj bidomînin em ê jî ewqas di berxwedana xwe de bi israr bin"

Di vê navbere de çalakiya konê berxwedanê di roja xwe ya 52’an de bi biryardariyek mezin li navenda şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê didome.

Cinên di çalakiya konê ji bo piştigiriya Asayişa Êzdixanê dûh ji bo jinnews axivîne anîn ziman ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û gotin ew ê heta dawî piştigiriya asayişa xwe bikin û gotin:”Ew çiqasî planên xwe yên qirêj bidomînin em ê jî ewqas di berxwedana xwe de bi israr bin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zehrê Şemo ji ajansê re diyar kir ku ew dev ji piştigiriya çalakiyê bernadin û wiha dom got:”Ew ê tu carî kesek nikaribe vê çalakiyê rawestîne. Em ê berxwedan û serkeftinê bînin. Ev 51 roj içinde çalakiya me dewam dike. Em ê heta dawiyê ji bo asayişa xwe têkoşîna xwe dewam bikin. Çalakiya konê rûmetê yê ji bo piştgiriya asayişê ji alîyê hemû Êzidîyan ve dewam dike. Roj bi roj em serdana konê rûmetê dikin û piştgiriyê didin hêza xwe. Em naxwazin kesên xerîb me biparêzin em dixwazin zarokên me parastina me bikin. Hêviya min ji Êzidiyên me heye ku hemû piştigiriyê bidin û van listokên dijmin qebûl nekin.

Adla Şemo jî di derbarê çalakiya konê rûmetê de ev nirxandin kiriye: “Em weke jin vê berxwedana 51 rojî ya ji boa me berdewam dike, li kesê kû aştixwaz pîroz dikin. Ev çalakî û berxwedan ji bo me pir girîng e ji ber siberoja me diyar dike. Me weke gelê Şengalê piştî fermanê xwe parast, me xwe bi rexistin kir û êdî em nahêlin dijmin li ser me pilanan bide meşandin, heya yek ji me Êzidi hebe wê ev berxwedan berdewam bike û em ê serkeftinê bi dest bixin.”

Adla Şemo di berdeqamiya nirxandinên xwede wiha axivîye; “Pêwîst e civaka me êdî çavên xwe ji neyaran re veke û pilan, listokên dijmin li ser xwe qebûl nekin, da em karbin bi azadî bijîn. Dewleta Îraqê û hevkarên wê roj bi roj pilanan li ser Şengalê didin meşandin bi van pilanan jî dixwazin Êzidîyan ji holê rakin û Şengalê bixin bin bandora xwe. Em jî weke gel bersiv didin ku em ê hertim berxwedan bikin û tu carê listokan li ser axa xwe qebûl nakin.”

Endama TAJÊ Rihan Xidir jî wiha var: “Em divê bi vîn û hêza xwe xwedî li vê çalakiya xwe derkevin. Divê em destkeftiyên xwe biparêzin û em ê çalakiya xwe bidomînin.”

Mamosta Ferhan Elyas jî ji rojnews re li ser mijarê axiviye û dibêje emê heya dawî dijî pîlan û peymanên qirêj, li ber xwe bidin û bi berxwedanê emê serbikevin.

Mamoste Ferhan Elyas ji ajansê re axiviye û dibêje: “Piştî fermana 73’an gelê me ji nû de xwe birêxistin kir û bûn xwedî îrade. Armanca peymana 9’ê Cotmehê a di navbera Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê ya li ser Êzidiyan, qirkirina Êzidiyane. Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulusî Akar, serdana Bexdayê kir, piştre jî çû Hewlêrê. Şengal mijara wan ya serek bû, dixwazin îradeya bi xwînê hatî bi destxistin, bixin armanca pîlanên xwe yên qirêj. Dema dewleta Tirk tê Iraqê, bi ser Şengalê bûyerek diqewime. Emê heya dawî dijî van pîlan û peymanên qirêj, li ber xwe bidin. Emê bi berxwedanê serbikevin.”

Show More
Back to top button