PADÊ tevlî hilbijartinan dibe:  Namzet Semîr Derwêş e 

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Şivan Emerî da zanîn ku wê PADÊ bi awayekî fermî tevlî hilbijartinan bibe û namzetê wê yê Şengalê jî Semîr Derwêş e. Şivan Emerî 9 xalên bernameya PADÊ yên hilbijartinê jî eşkere kirin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Şivan Emerî li ser hilbijartinên Iraqê û bernameya partiya xwe ji Rojnews re axivî.

Şivan Emerî bibîr xist ku gelê Êzidî di gelek merheleyan re derbas bûye, lê heta niha tu partiyeke li ser navê Êzidiyan hatiye avakirin, tiştek ji bo berjewendiyên Êzidiyan nekiriye.

Şivan Emerî da zanîn ku PADÊ ji bo roja hatiye avakirin heta niha hewl dide xizmeta civaka Êzidî bike û ji bo berjewendiyên civaka xwe wê tevlî hilbijartinan bibe.

‘Namzetê me Semîr Derwêş e’

Emerî destnîşan kir ku wan berevajî partiyên din, namzetê xwe di encama kombûnên berfireh ên gelê Şengalê de diyar kiriye. Emerî got ku di encama kombûn û gotûbêjan de Semîr Derwêş wekî namzetê PADÊ hatiye hibijartin û wê karekî serkeftî ji bo naskirina îradeya Êzidiyan bide meşandin.

‘Pêwîste dengên Êzidiyan parçe nebin’

Şivan Emerî bal kişand ku di hilbijartinên derbasbîyî de her eşîrek Êzdiyan namzetek cuda nîşan dabû, ev jî bibû sedem ku dengên Êzdiyan parçe bibin. Şivan Emerî bang gel kir ku neklevin van şaştiyan û dengên xwe parçe nekin.

‘Divê gelê me keda şehîdan jibîr neke’

Şivan Emerî anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkan û naskirina îradeya Şengalê hilbijartin jî girîng in û wiha dom kir: “Pêwîste em hêza xwe bikin yek. Gelek hêz û hizib hene ku dixwazin bi riya hilbijartinan li ser Şengalê planan bikin. Pêwîste em hişyar bin. Gelê me yê di nava kampan de, belkî nikarin dengên xwe bi awayekî azad bikar bînin. Dîsa gelek aliyên siyasî hene ku ew jî bandorê li ser partiyên piçûk dikin. Pêwîste em li ser van mijaran hişyar bin.

Yek ji armancên me ewe ku em xweseriya Şengalê hêzên wê yê leşkerî di Iraqê de femî bikin. ji ber ku wan ji bo parastina Şengalê gelek şehîd dane. Gelê me jî pêwsîte vê kedê  jibîr neke û bizanbe ku PADÊ’ê wê  mafê rewa ê gelê Êzidî misoger bike. Em bang li gelê xwe dikin k udi hilbijartinan de dengê xwe bide namzetê xwe.”

Endamê Meketeb Siyasî ya PADÊ’ê Şivan Emerî di dawiya nirxandinên xwe de bal kişand ser bernameya hilbijartinê ya PADÊ û çend xal rêz kirin.

Xalên ku Emer diyar kirine wiha ne:

1- Ji bo Şengal bibe parêzgeheke nenavendî ya girêdayî hikûmeta federal kar were kirin.

2- Ji bo ku fermana di 3.08.2014’an de bi serê Êzidiyan hatibû weke jenosîd bê naskirin û berpirsên vê fermanê bêne darizanidin, kar were kirin.

3- Li deverên  kêmnetewan, ji bo parastina wan, daxwaza avakirina hêzeke leşkerî.

4- Ji bo ku kesên di fermanê de hatine girtin vegerin, kar were meşandin û ji bo pêşeroja wan girîngî were dayîn.

5- Ji bo peydakirina xizmetguzariyên sereke kar were meşandin û ji bo vegera koçberan avakiran rewşeke aramî.

6- Destekdayîna ciwan û jinan. Destekdayîna ji bo ragihandin û çapemeniya azad.

7- Misogerkirina mafên malbatên şehîdan û kesên ji destê DAIŞ’ê zirar dîtine.

8- Alîkarîdayîna kesên ku ji destê DAIŞ’ê û operasyonên leşkerî zirar dîtine.

9- Li hemû deverên Êzidiyan, ji bo ku pirsgirêkên gel werin guhdarkirin û çareserî werin peydakirin, vekirina ofîsên parlemanterê PADÊ’ê.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZDÎN

Show More
Back to top button