Di lutkeya Bexdayê de: Siudiyê xwest serweriya Iraqê were parastin,
Nûnerî Siudiyê di civîna Lûtkeya Bexdayê axivî û da zanîn ku ew piştgiriya serweriya xaka Iraqê dikin. Sudiyê xwest, destwerdana welatên derve ya di kar û barê Iraqê dawî lê bê û ji bo vê jî divê Kazimî kar bike.
Li paytexta Iraq Bexdayê, Kongreya Lûtkeya Welatên Cîran bi amadebûna nûnerên Siudiyê, Kuwêt, Tirkiye, Urdun, Emerîka û Fransa, dewam dike.
Wezîrê Karê Derve yê Siudiyê, Feysel Bîn Rehman di civînê de peyama welatê xwe pêşkêşkir. Feysel Bîn Rehman piştgiriya welatê xwe ya ji bo Iraqê dûbare kir û got ku peywendiya aborî û bazirganiyê ya di navbera Iraq û Siudiyê de girînge.
Feysel Bîn Rehman di dewamê de got ku ew piştgiriya ewlekarî, aramiya Iraqê dikin û bang li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir da ku ji bo parastina serweriya Iraqê kar bike.
Wezîrê Derve yê Iraqê dibêje, divê dawî li destwerdana hinek dewletan ya di kar û barê Iraq û welatên Ereb de were.
ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN