Lûtkeya Bexdayê bi dawî bû

Lûtkeya Welatên Cîranên Iraqê ya li Bexdayê bi dawî bû. Piştî lûkteyê daxuyanî hate dayîn û di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku divê hewldanên ji bo aramiya herêmê werin zêdekirin û hikûmet ji bo bihêzkirina saziyên dewletê hewldanên zêdetir bike.

Li paytexta Iraq Bexdayê, Lûtkeya Welatên Cîran bi amadebûna nûnerên Erebistana Siudiyê, Kuwêt, Tirkiye, Urdun, Emerîka û Fransa pêk hat. Piştî lûtkeyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên di civîna çapemeniyê de daxuyaniya lûtkeyê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Pêwîste hewldanên herêmî û navneteweyî ji bo aramiya herêmê werin dijwarkirin. Di heman demê de pêşengiya Iraqê ya ji bo gihîştina zemînek hevbeş a li ser asta herêmî û naventewyî gelek nirxdare.

Lidarxistina lûtkeya Bexda belgeyeke ku Iraq li ser siyasetek hevbeş û hevkarîkirina erênî ya di warê peywendiyên derve re girêdaye. “

Herwiha amadebûyên lûtkeyê li ser vê yekê bi israrbûn ku hikûmeta Iraqê bi armanca bihêzkirina saziyên dewletê û lidarxistina hilbijartinek ku nûnertiya xwesteka gel bike hewldanên xwe zêdetir bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku herêm rastî çend aloziyan bûye û divê li ser bingehê astek hevbeş û berjewendiyên nêzî vê rewşê were kirin.

Herwiha li ser avakirina Iraqê û têkoşîna bi terorê re jî beşdarên lûkteyê piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta Iraqê dubare kiriye.

Di dawiyê de li ser rewşa avhewayê û pileya germê jî wiha tê gotin: “Hemû alî ji bo alîkarîkirinê lihev kirin. Wê bi hev re li hemberî guhertinên avhewayê û pileya germê têkoşînê bikin.”

Di lûtkeyê de kê çi got?

Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî got: “Misir hemû destwerdanên derve yê  di  kar  û barên Iraqê de û êrişên nerewa yê li  dijî xaka wê red dike. Her wiha bang li hêzên cuda dike ku  rêzê ji serweriya vî welatê kevnar û xwestekên  gelê wî re bigirin.”

El-Sîsî ev li gotina xwe zêde kir: “Em îro li hev dicivin da ku piştgiriyê nû bikin û pabendî rêgezên sabit ê têkiliyên  navneteweyî bin ku tu nakokî li ser tune ne. Divê rêz ji cîrantiyê re were kirin, êriş li ser neyên kirin, rêz ji serdestiya dewletan re were kirin û destwerdan li kar û barên wê yên hundirîn neyên kirin. Her wiha divê  hêza leşkerî yan jî madî neyên bikaranîn, deveberên ewle an jî piştgiriya ji komên terorîst û tundaw neyên peydakirin û veguhestina wan dewletekê ber bi dewleteke din ve were rawestandin.”

Axaftina El-Sîsî eşkere bû ku peyama ji dewleta Tirk re bû ku êrişî xaka Iraqê dike û destwerdana kar û barên dewletan dike û komên terorîst û  çeteyan vediguhêze.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got: “Beriya her tiştî iraqiyan li dijî terorê şer kir, em ji bo hevkariya di hilbijartinên bê de ku dê ji bo Iraqê qonaxeke nû be, li vir in.Ev civîn girîng e û wekî têkoşîna li dijî terorê û misogerkirina aramiyê ye.”

Macron da zanîn ku divê Iraqê bi koordîneya dewletên herêmê re rola xwe ya parastina aştî û ewlehiya herêmê bi temamî pêk bîne û nakokiyên di xebatên li dijî terorê de çareser bike û  got: “Her kesên ku şerê terorê dike birayê me ye, em teqez dikin ku Fransa dê piştgiriya xwe ji bo Iraqê û têkoşîna hevpar a li dijî terorê, pêşxitina qadên aborî û binsaziyê berdewam bike. Di aliyê finansekirin û iqnakirina civata navneteweyî de da ku ew jî beşdarî vê yekê bibe em amade ne bixebitin. Ji bo Fransa cihê serferaziyê ye ku beşdarî vê kongreyê bûye.”

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan jî got, diyalog rêbazê qiralîteyê ye ku bi vî awayekî nêzî nakokiyên navneteweyî û herêmî dibe. Feysel Bin Ferhan dubre piştgiriya Erebistana Siûdî ya ji hikumeta Kazimî re piştrast kir ku aramiya Iraqê misoger bike.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got: “Em qebûl nakin ku Iraq bibe jêdera gefan. Ji bo ku teror bi temamî were tunekirin, divê çavkaniyên wê werin tunekirin.”

ROJNEWS-BEXDA

Show More
Back to top button