Dayikên Şengalê: Eger Iraq me qebûl neke, em jî wê qebûl nakin 

Piştî êrîşên 16 û 17’ê Tebaxê dayikên Êzidî dan zanîn ku eger dewleta Iraqê rê nede, balafirên dewleta tirk nikarin li Şengalê bidin û gotin: “Ev çend sal in em ji Iraqê re dibêjin me jî qebûl bikin. Eger hun qebûl û parastinê nakin, em jî we qebûl nakin.”

Êrîşên di 16 û 17ê Tebaxê de li navenda Şengal û gundê Sikenîyê çêbûn, di civaka Êzidî de li gel êşeke mezin, hêrs û helwestên mezin jî pêş xistine.

Yek ji mijarên ku niha li Şengalê di rojevê de ye û berfirehî tê nîqaşkirin jî, berpirsyariya hikumeta Iraqê ya di van êrîşan de ye. Civaka Êzidî dibêje eger dewleta Iraqê parastina wan neke û civaka Êzidî wekî parçeyek xwe nebîne, wê demê ew jî Iraqê qebûl nakin.

‘Em Iraqê qebûl dikin lê ew me qebûl nake’

Dayika Êzidî ya bi navê Zozan Şengalî diyar kir ku ew xwe parçeyekî ji Iraqê dibînin, eger Iraq jî civaka Êzidî qebûl bike, tu dewlet nikarin êrîşî wan bike û wiha dom kir: “Ev çend sal in em ji Iraqê re dibêjin me jî qebûl bikin, em jî bibin parçeyek ji we, lê nahêlin. Loma dewleta Tirk erdê me bombebaran kir, ev çend roj in em parçeyên însanan ji nexweşxaneyê û seyareyan derdixînin. Em çend şehîd û birîndar bidin jî, emê her bi hêztir û qewettir bibin.”

‘Heqê me li dewleta Iraqê heye’

Dayika Zozan bibîr xist ku li hemberî êrîşên li ser Êzidiyan, ne hikumeta herêmî ya Kurdistanê ne jî hikumeta Iraqê tu carî alikariya wan nekiriye û wiha got: “Heqê me li dewleta Iraqê heye. Ez jî wek dayikek Şengalê dengê xwe digihînim hêzên navnetewî, vê komkujiyê ji me qut bikin. Yên şehîd ketin hemû kesên Êzidî, sivîl bûn. Piştî DAIŞ’ê lazim bû hemû dewlet bi Êzidiyan re rabûna.”‘Eger hun axa Iraqê biparêzin tirk nikarin werin li me bidin’

Wedha Reşo jî yek ji wan dayikan e ku piştî êrîşên dawî her di nav çalakiyan de ye. Dayika Wedha jî got eger ev êrîş li hemberî dewleta Iraqê bûya wê Êzidiyan qebûl nekiribana û ji bo Iraqê rabûna ser piyan. Dayika Wedha bi van gotinan bangî hikumeta Iraqê kir: “Dewletek were li me bide, li parastina me bide nabe. Em jî ji dewleta Iraqê re dibêjin eger hun rê li ber bigirin, teyarên dewleta tirk li Şengalê nadin. Eger hun axa Iraqê diparêzin, miletê Êzidî diparêzin, teyareyên tirk nikarin werin li axa Iraqê bidin.”‘Zarokên me Iraqê jî diparêzin’

Dayika Wedha di dawiya axaftina xwe de li ser navê hemû Êzidiyan pirseke dîrokî ji dewleta Iraqê dipirse: “Em wekî dayik, wekî miletê Şengalê ji dewleta Iraqê re dibêjin, zarokên me çawa parastina Şengalê dikin parastina we jî dikin. Eger hun parastina me dikin hun nahêlin teyare li zarokên me bidin. Eger hun parastina me nakin em jî we qebûl nakin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button