Bi sedan Şengalî bi dirûjmeya “Bimre xiyanet” dimeşin

Li Şengalê meşa dijî êrîşên dagirkerî, komkujiyan û planên dijî herêmê, bi beşdariya sedan kesan û dirûşmeyên, “Bimre xiyanet”, “Şehîd namirin” destpê kir.

Meşa ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk (MXDŞ) ve hatiye organîzekirin, li pêşiya Medreseya Sor a li navenda Şengalê destpê kir. Di meşa ku beşdariya zêde ya jinan balê dikişîne de, serok û rêveberên sazî û dezgehên Şengalê, endamên Meclîsa Eşîran, rûsipiyên herêmê û bi sedan kes cîh digirin.

Di meşê pankartên wekî, “Em Iraqî ne, em Êzidî ne, ji bo mafên xwe têdikoşin”, “Bi tola şehîdan wê xweseriya Şengalê mîsoger bibe” û wêneyên şehîdên Şengalê hatin bilindkirin. Her wiha bênavber dirûşmeyên wekî, “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” tên berzkirin.
Meşa ku dom dike, wê li ber Saziya Emil Wetenî bidawî bibe û daxuyaniyek were dayîn.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button