Qaymeqamê  Şengalê: Seîd Hesen beriya êrîşê bi berpirsên Iraqê re hevdîtin kiribû 

Qaymeqamê Şengalê Fehed Hamid da zanîn ku Fermandarê YBŞ’ê Saîd Hesen beriya ku ji aliyê balafira dewleta Tirk a dagirker ve were hedefgirtin, bi komek berpirsên Iraqê re hevdîtin çêkiribû û ji bo pêşwazîkirina Kazimî berê xwe dabû Şengalê.

Di 16’ê Tebaxê de balafirên dewleta Tirk a dagirker wesayita fermandarê YBŞ’ê Saîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda bombebaran kir. Di encama êrîşê de Seîd Hesen û Îsa Xwedêda şehîd bûn. Balkêş e ku êrîş di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya ji bo Mûsil û Kerkukê de pêk hat. Piştî êrîşê hatibû gotin ku Seîd Hesen ji bo hevdîtina bi Kazimî re çûbû Şengalê.

Derbarê mijarê de Qaymeqamê Şengalê Fehed Hamid ji Rojnews re axivî û agahiyên balkêş dan. Fehed Hamid destêka axaftina xwe de bal kişand ser rola Saîd Hesen a di tinekirna DAIŞ’ê, her  wiha parastina civaka Êzidiyan de û wiha got: “Ji bo yekîtiya gelê Êzidî ew jî wek Mam Zekî, Zerdeşt û Mam Beşîr her di nava kar û xebatan de bû. Ji bo gelê Êzidî her tim  têdikoşiya.”

‘Cihê gumanê ye’

Fehed Hamid destnîşan kir di demeke ku Serokwezîrek Iraqê piştî 40 salan cara yekem tê Şengalê de, hedefgirtina Seîd Hesen cihê gumanê ye û ne ji rêzê ye.

Qaymewam Fehed Hamid agahiyek nû jî parve kir û wiha got:  “Beriya êrîş pêk were Saîd Hesen bi hin berpirsên Iraqê re di hevdîtinek giring de bû, li ser rewşa Şengalê di axivîn. Piştî ew civîn bidawî bû, Seîd ji bo ku bi Kazimî re hevdîtinê pêk bîne , berê xwe da navenda Şengalê.

‘Divê rastî were eşkerekirin’

Fehed Hamid ji hikûmeta Iraqê xwest ku derbarê êrîşan de demildest lêkolînê bide destpêkirin û rastiya wan bê eşkerekirin.

Hamid got ku ewê wek Êzidiyan heya dawiyê liber xwe bidin û li ser şopa şehîdan bimeşin, wê sedan li ser rêya Seîdan kar bikin.

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ROJNEWS

Show More
Back to top button