Li Hambûrgê êrişên li ser Şengalê hate protestokirin

Li Hambûrê êrişên dagirker ên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Şengalê hate protesto kirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Rojbînê ya Hambûrgê li pêşiya avahiya Rote Flora ya li Sternschanzeyê hate kirin.

Di çalakiyê de li ser navê meclîsê Leyla Kaya axivî û got “Wê dûr an jî nêzik, teqez hesabê van êrişên bêbext were dayîn.”

Leyla Kaya diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker nayê qebûlkirin û li gorî hiqûqa şer sûc e.  Kaya bal kişand ser vî tiştî ku wê bi civaka Êzidî re bin.

Çalakî bi sloganên ‘Bimire Erdogan’ û ‘Erdoganê kujer’ bi dawî bû.

ANF-HAMBÛRG

Show More
Back to top button